20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muslim: Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi avê de çûn

Endamê Konseya Hevseroktiyê ya PYD’ê  Salih Mûslim têkilî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser Rojava, Bakur-Rohilatê Sûriyê diyar kir ku Tirkiye ketiye rewşek pir zor û ji ber vê yekê gefan li wan dixwe. Salîh Muslim ji nûçegîhanê ANF’ê Mustafa Çoban re axivî û diyar kir Tirkiye aştiya Sûriyê naxwaze û planên wê yên li Sûriyeyê bi avê de çûne, ji ber vê li pêş Sûriyê tim asteng e.

Serê Tirkiyeyê li Idlibê ketiye belayê

Muslim, anî ziman ku Tirkiye dinere aramiya li Sûriyê ne di berjewendiya wan de ye û wiha got: “Her kes tiştekî din dibêje. Dibêjin di serî de Tirkiye divê hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin. Divê Tirkiye hêzên xwe bikişîne. Tirkiye vê dibîne. Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê li ber avê çûne. Li Idlibê jî serê wî ketiye belayê. Ji bo sozên ku dayî Pûtîn miheqek wê bi terorîsên wir re şer bike û paqij bike. An wê paqij bike an jî ew bixwe bikeve şer. Bikeve şerekî din. Ji bo ku ji vê rewşê xilas bibe tim gefan dixwe. Dibêje, ”Ez ê têkevimê, nizanim çi bikin”. Baş e, hemû cîhan behsa aştiya Sûriyê dike, aramî û çareseriyê dixwaze, ji bo çareseriya siyasî tişta ji dest tê dikin. Lê tu diçî berevajî vê dikî. Helbet ev ê ne di berjewendiya Tirkiyê de bin.”

Aboriya Tirkiyeyê îflas kiriye

Muslim, krîza pirhalî ya Tirkiyeyê jî bi bîr xist û wiha axivî: ”Aboriya Tirkiyeyê li bin daye. Tu tiştekî wan nemaye. Gel ji birçînan şeperze bûye. Enflasyon hefsar qetandiye, pereyên wê her roj ji qîmet dikevin. Dolar çûye 9,25 lîreyan. Ev hemû têne çi wateyê? Aboriya Tirkiyeyê îflas kiriye. Ji bo ku ji nav van derkeve, ji bo ku ji van beleyan xilas bibe, ji bo ku ji îflasa siyasî, dîplomatîk xilas bibe, li navxwe ji bo ku xilas bibe divê bala raya giştî ya Tirkiyê bide devereke dî. Çiye ev? Ya pêşî şer e.”

Ku Tirkiye xwe li şerekî biceribîne rê birûxe

Mûslim li ser encama şerekî pêkan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Heke bi rastî jî xwe li tiştekî wiha biceribînin ev ê ceribandina wan a dawî be. Êdî wê were rewşeke wiha ku Tirkiye bi temamî birûxe. Faşîzma wir wê hilweşe. Ji ber vî şerî, îflasa aborî û ji ber van polîtîkayên şaş wê hilweşe.”

QSD 30 kîlometre vekişiya ye

Salih Mûslim li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya ji bo êrîşan bike, gotinên Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan ên berê ku gotibû ‘Em ê çend topan ji aliyê din yê sînor bidin avêtin û wiha zemîna ku bikevin Sûriyê çêbikin’ bi bîr xist wiha berdewam kir: “Niha hewceyî pê nîne ku Hakan Fîdan bişîne. Jixwe çeteyên wan li vir in. Kengî bixwazin dikarin topan bavêjin. Ji ber vê çêkirina hincetan rehet e. Her carê dikarin hincetan çêbikin. QSD’ê jî aşkere got, niha li gorî peymana ku hatî danîn 30 km wê vekişin û vekişiyane jî. Wê neavêjin jî. Ji ber ku doza wan li vir e, ne li aliyê din e. Ti sedema wan nîne ku topê bavêjin aliyê din. QSD aşkere dibêje ku wan tiştek neşandiye, nekiriye.”

Mafê xweparastina rewa ya gel heye

Mûslim di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser dagirkirina herêmê û wiha got: ”Niha cih û warê te, gundên te hatina dagirkirin. Mafê xweparstina meşrû ya gel heye. Tu yê xwe biparêzî. Û hemû qanûnên cîhanê ji bo ku xwe biparêzî heq didin te. Ji bo tu li dijî dagirkeriyê xwe biparêzî tu dê tiştinan bikî.”

Çi karê leşkerê te li ser axa hinekî din heye?

Mûslim li ser kuştina 2 leşkerên tirk ên li Ezazê jî rawestiya û wiha berdewam kir: ”Leşker li Ezazê li ser axa Sûriyê hatine kuştin. Kê kiriye nayê zanîn. Ji ber ku gelek hêz hene. QSD heye, Hêzên Rizgariya Efrînê hene, Rûsya heye, Îran heye, hêzên Sûriyê hene. Hinan top avêtiye û 2 leşker mirine. Ev mafê berxwedanê ye. Heke wiha kiribin tiştekî meşru kirine .Ji ber vê heke tu rabî tiştekî bibêjî, naxwe çi karê leşkerên te li vir heye? Çi karê leşkerên te li ser axa hineke din heye? Bila vekişe. Tu yê jî rehet bikî, gelê vir jî. Tişta ku dixwazim bibêjim, heke mafê parastina meşrû çêbûbe ev heqê xwe ye. Her wiha Rûsya, Emerîka jî dibêjin mafê serweriyê yê Sûriyeyê heye. Heke hêzên Sûriyeyê kiribin ji bo serweriya xwe kirine. Heke YPG kiribe gund û gelê xwe diparêze. Jixwe berxwedan nesekiniye. Ji 2019’an û wir ve li Serêkaniyê, Girê Spî berxwedan heye. Gelê li wir nasekine. Xwe diparêze. Bi rengekî li ber xwe dide. Tişta ku ji dest tê dike. Kêm e jî. Ev ê dewam bike.”

Vê carê dê berxwedan cuda be

Endamê Konseya Hevseroktiyê ya PYD’ê  Salih Mûslim herî dawî li ser êrîşeke pêkan a Tirkiye axivî. Mûslim berxwedana Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê bi bîr xist û wiha bi dawî kir: ”Vê carê berxwedan wê cuda be. Wê hêj geştir be. Gel bûye xwedî tecrûbe hem jî ferq dîtiye. Zor û zehmetiyên koçberbûnê dîtiye. Ji ber vê naxwaze careke dî bikeve eynî rewşê. Û gel niha zêdetir rêxistinî ye. Berxwedana xwe jî geştir e. Ji berxwedanê bûye xwedî tecrûbe. Û heke Tirkiye xwe li tiştekî wiha biceribîne, dibe ku hin tiştên biçûk bike yan jî neke. Lê heke tiştekî berfireh bike ez dibêjim wê têkçûneke mezin bixwe. Herî pir wê faşîzma Tirk têk biçe. Dibe ku birûxe jî. Êdî ew dizanin.”