Rojnameya Heftane

Muzîk dikare ji janê bedewiyê derxîne

Rizoyê Xerzî

Di demên dawî de hin hunermendên kurd hene hemû jiyana wan bi tirkî ye lê sehna wan bi kurdî ye. Li gorî min, ev nakokiyeke mezin e. Dema peyv min di warê giyanî de di rê de dihêlê gazî muzîkê dikim û dema gotin bê fêde dibe, muzîk rêyeke gelek rind a derbirînê ye

Mêvanê me yê vê hejmarê hunermendê dengxweş Mem Ararat e. Kerem bikin em bi hev re bala xwe bidin pirsan û bersivên wî.

Mûzîk ji bo Mem Ararat tê çi wateyê û bandoreke çawa li ser civakê dike?

Ez vê tim dibêjim :  min muzîk hilnebijart. Yanî cara pêşîn muzîkê ez hilbijartim. Lewra ew her bi min re bû. Piştre dema min mafê hilbijartinê bi dest xist min jî muzîk hilbijart.

Mafê hilbijartinê ev demeke dirêj e bi taybetî li Rojhilata Navîn ji şexsan hatiye dizîn. Lewra tu di nav çand, ol, civate, malbatekê û hwd. têyî dinyayê. Tu di nav qaîdeyên gelek hişk de têyî dinê. Gelek tişt hene ji hêla erdnigariyê ve, weke mîrate li ser te dimînin. Heta di warê hişmendî de tu xwe ji bandora neyînî ya vê mîrateyê xelas nekî tu li mafê xwe yê hilbijartinê jî hay nabî. Dema tu li mafê xwe hay nebî, tu nikarî daxwazî jî bikî. Mînak: heta min tembûrek stand ez neçar mam li hember bavê xwe şer bikim, lewma li gorî hin baweriyên di civaka kurd de, tembûrjenî û stranbêjî ne li gorî kesên xwedî eşîr in û mixabin stranbêjî û tembûrjenî kêm dihat dîtin. Ev nêrîn êdî di nav civata kurd de jî qels bûye, lê hê jî li hin deveran bi bandor e.

Muzîk ji bo Mem Ararat serhildana li hember hin mîrateyên çewt e, deriyê azadiyê ye. Muzîk li xwe û mafê xwe haybûn û bi israr daxwazkirina mafê xwe ye. Muzîk daxwaza jiyînek bi serbilindî û bêminetî ye. Her wiha muzîk dema gotin bê fêde dibe, rêyek gelek rind a derbirînê ye. Muzîk di nav beşên hunerê de ya herî zû di nav civatê de berbelav dibe. Kesekî bi zimanê te nizanibe jî tu dikarî bi rêya muzîkê pê re têkilî deynî. Li gorî min rojekê kesên derdunyayî dema werin serdana vê gêrstêrka me ya ku êdî ji ber kiryarên me mirovan westiyayî ye, pêkan e em weke mirov bi wan bûneweran re bi rêya muzîkê têkilî deynin. Deng, madeya xam a muzîkê ye û em bi rêya dengan li vê wendahiyê  li bedewî û wateyê digerin. Em hewl didin kêmasiyên xwe temam bikin û zaroka/ê di dilê xwe de aş bikin. Muzîk bi rêya deng hewldana danûstandinê ye jî… Deng bi wateya xwe ya esasî jî tiştekî gerdûnî ye, lewma beşek ji rasteqîniya fizîkê ye.

Êzingê agirê dilê hunermend şahî, êş û jan û bandora ji bûyerên derdorê ye, li ba Mem Ararat ev pêvajo bi berhemê çawa taceser dibe?

Dema peyv min di warê giyanî de di rê de dihêle gazî muzîkê dikim. Ew rêhevalek rind e.

Êş û nakokiyên te dema diazire, divê haya te ji te hebe, lewma tu ne baldar bî, ew azirîn dikare te noqav bike li nav deryaya reşî û nefretê. Dibe ku tenê huner karibe ji janekê bedewiyekê derîxe. Ji bo min pêdiviya hunerê di gava yekemîn de lêgerîna çareseriya muşkuleyên navxweyî ye. Lê çareseriyek mayînde li vê gerdûna ji kaos û nakokiyan afiriye ne pêkan e. Lewma huner û muzik tu carî çareseriyek mayînde diyarî mirov nake. Rast e , gelek pirsgirêkan çareser dike, lê çareseriyên wê bi serê xwe pirsgirêkên nû ne. Helbet ez vê rewşa bi awayekî neyînî nanirxînim. Lewma konfor baskê mirov xam dike. Eger pirsên te yên xedar hebin û eger navbera te û sînoran ne xweş be, jixwe jiyaneke sekinende ew ê nikaribe te aş bike. Ya rast ez hemû stranên xwe ji bo xwe dinivîsim û dibêjim, lê ji xwe tenê re hilnaynim. Lewma koça tev li êlê carna dibe seyran, carna jî dibe qeyran. Xwedê dizane mirovahî bêyî herduyan jî nikare bijî.

Tu kengî ji dil distrî û çi te ji stranê sar dike?

Min sozek daye xwe û guhdarên xwe; strana ku bi dil û giyan hîs nekim ez ê nebêjim.

Ji hemû mijûlahiyên min weke kar girtiye dest, rojek hatiye min jê nefret kiriye. Lewma di kar de mecburiyetî heye. Naxwazim xwe mecbûr hîs bikim di muzîkê de. Muzîk bexçeyê giyanê min e û dixwazim wî bexçeyî her paqij bihêlim. Bi hêvî me qet mecbûr nebim. Lewma bi hezkirinek mezin bi muzîkê re mijûl dibim. Kevirê heps û tirba xwe wisa dixemilînim.

Stranên kurdî yên folklorî bûne wekî malê talanê. Hinek stranbêj li gor dilê xwe wan stranan bi kar tînin û ji reseniya wan dûr dixin. Tu ji bo vê yekê dikarî çi bibêjî?

Deriyê xwe qet ji tiştên nû re nagirim, lê çi dibe bila bibe dema stranbêj stranek xwend, divê teqez  çavkanî nîşan bide. Dema stran a kesekî/e din be, divê bêdestûr qet nebêje. Lewra ev dibe destdirêjî û destdirêjî bêrêzî û bêedebiyek mezin e. Ev şerm e. Li gorî min mirovên ji ber xwe fedî dikin  tiştên wisa nakin. Helbet dibe ku stranbêj dema stranekê diafirîne di bin bandora hin stran û stranbêjên din de bimîne. Heta deverekê şibandin dikare were famkirin lê kopîkirin şermeke mezin e. Li gorî min mirovên biaqil tiştekî ku ne heqê wan be qet destê xwe dirêj nakinê. Lewma tiştekî te heq nekiribe û te wergirtibe piştî demekê ew dibe qeyd û dikeve lingê te, dibe jahr û dikeve nav ruhê te. Kesên ruhê wan azad be û ji azadiya xwe hez bikin bawer im ew ê vê yekê nekin. Dema mirov ji darekê fêkiyek jêkir û xwar, divê hinek av bide, der û dora wê tevir bike. Qet nebe divê jê re rêzê bigire. Esîlbûn ma ne ev e?

Bi ya te zor û zehmetiyên li pêşiya hunermendên kurd çi ne?

Huner carna lêgerîna heqîqetê ye û carna jî reva ji heqîqetê. Mijûlahiya bi hunerê re mijûlahiya bi nakokiyan re ye herwiha. Jixwe tu û xwe ji aş û baş ve serê hev diêşînin. Lê hunermendên kurd ji bilî vê yekê neçar in li hember kiryarên politikayên serdestan, yanî çand û ziman û çerxeyên serdest jî têbikoşin. Ev tekoşîn dikare gelek xedar bibe car caran. Wekî heps, kuştin, zext, lînç, birçîbûn û hwd.

Herwiha, zimanê kurdî di qutiyekê de asê bûye. Mixabin bi awayekî sîstematîk ji jiyana rojane hatiye dûrxistin. Dibe ku kurdî qada herî zêde lê azad e dîsa jî muzîk be, lê ji ber ku politikayên bişaftinê li ser kurdî didomin, di gelek waran de dibe astengî û li her kesên ku hunera xwe bi kurdî dikin vedigere. Mixabin asêbûna kurdî ya di qutiyê de hinekî ji sersariya saziyên kurdan e jî…

Kurdî divê bûbûya zimanê bazarê jî. Dema te zimanek ji bazarê û debarê qut kir, êdî ew ziman nikare bi rehetî bêhna xwe vede. Ziman tiştekî zindî ye û li gor pêşketin û guhertinan xwe ji nû ve saz dike. Dema ziman ji bazarê qut bû ji zikakê jî qut dibe. Zimanê di nav malê de asê bibe nikare li zikakê olan bide, êdî li cihê xwe dimîne û tişta ku li cihê xwe bimîne jî paşve diçe. Lewma dem her diherike û li benda kesî namîne. Me kurdan zimanê kurdî kiriye mîna niviştekê û darde kiriye. Herî zêde pîroz dikin û êdî emeliyê pê nakin. Lê wekî rahmetiyê Nietzsche jî gotiye, “Lanetkirin jî cureyekî pîrozkirinê ye.”

Divê em vî zimanî ji nav wan niviştan û qutiyan derbixin û têxin nav laş û ruhê xwe. Ziman bi axaftinê kevn û gemarî nabe. Ew heta avek herikbar be ew ê her xwe nû bike û ew ê bi hêztir û bedewtir bibe.

Weke rexne an jî gazin dikarim ji bo hin hunermendên ku hunera xwe bir kurdî dikin jî çend gotinan bêjim: Di van demên dawî de hin hunermendên kurd hene hemû jiyana wan bi tirkî ye lê sehneya wan bi kurdî ye. Ev nakokiyeke mezin e li gorî min. Helbet mafê her kesî heye bi xwe hilbijartinên xwe bikin. Lê belê mirov nikare vê yekê di vê çerçoveyê de binirxîne. Lewma kurdiya tenê li ser dikê mayî, dereceya dilgermiya hunermend jî dide xuyakirin. Her wiha ew hunermend carna bi hemd, carna jî bê hemd dibe parçeyekî otoasîmilasyonê.

Di kurdî de divê em kurd bi israr bin. Bi gelemperî ji tundbûnê qet hez nakim lê di vê mijarê de tundbûn îro helwesteke gelekî rast e.

Zimannasên kurd dibêjin dengbêjyê nehiştiye ku zimanê kurdî bihele, folklora kurdî wenda bibe.  Li gor te rol û risteke muzîka kurdî ya li hemberî asîmilasyonê heye ku pêşiya asîmilasyonê bigire?

Pişaftina herî bi bandor otobişaftin, yanî otoasîmilasyon e. Li gorî min konetiya serdestan ya herî bi bandor û xedar jî ev e. Rast e, dengbêj bi saya kilaman gelekî bûne bendav li hember vê tofanê. Lê mixabin îro camêran ew vîrus xistine nav ruhê me û em xwebixwe xwe asîmile dikin. Xerabiya serdestan a herî xedar jî dibe ku ev be. Lewma te bi destên te dikuje. Tu bêyî hemdê xwe, xwe dikujî. Li gorî min divê kurd ji xewnên romantîk hişyar bibin. Divê hişmendî were guhertin.  Ev demek dirêje kurd her sal bi awayekî gelekî hişk dişikên. Ji kurdan re serkeftinek lazim e. Hişmendiya neteweyî encax bi serkeftinekê re dikare were avakirin. Di warê hunerê de, di warê zanistê û hwd… Helbet muzîka bi kurdî hêzê dide zimanê kurdî lê ev yek tenê ne bes e. Ev ziman divê derkeve kolan û bazarê…

Di hin stranên xwe de tu ne pergala dengê muzîka kurdî distirê, pergala ewropî ango tamprement  bikar tînî, sedema vê yekê çi ye ?

Li gorî fikra min divê mirov guhên xwe bide çar hêlên cîhanê û dema pêkan bû divê mirov guhê xwe bide gerdûnê jî. Helbet em amûrên rojavayî jî bi kar tînin lewma guhertin û nûbûn hewce ye. Ez vê yekê bi awayekî formulatîf nakim lê belê li cîhana xwe ya hundirîn dinêrim û guhdar dikim û hemû dengên li wir olan didin derdixim holê. Ji xwe ez xwe weke kedkarê hestan dibînim. Ma ne aqilê mirove li ber deriyê dilê wî/ê xulam? Dema li ser stranekê dixebitim tu carî di qaîdeyek weke şêweya ewropî an jî rojhilatî de xwe asê nakim. Çi ji dilê min û hişê min bê û min qanih bike ew e. Lewma weke li jorê jî min got cara pêşîn ji bo xwe dibêjim û paşê jî bi guhdaran re parve dikim. Helbet weke muzîkjen stran û stranbêjên ez diecibînim bandorekê li ser min dihêlin. Ev yek tiştekî gelekî asayî ye. Jixwe cîhana mirov a hundirîn bi destên ecibandin û neecibandinên mirov saz nabe ma? Lê belê şerê min ê herî mezin bi min re ye.

Balkêş e ku tu di muzîka xwe de ji hawê (meqamê) kurdî bêtir yên rojavayî bi kar tînî, sedemeke vê ya taybet heye gelo?

Di warê meqaman de muzîka rojhilatî gelekî ji ya rojavayî dewlemendtir e. Meqamên bi piranî ez bi kar tînim jixwe di muzîka kurdî û bi gelemperî di ya Rojhilata Navîn de jî hene. Lê weke uslûb dibe ku bandora ewropiyan li ser me hebe. Camêran di warê çandî de bandora xwe li tevahî cîhanê kiriye. Lê li gorî min mirov nikare ji muzîka min re bêje rojavayî. Di warê teknîkê de dibe ku em rêbazên ewropî bi kar bînin. Lê hest her rojhilatî ye, kurd e. Mem Ararat bêguman kurd e. Lê hewl dide xwe nû bike. Hewl dide ji pirsên xwe re bersivan bibîne, hewl dide xwe dubare neke.

Mem Ararat, di sala 1981’î de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê.  Di sala 1989’an de malbata wî ji ber pirsgirêkên aborî neçar maye ku koçber bibe. Sala 1991’î li gundê xwe vegeriyane lê di sala 1994’an de ji ber sedemên siyasî dîsa neçarî koçberiyê bûne. Ji sala 2000’î şûnde di platformên cuda de dest bi pêşkêşkirina deng û muzîka xwe kiriye. Heta niha albumên bi navê Quling Ewr û Baran û Kurdîka, Xewna Bajarekî, Niştiman û xebateke (single) ya bi navê “Pîvok” pêşkêşî hezkiriyên muzîka kurdî kirine.