24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mûradî: Dagirkeriya îro ne tenê leşkerî ye…

Serdanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yên li başûrê Kurdistanê, bi partî û rêxistinan re didomin. Şande îro li Hewramanê bi nûnerên partî û rêxistinan re civiya. Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad axivî da zanîn ku metirsiyeke mezin li ser welatiyên Kurdistanê û destkeftiyên gelê kurd hene.

Zeyneb Mûradî dest nîşan kir ku erka hemû partiyan kurdan parastina deskeftiyan e û wih got: “Destkeftiyên me li ber metirsiyê ne, hewce ye li hemberî dijmin û dagirkeriyê em tev bibin xwedî yek helwest. Li ser girîngî, hestyariya rewşê û yekîtiya Kurdistanê, ev 20 roj in ku li herêma Kurdistanê hevdîtinên me dewam dikin. Dijmin naxwaze gelê me li ser xaka xwe bijî û xwedî jiyanek azad be. Bi hêcetên cûda êrişên berfireh pêktînin, dewleta tirk dixwaze sînorên xwe li Kurdistanê berfireh bike. Raste pirsgirêk di nava aliyên siyasî de heye, pirsgirêka siyasî, aborî heye. Pêwîst e em ji bo vê çareseriyek bibînin. Çareseriya îro bi yekitî û hevgiritina hemu gel û girêdayî pêkhatiyan e. Îro êrişên faşîstane li ser xaka me heye, divê em hemû xwedî helwest bin.”

Zeyneb Murad di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “40 roje Tirkiye êriş dike û di şer de şikestî ye. Ji bo vê îro darên Kurdistanê dibirin, mafê gelê me binpê dikin û li hemberî vê cîhan, Iraq û mixabin aliyên Kurdistanê jî bêdengin. Divê îro em helwesta heyî berfireh bikin û çalakiyan li dar bixin. Divê em hemû deskeftiyên herêma xwe biparezin û pirsgirêkên xwe bi danûstandinan çareser bikin.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad daxuyakirin ku dagirkeriya îro ne tenê leşkeriye, dagirkeriya fikir, raman û çandî jî pêk tê.