spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muslim: Divê kurd rola xwe ya di Lozanê de bibînin

Platforma Dij Dagirkeriyê, bi armanca dagirkeriya li Kurdistanê  bi dawî bikin, bi tevlêbûna Hezar û 138 rewşenbir, rojnameger, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyenan konferans li dar xist. Di konferansê de Siyasetmedar Salih Muslim, bal kişand ser rola kurdan a di Lozanê de û wiha got: “Divê kurd jî rola xwe ya Lozanê de bibînin û destûr nedin ev kêmasî dubare bibe.”

Beriya konferansê Ahmet Yildirim, Azîz Mamlê, Besê Shamarî, Dr. Ariya Fatimê, Dr. Wirya Qeredaxî, Dr. Zerdest Haco, Fehîm Işişk, Hêmîn Kurdaxî û Sîbel Yîgîtalp daxuyanî dan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bang kirin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku Tirkiye û ya rejîma AKP-MHP bi rê ve dibe, piştî gelek plan û hevdîtinan 24.02.2021’an êrîş anî ser başûrê welatê Kurdistanê û wiha got: “Di 23’ê Nîsanê de êrîşî Zap, Avaşîn û Metîna kirin. Armanca Tirkiyeyê ji van êrîşan aşkere ye; dagirkirina Başûrê Kurdistanê û qirkirin! Jin, zarok, extiyar û nexweşên kurd dike hedef. Hêzen ku bi vî şerî armanc dike gundên me vala bike, qadên jiyanê yên welatê me tine bike, bi tang û topan û balafirên şer êrîşê bi ser xaka me, çiyayên me de tîne, daristanê me dişewitîne, talan dike, ava çemê Dîclê û Ferêt qut dike û zor li gelê me dike ku koç bikin, dixwaze Kurdistanê ji Kurdan vala bike.

Çekên kîmyewî bikar tînin

Di şer de çekên kimyewî bi kar tîne. Bi dronoyên kujer mirov û siyasetmedarên kurd dikuje. Daristanên dîrokî yên herêma Behdînanê, zeytûnên Efrînê tine dike û difiroşe. Li dijî yasayên navnetewî ava çemê Dîclê û Ferêt li dijî gelê me weke çekekê bi kar tîne. Demografiya Efrînê diguherîne, çeteyên DAÎŞ’ê ku ji herêmên cuda yên Sûriyeyê anîne li Başûrê Kurdistanê bi cih dike.”

Divê kurd derseke baş ji Lozanê derxin

Piştî daxuyaniyê bi tevlêbûna gelek rewşenbir û siyasetmedaran konferans li dar xistin.

Di konferansê de Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li ser navê PYD’ê tev li Platforma Li Dijî Dagirkeriyê bû. Muslim, û xwest êdî kurd dersek baş ji Peymana Lozanê derxin.

Muslum, li ser dagirkeriya Kurdistanê rawestiya û wiha got: Em wekî PYD em ê heta dawî piştgiriya vê Platformê bikin. Ez gelek kêfxweş im ji bo em bi hevre fikren xwe parve bikin. Kurdistan piştî Lozanê hat dagirkirin û kirin çar perçeyan. Li Sûriyeyê li dijî pergala Baas têkoşînek me hebû. Di encamê de em gihiştin astekê ku em li Sûriyeyê beşdarî rêveberiyê hebe. Em gihiştin hêzekê ku vînek me jî hebe. Tirkiye li ser tenebûna Kurdan Lozan Îmze kir. Tirkiye ji rêveberiya li Sûriye ditirse. Niha li Sûriyeyê hêzek qewîm heye. Niha dagirkeriya li Sûriyeyê dagirkeriya Tirkiyeyê ye.”

Li dijî azadiya kurdan dibin yek

Muslim, bal kişand ser nakokiyên navbera Yekîtiya Ewropa û Amerîka û wiha got: “Di navbera hêzan de nakokî hene. Herdu hêz jî dixwazin başûr jî û Rojava jî ji holê rakin. Dema em dibêjin dagirkerî, li her derê dagirker in. Lê dixwazin li ser tunebûna azadiya Kurdan bibin yek. Tirkiye li Rojava û li Başûr azadiya kurdan qebûl nake.  Tirk tu carî nebûne dost. Bi taybetî piştî sala 1923’an ne dostê kurdan e. Dagirker tu carî naxwazin Kurd li Sûriye bi Rejîma Sûriye re li hev bikin. Naxwazin Herêma Federe bi rejîma Iraqê re li hev bikin.”

Divê kurd rola xwe bibînin

Muslim, herî dawî bal kişand ser rola kurdan a peymana Lozanê û wiha bi dawî kir: “Em îro dixwazin kurd li her derê bi hevre bibin yek. Em diwazin hemû rewşenbir û siyasetmedarên me li xwe vegerin û li encama Lozanê vegerin. Ger ku di Lozanê de kurd yek bûna û kurdan hev girtibûna û nûnertiya hev kiribûna, dê rewşa me ya îro ne wisa bûya. Kes nabêje wê deme rêxistinên me kurdan çikir. Înonu dibêje ez nûnerê kurdan û tirkan im. Lê wê demê kes nabêjin ev ne nûnerê me ne. Niha jî wisa ye. Gelek kesên wekî Înonu dibêjin em nûnerê kurdan in hene.

Divê em vegerin beriya pêvajoya Lozanê. Nûnerê Kurdan, partiyên kurdan û hêza wan çibû. Divê em ji wê deme derse derxin. Kurd dixwazin wekî neteweyên din, bi çand, nasname û nirxên xwe bijîn. Lê hin hêz hene bi destê dijmin vê yekê dêrîn in.  Em di serî de ji YNK’ê dipirsin. Hûn dixwazin Lozan dubare bibe. Divê me her kes ji xwe bipirsin. Em dixwazin Lozan dubare bibe ya na. Ger ku em naxwazin Lozan dubare bibe divê em berpirsiyariya xwe pêk bînin. “