Sêşem, Nîsan 20, 2021

Mûslim: Bawerî bi AKP’ê nayê, divê hevdîtin rûbirû were kirin

Çend roj berê, roja 14’ê adarê, li ser hin hesabên anonîm ên medyaya civakî der barê rewşa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hin îdia hatin parvekirin. Li ser van îdiayan Buroya Hiqûqê ya Asrinê 15’ê adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi awayekî cidî li van îdiayên têkildarî muwekîlê xwe Abdullah Ocalan dikolin.

Di daxuyaniya buroyê de hat diyarkirin ku wan herî dawî 7’ê tebaxa 2019’an bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin kiriye û malbata wî jî 27’ê nîsana 2020’î bi telefonê pê re axiviye. Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku divê tecrîda li ser muwekîlê wan bi dawî bibe û ji bo fikarên der barê tenduristî û jiyana wî de ji holê rabibin pê re têkilî bê danîn.

Parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Nevroz Ûysal, li ser îdiayên der barê muwekîlê xwe bi daxwaza hevdîtinê du caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Buroya Ragihandinê ya Dozgeriya Bûrsayê bersiv da daxwaza parêzeran. Di daxuyaniya nivîskî ya dozgeriyê de hat diyarkirin ku tenduristiya Ocalan baş e û îdiayên der barê wî de nerast in.

Parêzer dixwazin biçin Îmraliyê

Li ser vê daxuyaniyê, parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî diyar kir ku ew bi van gotinan qanih nabin û divê tavilê tecrîda li ser muwekîlê wan bê rakirin û muwekîlê wan Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê, mafê xwe yê hevdîtinê yê qanûnî bi kar bînin. Bîlmez got ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û muwekîlê xwe bi çavên xwe bibînin.

‘Divê CPT biçe Îmraliyê’

Piştî van îdiayan û helwesta ne cidî û bêdengiya rayedarên dewletê, gelê kurd, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bertek nîşan dan û xwestin tavilê tecrîd bê rakirin û hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. 

KCDK-E û TJK-E’yê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan banga çalakiyan li kurdistaniyan kir. Piştî bangê kurdistaniyên li Strasbûrga Fransayê li pêşiya avahiya CPT’ê û Konseya Ewropayê kom bûn, bi pankartên bi nivîsên ‘Ji Ocalan re azadî, ew ne bi tenê ye’, ‘Bimre tecrîda li Îmralî’ û ‘CPT û Konseya Ewropa dawî li bêdengiya xwe bînin’ çalakî li dar xistin. Her wiha bi heman daxwazê li bajarê Wûppertalê yê Almanyayê jî li pêşiya gara trênê çalakiyek ji aliyê Meclisa Jinan a Viyanê ve hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Stockhomê bang li Komîteya Pêşîgitina li Îşkenceyê (CPT) kirin ku biçe girava Îmraliyê û têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan agahiyan parve bike.

Bawerî bi AKP’ê nayê

Endamê Konseyar Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bawerî bi AKP’ê nayê û divê bi Ocalan re hevdîtin rûbirû were kirin û wiha got: “Rewşa Rêbertî ji bo hemû gelên li Kurdistanê mijareke girîng e. Her kes girêdayî vê ye û mijareke pir hesas e. Ji ber vê divê li ser were sekinandin. Ji bo ku rastî derkeve holê girîng e ku gel derkeve meydanan. Ji bo kurdistaniyan girîng e ku hin kes biçin wir û agahiyê bidin. Heke ji Îmraliyê agahî neyê standin gelê kurd wê nikaribe xwe ragire û ev ê ji bo her kesî ne baş be. Heta ku hevdîtin werin kirin divê kurd li ser piyan bin. ”

Meseleyeke navneteweyî ye

Salih Mûslim got ku berpirsyar dewleta tirk û NATO ye û ev meseleyeke navneteweyî ye. Mûslim da zanîn ku rêya hîn dostên xwe mesele ji Neteweyên Yekbûyî re ragihandine û dê tevî gel di nav çalakiyan de bin.

Siyasetmedaran xwest rêyên peywediyê bên vekirin

Siyasetmedarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî têkildarî îdiayên li ser rewşa tenduristî û jiyanî ya Ocalan axivîn û diyar kirin ku divê tavilê bi Ocalan re rêyên peywendiyê bên vekirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Bindest a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê sepanek e li ser gelê kurd û wiha got: “Dem bi dem manîpulasyonên wiha tên belavkirin û dixwazin bi vê yekê di şexsê birêz Ocalan de gefê li gelê kurd û hêzên demokrasiyê bixwin. Bi salan e hevdîtina malbat û parêzeran tê qedexekirin. Birêz Ocalan aktorek girîng e. Rewşa tenduristî û ewlehiya wî beriya her tiştî tê. Ji ber vê yekê divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin û bi Ocalan re peywendî bê danîn. Divê ev rewş bibe rojeva hemû aliyên polîtîk.”

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî anî ziman ku divê bi Ocalan re peywendî bê danîn û tecrîda li serê tavilê rakirin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî bal kişand ser cidiyeta îdiayên têkildarî Ocalan de û got: “Ji bo ev îdia ji holê bên rakirin tenê rêyek heye, ew jî hevdîtina bi Ocalan re ye.”

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû anî ziman ku tecrîd tenê zextê li ser jiyana birêz Ocalan an jî jiyana kurdan dike, zextê li ser hemû civakê dike. Pîroglû diyar kir ku desthilat polîtîkaya tecrîdê li ser tevahiya civakê bi rê ve dibe. Pîroglû wiha got: “Tecrîd tenê ne pirsgirêka siyaseta gelê kurd e. Tecrîd bûye problemek hevpar a parêzvanên demokrasiya vî welatî. Lazim e demidlest dawî li tecrîdê were û rêya peywendiyê bê vekirin.”

Mimbiciyan xwest tecrîd rabe

Welatî û rêveberên partî û saziyên bajarê Minbicê yên rojavayê Kurdistanê li navenda bajêr, li dijî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan çalakiyeke protestoyî li dar xistin û xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Di her du daxuyaniyan de hat xwestin ku divê rewşa rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a tenduristiyê were aşkerakirin û hat gotin ku divê rêxistin û xebatkarên tenduristiyê biçin Îmraliyê bibin da ku rewşa Ocalan bizanibin û wî derman bikin.

Silêmaniyan bang li rêxistinên mafê mirovan kir

Li navçeya Pêncwên a Silêmaniyê jî welatî li ser îdiayên der barê tenduristiya Ocalan de çalakiyek li dar xist. Welatiyan ji rêxistinên mafê mirovan xwest ku zextên li ser dewleta tirk zêde bikin, da ku tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin.

Mexmûriya li ber YE’ê daxuyanî da

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bûn û bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî hat dayîn. 

Greva birçîbûnê ya girtiyan 111 roj in didome

Her wiha divê bê bibîrxistin ku girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, roja 27’ê Mijadara 2020’î dest bi gireva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem di roja 111’emîn de didome. 