19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mutasyona Deltayê her diçe berbelav dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar dike ku di nava vîrusa Corona de ji sedî 75’ê vîrûsan cureyên mutasyona Deltayê ye. Ev mutasyona ku cara pêşî li Hindistanê peyda bû niha li 125 welat û herêman belav bûye. Di hefteya borî de 13 welatên din jî li vê lîsteya xwe zêde kiriye.  Li 6 welatan jî mutasyona Alfa ya ku cara pêşî li Îngilîstanê hate dîtin, belav bûye. Ji aliyekî din ve mutasyona Beta li 130 welatan belav bûye. Mutasyona Gamma jî li 78 welatan hatiye dîtin. Rêxistinê destnîşan kir ku dibe mutasyona Deltayê bi lezgînî cihê mutasyonên din bigire û bibe mutasyona herî berbelav li seranserê cîhanê.

Li gorî rêxistinê, di navbera 12-18 vê mehê de derdora 3.4 milyon kes bi vê mutasyonê ketine an jî hejmara kesên ku bi nexweşiya koronayê ya mutasyona Deltayê ketine ji sedî 12, zêde bû ye.