23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mûstafa Ehmed: Em pişta xwe bi Rûsya û Amerîkayê germ nakin

Tirkiye îro bi her awayî ve di nav qeyran û aloziyan de ye. Lê ji aliyê din ve jî dest bi enstrumana ku dê êrîşê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dike. Gelo Tirkiyeyê piştî hevdîtina bi Rûsyayê re çima dubare pişta xwe dide polîtikayên êrîşkar? Her cara ku tengav dibe çima polîtikayên şer derdixine holê?

Têkildarî vê îxtîmaleke ku Tirkiye êrîşî Rojava bike, em bi Endamê Meclisa Giştî yê PYD’yê Mustefa Ehmed re axivîn. Ehmed bal kişand ser mijarên girîng û diyar kir ku di êrîşeke bi vî rengî de dê Tirkiye bikeve rewşeke xirabtir û aloztir.

*Tirkiye piştî hevdîtinên xwe yên bi Rûsyayê re careke din dixwaze êrîşê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelo em dikarin bibêjin ku ev yek dê li gorî bazara mesela Îdlîbê teşe bigire?

Bê gûman Rojhilata Navîn niha di qonaxeke nû re derbas dibe. Wek stratejî dewam dike. Lê hevsengiyên nû niha tên avakirin. Bi taybet piştî projeyên mezin ên ku serkêşiya wan hêzên moderniteya kapîtalîst pêş ve dibirin (bi taybet Welatên Yekbûyî, Amerîka)  xwestin hin guhertin û veguhertinan çêkin û vê kaosê zêdetir bi rêve bibin. Lê piştî Amarîkayê xwe ji Afganistanê vekişand ev yek bû peyameke nû ku hat wateya Amerîka di projeyên xwe de bi ser ne ketiye. An jî bi wê îdeolojiya xwe ya lîberalîzmê ku dabû pêş, dixwest li Rojhilata Navîn hin sîsteman ava bike. Lê helbet di vê yekê de jî bi bin ketin. Hem jî dijberiye projeyên Amerîkayê yên li dijî Rûsya û Çînê bû sebeba ku bandoreke mezin li ser projeyên Rojhilata Navîn bike. Ji bo vê yekê jî Amerîka xwe ji Afganistanê kişand û wekî xencerekê li dilê asyayê da. Vê yekê jî hevsengiya projeyan serobino kir. Çimkî hebûna Amerîkayê dihat wateya navenda hevsengiyê. Nahêle dewlet yekser bi hevûdû bikevin. Di nav hevudû de şer bikin. Ev jî bû cihê metirsiyê ji bo hemû hêzên navneteweyî ku çawa kaos bi rêya Lîbyayê derbasî Afrîkayê bû bi rêya Afganistanê jî dê derbasî Asyayê bibe. Ji bo wê her kesî xwest ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Ji valahiya heyî jî Tirkiye û Îranê xwestin ji hin tiştan sûdê wergir in û heta hin hevdîtin jî çêkirin û gotin Amerîka êdî xwe dikşîne û îxtîmal heye xwe ji Iraqê jî bikşîne û ev yek ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derbasdar e. Dixwazin hevsengiyeke nû ava bikin û dibêjin valahiya heyî em tijî bikin. Lê helwesta Amerîkayê ya dawî ew bû ku got em ê ji Sûriyeyê venakêşin. Ew agirbesta 2019’an a ji bo Serêkaniyê hatibû îmzekirin dewam kirin. Di vir de ketin ferqê ku Amerîka dê qada Rojhilata Navîn ji bo Tirkiye û Îranê vala neke. Li ser vî esasî Tirkiyeyê ferq kir ku piştî mijara Afganîstanê Rûsya bixwe jî tengav bûye. Ev yek jî ji bo Tirkiyeyê bû metirsî. Li ser vî esasî hevdîtin di navbera Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Rûsyayê de çêbû. Di encamê de lihevkirinek derkete holê. Ev yek jî ji bo Tirkiyeyê bû cihê nerihetiyê. Çima? Tirkiye li ser nakokiyên Amerîka û Rûsyayê karê xwe bi rê ve dibir. Dikete nav danûstandinan, ji van nakokiyan feyde digirt. Bi vî awayî armanc û daxwazên xwe dianîn cih û li hember projeyên demokrasiyê yên Sûriyeyê êrîş dikir.

Niha li ser vî esasî êdî ji bo Rojhilatê Firatê hinek sînorên siyasî hatin zelalkirin. Lê ji bo Rojavayê Firatê ku niha Rusya li wir e, derfetên danûstandinê  an jî derfetên bi hevguhertina erdnîgariyê hin li pêş e. Ji ber ku siyaseta rûsan ev e; Rûsya ji bo berjewendiyên xwe li ser masê, bazarê li ser her tiştî dike. Ew mil jî girêdayî Rûsyayê ye. Li ser vî esasî dîsa Tirkiye niha piştî hevdîtina bi Rûsyayê re dixwaze hinek gavan di vî milî de biavêje.

*Herî dawî hem nûnerên rêveberiya xweser hem jî MSD’ê di qada dîplomatîk de gelek hevdîtinan girîng bi Rûsya, Amerîka û gelek aliyên din re kirin. Bi taybetî jî hevdîtina bi Rûsyayê re gelo dê çiqasî rê li pêşiya Îxtîmala êrîşa li ser Til Rifatê bigire?

Niha her çiqas Tirkiyeyê di hevdîtinên xwe de, bi Rûsyayê re li ser hin bazaran li hevûdû kiribin jî, îxtîmala terciha şer derkeve holê heye. Ji ber ku Tirkiye niha di her awayî de tengav bûye. Di şerê li Metîna Zapê û hwd. de tengav bûye. Li hundir hem di warê aborî û hem di warê siyasî de Tirkiye di nav kaoseke giran de ye. Muxalefet xwe li hemberî AKP’yê komî ser hevudû dike. Raya giştî êdî Tirkiyeyê wek dijberî demokrasiyê dibîne. Yanî Tirkiye di her aliyî de tengav bûye.Jixwe ev jî rêgezeke ji bo dewletên faşîst; dema ku tengav dibin, lewaz dibin; êrîş dikin, har û hov dibin. Niha tu tercih li pêşiya Tirkiyeyê nema ye ji bilî êrîşkirinê. Ji ber vê yekê îxtîmala êrîşan jî heye. Çiqas siyaset û hevsengiya heyî ya li Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Sûriyeyê ku îro bûye qada şer a hêzên navneteweyî, rêbazeke Tirkiyeyê ku ji nav kaosê derkeve nema ye. An dê bi kurdan re îtîfaqê çê bike dê pêşî li kaosê bigre, niha jî ji vê yekê re ne hazir e, yan jî dê êrîş bike.

Bê gûman hevdîtinên dîplomatîk ên dawî bi Amerîka û Rûsyayê re pêk hatin, hevdîtinên girîng bûn. Hevdîtin êrênî bûn. Her kesî soza destekdayînê da. Lê em vê yekê baş dizanin Tirkiye ji bo dewletên navneteweyî wek hespê Truvayê ye û ji bo karê xwe bi Tirkiyeyê jî bikin wisa demildest dev ji wê bernadin. Ji ber vê yekê jî hinekî di vî milî de mirov nikare garantî bide ku dê rê li ber Tirkiyeyê bê girtin. Lê dîsa jî ez dibêjim merhale hesas e, derfet hesas e. Ne ku derfet bide Tirkiyeyê û Tirkiye wisa rehet bi van hêzên radîkalî yên islamîst re derbasî herêmeke nû bibe. Lê di encamê de ji me tê xwestin ku wek civak wek gelê şoreşger em mijarê dişopînin û herî dawiyê jî hêzên me yên leşkerî li ser vê mijarê daxuyanî dan û gotin ku em ê mafê xwe yên rewayî bi her awayî biparêzin. Her çiqas êrîş mezin be jî dê îrada me jê mezintir be. Lê em vê yekê dizanin ku ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn qonaxeke nû vedibe. Çareserî êdî zelal bûye. Bêyî lihevkirina hêzên demokratîk û yên li Sûriyeyê veguhertin dê ne pêkan be. Li Sûriyeyê çareserî bi hêzên faşîst re dê ne pêkan be. Êdî di şert û mercên îro de ev yek baş tê dîtin. Niha ev yek baş tê zanîn ku projeya ku bi ser ketî projeya Rêveberiya Xweser e, ji siyaseta cîhanê heta feylezofê wê îro qala vê projeya xweseriya demokratîk dikin. îro cîhan tev dizane ku alternatîfeke di şûna Rêveberiya Xweser de li Sûriyeyê tune ye. Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê wek Keştiya Nuh e.

Em vê yekê jî baş dizanin ku her çiqas Tirkiye zextan bike, ger şewqa kesk (Destûr) ji aliyê Rûsya û Amerîkayê negire dê nikarîbe vê yekê bike. Li gor xuya dike Amerîka şewqa kesk (Destûr) dê bi awayekî hêsanî nede Tirkiyeyê. Rûsya jî her çiqas bikire û bifiroşe jî dê hesabên wê yê cuda jî hebin. Em pişta xwe ne bi Rûsya ne jî Amerîkayê germ dikin, çawa me berê li ber xwe daye em ê niha jî li ber xwe bidin.

*Berdevkê YPG Nurî Mehmûd çend roj berê di axaftineke xwe de got ku metirsî û pêşbîniyên lihevkirinek mîna Efrînê pêk were heye. Tu dikare hinkî qala vê mijarê bike?

Mirov nikarê di mijareke wisa de texmîn bike. Lê metirsî û xetereyeke ciddî heye. Ji ber ku di rastiya siyaseta rûsan de, mirov nikare wan wek garantorekî tam stratejîk bigre dest. Ji ber ku di siyasetê de her tişt tên kirîn û firotin. Mînaka Efrînê hê jî li pêş çavê me ye. Loma jî niha Tirkiyeyê gefên xwe nû kirin û helwesta xwe zelal dike. Ger bibe dê ev êrîş bandoreke neyînî li ser siyaseta Tirkiyeyê bike. Tirkiye jixwe ji her aliyî ve di nav qeyranan de fetisiye. Îxtîmeleke êrîşê dê rewşa Tirkiyeyê aloztir bike. Tirkiye ne di qonaxeke baş de ye. Her çiqas bi hincetên wek ‘teror heye, em ê ji terorê rizgar bikin’ bingeheke êrîşkirinê amade bike jî, raya giştî ji wan bawer nake êdî. Jixwe her kes dizane ku ev êrîş nakevin xizmeta gelê Rojhilata Navîn ne gelê Sûriyeyê ne jî heta Ewropayê jî. Mesela niha Tirkiye qala koçberên ku bi qeflan berê xwe didin Ewropayê dike (Ewropa ji koçberan tengav e) û dibêje ez mecbûr im ku penaberan qebûl bikim. Lê zelal e ku Tirkiye bi zanabûn derfetan li pêşiya koçberan vedike. Her wiha zextekî li milê Ewropayê dike. Bê gûman helwestên dinyayê dê hebin.

* Li hemberî gefên Tirkiyeyê, helwesta hikûmeta Sûriyeyê çawa ye. Ji bo ewlehiya herêmê û bi taybetî ji bo îxtîmala êrîşên Tirkiyeyê bi rejîmê re hevdîtinên we hene gelo?

Ya dîtir hesasiyata siyasî, cografyayê ya Til Rifat û Minbîcê, Nublu-Zehra, zaten dema ku êrîşek li ser Til Rifatê çê bibe Heleb bixwe jî dikeve nav xeteriyekê. Gelo dê Rûsya, Rejîma Sûriyeyê û Îran vê yekê çiqasî qebûl bikin? Ev jî mijareke tirsê ye. Loma mirov di vê navberê de hemû tercihan digire ber çavan.Lê heta ku êrîş çê bibin û çê nebin jî avantajên me zêdetir in. Di milê cografya, stratejîk û di milê siyaseta navneteweyî de avantaj di destê me ye. Em dikarin hê zêdetir di vî warî hê zêde jê sûdê bigirin. Biryara me zelal e. Biryara me xwe parastin e û mafê xwe yê rewa bi kar anîne. Heger êrîşeke bibe jî em ê têkoşîna xwe bi her awayî bikin. Bi her awayî mafê xwe biparêz in û em ê karibin ji vê yekê sûdê jî bigirin.

*Li hemberî vê îxtîmala êrîşa Tirkiyeyê bertekên gel hene?

Gel niha ji de bi her awayî di nava amadekariyan de ye. Îro tehemûla gel ji van kiryarên Tirkiyeyê re nema ye. Gel êdî ne mimkûne ku tewîzekê bide. Êdî êrîşên li hemberî vîna xwe qebûl nake. Bila Tirkiye pişta xwe neda cihên wek Serêkaniyê û Efrînê. Dê gel bi tu awayî dek û dolabên Tirkiyeyê qebûl neke. Ji bo vê yekê jî dê li ber xwe bide. Tirkiye îro jî hê nikare ne Girêspî, Efrîn ne jî Serêkaniyê ji bo xwe bike mal. Ji ber vê yekê jî ev ji me re nokteyeke stratejîk e. Ketina bajarê Serêkaniyê nayê wê wateyê ku dê Tirkiye bi ser bikeve. Ew bixwe jî vê yekê dizane. Îro gel biryara serkeftinê, biryara têkoşînê û biryara dem dema azadiyêye daye.

Hê ji niha ve Tirkiye bi balafiran qaşo tirsê li nav gel belav dike û dixwaze hinekî tevliheviyan di nav civakê de ava bike. Her wiha bi vî awayî bingeheke êrîşan ava dike. Lê li hemberî vî şerê taybet jî em bi her awayî li ber xwe didin. Dê gel xwedî li îradeya xwe derkeve.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê