25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muqteda El Sedir der barê nerazîbûnan de hişyarî kir

Serokê Şepêla El Sedir, Muqteda El Sedir der barê nerazîbûnên encamên hilbijartinan de hişyarî da hêzên siyasî û wiha got: “Ne girîng e ku di hilbijartinan de kî bi ser ketiye, ya girîng ew e ku çawa xizmeta gelê Iraqê bike û pirsgirêkên heyî çareser bike. Gelek alî ji encamên hilbijartinan ne razî ne û dikarin bi rê û rêbazên qanûnî û aştyane wan nerazîbûn û îtîrazên xwe bînin ziman. Ez wan hêzan hişyar dikim ku serî li rê û rêbazên tundiyê nedin.”

Di encama hilbijartinan de alîgirên Heşd El Şabî têk çûn û gelek kursiyên ku di destên wan de bûn winda kirin. Hevgirtina bi serokatiya serkêşê Heşd El Şabî Hadî Amirî tenê 14 kursî bi dest xistin. Her wiha lîsteya (Hiqûq) girêdayî Hizbulaha Iraqê ne, tenê kursiyek bi dest xistine.

Lewre jî van hêzan bi daxuyaniyên cuda encamên hilbijartinan red kirin û destnîşankirin ku ew dê serî li hemû rê û rêbazan bidin û nerazîbûna xwe li dijî van encaman bînin ziman.