Thursday, June 24, 2021

Muxalefeta herî birêxistinkirî jin in

Adar Şaman

Têkoşîna jinan ji warê zîhnî, bîrdozî, hizirî, felsefîk û ruhî ve li hember desthilatdariyê muxelefeta herî birexistinkirî û şêwazek nû, veguhertina hevsengî û hêza yekgirtî ya baweriyê ye. Sekna jinan, rêya têkoşîna civakî, zayendî, hêz û wêrektiya muxelefetê bi pêş dixe. Jin, di hêla parastina mafên xwe de her roj bi êrîşan re rû bi rû tên, gavan bi paş de navêje; her ku êrîş zêde dibin, jin jî bi gavên bi xwe bawer ber bi azadiyê ve diherikin. Muxelefeta herî zêde pergala desthilatdariyê dixe nav tirs û xofê de, xwedî helwest, alternatîf disekine, tevgera jinên kurd e.

Kes, tevger, sazî-komele û aqilê muxelif ji her hêlê ve dibin armanca desthilatdariyê. Kesên xwedî helwest, têkoşer, zana, rewşenbîr û bi hêza civakî radibin, ew kes in ku hêza alternatîfa çareseriya pirsgirêkên civakî di pêşketina demokrasiyê de dibînin. Çanda demokrasiyê, asta pêşketina civakî diyar dike, desthilatdariyê lawaz û temen kurt dike. Desthilatdarî, kesên ji bo xwe tehlûke dibîne, bi her şêweyî dixwaze wan kesan tune bihesibînê û tesfiye bike. Hêza civakî ya herî pêşeng têkoşîna jinan a li hember desthilatdarî, koletî û kedxwariyê ye. Tirsa deshilatdariyê ya ji têkoşîna jinan; di esasê xwe de ji civakbûyîna jinan tê. Ji ber ku jin civakê temsîl dike, ango civak bixwe jin e; tirs ji vê hêza civakî ye. Jin, mêzîna edaleta civakî û temsîla wezna nirxên dîrokî ye. Yên ku pişta xwe didin hêza xwe, dikarin bibin pêşengê civakê. Jinên kurd, ji çavkaniya dîroka têkoşînê ezmûnên mezin wergirtine; lewra di têkoşîna demorasiyê de pêşengiyê dike. Ezmûn xemla têkoşîna bi hezaran salan e. Mîras, bingeha bîra mirov û dîrokê bixwe ye.

Her ku jinên kurd, di têkoşîna zayendî, neteweyî û civakî de pêş dikeve ew çendî desthilatdarî biçûk dibe. Devera ku têkoşîn lê hebe, li wir serweriya zilam lawaz e, hêza jinan a civakî li pêş e. Ya ku sînorê cîhana pergala patrîarkal teng dike, biryara jinan a têkoşînê ya jêveneger e. Jin, bi rastiya xwe hesiyane, bi koletiya bi hezarên salan dizanin ku weke qedera wan hatibû pênasekirin. Îro li hember vê qederê radibe, zincîran diqetîne û lanetê lê tînê. Li hemberî qedera lê hatiye ferzkirin serî radike û dixwaze qedera xwe bi xwe tayîn bike. Jin, bi hêza xwe ya cewherî dizanin, lewma gavên gelekî bi xwe bawer diavêjin. Jin, êdî xwe, dîroka xwe, hêza xwe baş dinase. Ya ku desthilatdariyê dihejîne, aqilê jinan, rêxistina jinan, edaleta wê ya di asta cîhanê de her ku diçe dibe hêza hêviya çareseriyê ye.

Desthilatdarî her çendî biçûk dibe, êrîşî jin û nirxên wê dike. Bi êrîşan dixwaze xwe li ser desthilatdariyê bigire û temenê xwe hinekî din dirêj bike. Di pêvajoyên tevlihev-kaosê de edalet ji holê tê rakirin, dizî, kuştin, revandina mirovên muxalif, destavêtina jinan, girtin, îşkence û tecrîd hîn girantir û kambaxtir dibe. Ev mijarên me hejmartî, îro li Tirkiyeyê bûne kiryarên gelekî ji rêzê. Desthilatdarî naxwaze jiyan aram, xweş û geş bibe. Her dixwaze alozî û bêîstikrarî hebe da ku civak hewceyî wê bibe.

Deshilatdarî, dixwaze destkeftiyên jinan bi destwerdanên hişmendiyeke eletewş yek bi yek ji holê rake. Bi tirsonekî di nîvê şevê de zilamek radibe û dibêje ‘Peymana Stenbolê nas nakim’ û peymanê fes dike. Ev destkeftî bi ked û berdêlên jinan hatibû avakirin. Destkeftiyên jinan, di vê demê de bi zanebûn dibin mijara destwerdan û nîqaşan. Ev yek wisa ne gengaz e, ne jî ji rêzê ye ku bibin mijara berjewendiyên polîtikayên desthilatdariyê. Dema ku jin li dijî van polîkayên destwerdanê serî radikin, an tên girtin an jî tên kuştin… Wê jin bi têkoşîna xwe li dijî van polîtîkayên tunehesibandinê li ber xwe bidin û serî netewînin. Jin, ji her demê bêhtir bi biryar in ku ‘xwe biparêzin’, birêxistin bikin û destkeftiyên xwe mezin bikin. Ji ber ku ew nirx, encamên têkoşîna jinan ên bi salan e. Ew nirx, berdela bi hezaran jinan in ku hatin kuştin û kujerê wan nehatin cezakirin, li ser bîranîna wan jinan, encama têkoşîna tevahî jinan e.

Her çendî demokrasî bi pêş bikeve civakbûn jî ew çendî mezin û bi gewde dibe. Deshilatdarî, kelemê herî mezin ê li pêş demokrasiyê, civakbûn û azadiyê ye. Xwe bi xwe birêvebirin mafê jin û civakê ye. Jin, aramiyê di azadî û demokrasiyê de dibînin. Mezinbûna demokrasiyê, biçûkbûna desthilatdarî û kedxwariyê ye. Wê jin, serî li hember destwerdanên rejîma mêr-dewletê netewînin û dê her deverê bikin qada hesabpirsîn û berxwedanê.