Thursday, June 24, 2021

Mûharrem Înce nezaniya xwe anî ziman

Serokê Giştî yê Partiya Memleket Mûharrem Înce, beriya çend rojan tevlî weşana televîzyonekê bûbû û pirseke rojnamegeran a der barê perwerdeya zimanê zikmakî de wiha bersivandibû: “Mijara perwerdeya zikmakî mijara pedagojiye ye. Fêrkirina fizik û bîrkariyê ya bi kurdî tê vê wateyê, ‘Ey keç û xorta kurd bibe bijîjk lê Îzmîrê peywir neke, li Colemêrgê bimîne.” Ev axatfina Înce bû sedema nîqaşan. Di serî de kurd gelek derdoran ji ber vê daxuyaniyê bertek nîşanî Înce dan.

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî gotinên Înce yên derberê perwerdeya bi kurdî da. MED-DER’ê diyar kir ku gotinên Înce ji rastî û zanîstê dûr in û ev tişt got: “Bila Mûharrem Înce li karê xwe binêre xebatên ziman û pedagojiye ne kare wî ye. Înce rexmî ku bi salan mamostetiya fizîkê kiriye jî ji fizik û mamostetiyê bêxeber e. Haya Înce ne ji pedagojiyê ne jî ji kurdî heye. Tişta ku aniye ziman tenê cahiltiya wî ye.”

Daxuyaniya MED-DER’ê bi tevahî wiha ye: “Wekî ku tê zanîn, serok û avakarê Partiya Welat Mûharrem Înce, çend roj berê, wekî axivker beşdarî bernameyeke televizyonê bû. Der barê “Daxwaza perwerdeya zimanê maderî/zikmakî” de fikra xwe anî ziman û got: “Heke ev yek ji bo pedagojiyê guncav be, ji bo dewleta yekpare jî guncav e. Belê ev yek ji bo pedagojiyê ne guncav e.” Di axaftina xwe de got: “Ev pirsgirêk mijara pedagojiyê ye.” Peyre jî bi berdewamî got: “Gava ku hûn bibêjin em ê dersa fizîk û  bîrkariyê (matematîkê) bi kurdî bidin, wek ku hûn bibêjin: ‘Gelî xort û keçên kurdan! Bibin bijîjk belê li Îzmîrê wezîfeyê nekin, li Hekariyê bimînin!”

Li ser gotina Înce, gelek siyasetmedar, rewşenbîr, perwerdekar, pedagog û pisporên perwerdehiyê û her wiha sazî, dezgeh û komeleyên civakî yên sîvîl bertek nîşan dan û gotin: “Mûharrem Înce dibêje: ‘Dersa bi kurdî ji bo perwerdehî û pedagojiyê ne guncav e.’ Mûharrem Înce peyvekê tenê bi kurdî nizane. Heta îro der barê vê yekê de çi qasî lêkolîn kiriye, çend çavkaniyên wî yên zanistî hene ku ew wekî zimanzanekî diaxive?”

Em jî wekî Med-Derê, ji ber van gotinên dûrî zanîn û pedagojiyê û derî rastiyê, Mûharrem Înce bi tundî şermezar dikin û dibêjin: “Mûharrem Înce, bila karê xwe bike! Karê perwerdehî û hîndekariyê ne karê wî ye.  Karê ziman û pedagojiyê jî ne karê wî ye! Û ev tişt li wî nakeve. Ligel ku mamosteyê fizîkê ye, ne haya wî ji mamostetiyê heye û ne jî haya wi ji fizîkê heye. Înce karê ji xwe mezintir dike. Divê pêşî bizane ku koka peyva ‘fizîk’ê bi xwe jî ne tirkî ye; peyveke fransî ye û gelek têgîn û terîmên zanyariyê gerdûnî ne. Û ev jî qet ne tiştekî ecêb e. Belê ecêba mezin ew e ku Înce hem dibêje: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî karê pedagogan e” û hem jî ligel ku ne pedagog e  radibe, li ser navê pedagogan diaxive. Li aliyê din jî, li gel ku peyvekê bi kurdî nizane, radibe der barê zimanê kurdî de hikm û daraziyê dide.

Haya wî ji zimanê kurdî tune

Ji ber ku haya Mûharrem Înce, ne ji pedagojiyê û ne jî ji zimanê kurdî heye, tenê nezaniya xwe aniye zimên. Li aliyê din jî qet nizane ku hemû ziman hin caran peyvan didin zimanên din û ji zimanên din jî peyvan  werdigirin. Gelek peyvên kurdî derbasî tirkî jî bûne. Ev tiştekî asayî ye. Belê Înce vê yekî jî nizane û bi nezaniya xwe jî nizane

Mûharrem Înce di guhê gê de ye. Nizane ku kok, reh û geha zimanê kurdî xwe dispêre pênc hezar sal berê. Bav û kalên kurdan bi dehan şaristanî ava kirine û bi vî zimanê qedîm ber û berhemên bêhempa, nivîs û nivîsarên bêhinkûf wekî mîrate diyarî pêşerojê û gelek nifşên mirovahiya cîhanê kirine.

Dê û dapîrên kurdan ên mîna Gut-î, Kurt-î,Cûtî, Cûdî, Kurtîw, Kirtî, Kurdraho, Kurtîenne, Kordosw, Kardokhoî, Karduk, Kartawiyê, Kurduen, Kurdî Karduw, Akrad, Kartawiyê, Kur, Gondwana, Hûrrî, Urartu, Medî, Mervanî, Mîtanî; û Komagene û gelek şaristaniyên dîrokî bi vî zimanê ku bûye maka gelek zimanên cîhanê, axivîne.

Dem û serdemên dîrokî li aliyekî; îro jî zimanê kurdî, ligel hemû pest û astengiyên tund û dijwar, qedexekirin û bişaftinên bêyom, bi dewlemendiya xwe, xwe di qadên zanist û zanyariyê de dide çespandin. Îro ro, ji dîroknasiyê bigir, heta erdnasiyê; ji ramyariyê bigir, heta komelayetiyê; ji civaknasiyê bigir, heta hiqûqnasiyê; ji ekolojiyê bigir, heta teolojiyê; ji etîmolojiyê bigir, heta pedagojiyê; ji antropolojiyê bigir, heta jîneolojiyê; ji zargotinê bigir, heta xweşgotinê; ji derûnnasiyê bigir heta dengnasiyê, ji esmannasiyê bigir heta gerdûnnasiyê, ji erdnîgariyê bigir, heta bîrkariyê; ji fizîkê bigir, heta muzîkê û hwd. gelek berhem hatine nivîsandin û bı vi zımanî ders têne dayîn.

Hemû ziman pîroz in

Mexseda me ne ew e ku em zimanekî di ser zimanekî din re bigirin an jî zimanekî ji zimanê din kêmtir bibînin. Hemû zimanên cîhanê pîroz, hêja û payedar in.  Ji ber ku hemû zimanên zikmakî ber û berhemên  dayikan in, her ziman şayanî rûmet, geşedanî, parastin û bikaranînê ye.

Zimanê kurdî jî yek ji van zimanan e. Ji hêla nirx û hêjahiyên mirovahiyê de, ne ji tu zimanan zêdetir û ne jî ji wan kêmtir e. Ew jî wekî her zimanî nirxdar, peyebilind û bedew e. Her wekî din jî, di nava malbata zimanên cîhanê yên herî dewlemend û qedîm de cih digire. Nêrîn û nêzikayîtêdana Mûharrem Înce,  feraseta wî ya der barê gelê kurd de jî aşkera dike. Mirovê ku zimanê gelekî kêm û tune bihesibîne teqez dê wî gelî jî kêm û tune bihesibîne.

Em baş dizanin ku Mûharrem Înce dê sibehê rabe lêborîna xwe bixwaze û bibêje: “We gotina min şaş fehm kiriye, min nexwest ku ez vî tiştî bibêjim”, belê me gotina vî camêrî qet şaş fehm nekiriye. Lêborîna wî jî dê neyê pejirandin. Lewre li gorî rêzik û qaydeyên derûnnasıyê hişê Mûharrem Înce li serê wî ye û baş dizane ku çi gotiye. Belê tiştê ku ev gotin aniye hişê wî, binhişîna wî ye. Rastiya her mirovî ji binhişîna wî der dibe. Binhişîna  Înce bi fikr û hizra xwe re li hev e. Di navbera derûnî û bizavên wî de jî tu nelihevî nîn e.  Belê di navbera gotina wî ya îro û gotinên wî yên sê sal û deh sal berê de neliheviyeke berbuêçav heye. Înce di sala 2010’an de gotibû: “Tu xisara perwerdehiya bi zimanê zikmakî nîn e.” Û dema ku ji bo serokkomariyê bûbû namzet jî wisa gotibû: “Heke ez bême ser kar, ez ê perwerdeya bi zimanê zikmakî serbest bikim.”

Heke serbestiya Mûharrem Înce ev be, qet ne lazim e. Qenciya herî mezin ew e ku Înce xerabiyê neke û tiştên xerab nebêje. Belê mixabin ew jî ji destê nayê.

Pêdiviya gelê kurd û zimanê kurdî bi sedeqe û alîkariya biminet û ya kesên wekî Mûharrem Ince tune ye.”