Rojnameya Heftane

Muzîk ne ji bo çîneke bijartî ye

Destpêkê pêşbînî ew bû ku piştî hatina qeyûman, ew ê xebatên me têk biçin û mirov bitirsin lê wisa nebû. Berevajiyê lawaziyê saziyên me yên çand û hunerê mezintir bûn

Hevpeyvîna Rizoyê Xerzî ya bi Şêrko Kanîwar re

Ma Muzîk Center di sala 2017’an de li Amedê hat vekirin û heta niha xebatên muzîkê dike. Di vê hejmarê de, me li  ser xebatên Ma Mûzîkê bi koordînatorê wê Şêrko Kanîwar re hevpeyvîn kir.

Tu dikarî bi kurtî behsa xebatên we heta niha kirine bikî?

Ma Mûzîk di 3’yê adara 2017’an de hat vekirin. Beriya Ma Muzîkê em wek perwerdekar di bin banê Konservatuara Aram Tîgran de dixebitîn. Konservatuara Aram Tîgran girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. Li wir gelek şagirtên me hebûn; me şagirtên xwe wek qursiyer perwerde dikirin. Li wir akademiya me ya ku me mamoste digihandin û akademiya me ya zarokan hebû. Piştî hemû saziyên kurdan hatin girtin, hewce bû ev perwerde nîvco nemîne û xebat bidomin.

Dema Ma Muzîk nû ava bûbû, tevî xwendevan û malbatan 400 kes hebûn. Ma Muzîk jî bi keda hemû xebatkarên vê derê xwe mezin kir. Wê demê wek tîmek tevî xebatkar, perwerdekar û şagirt em 50 kes bûn.  Şagirtên me jî di vê pêvajoya avakirina vê derê de cih girtin. Digel şagirtan 400 malbatên me jî ji bo avakirina vê derê gelek piştgirî dan ku heta îro jî piştgiriya malbatan di vî warî de qet ji me kêm nebûye.

Ma muzîk berdewama karê me yê berê bû. Huner û bi taybetî muzîk, ne ji bo çîneke bijartî ye. Muzîk ji bo her kesî ye û divê her kes karibe xwe bigihîne muzîkê. Me ji vê felsefeya xwe ya perwerdeya muzîkê, bi taybetî em behsa muzîka kurdî ya li vî welatî dikin, sûd wergirt û ev sazî ava kir.

 Gelo temenekî destnîşankirî heye ji bo kesên bixwazin tev li vê perwerdeyê bibin?

Li vê derê perwerdeya muzîkê berî zayînê dest pê dike. Dayikên ducanî beşdarî kursên me dibin. Piştî meha 4’an zarok di zikê diya xwe de pir aktîf dikare deng bibihîze. 4 malbatên me bi vî rengî hatin li vê derê perwerde dîtin. Ev parçeyek ji perwerdeyê ye.

Piştî wê perwerdeyek me ya ji bo 2-5 saliyan ku dê û bav jî beşdar dibin heye. Ev perwerde bi awayekî pîlot cara yekem sala 2014’an li 8 malên me yên dihatin Aram Tîgranê wek pîlot bi 8 zarokan dest pê kir. Em niha êdî dikin wek mîna navendeke taybet a 2 û 5 saliyan. Ev dibe wek dibistanekê. Me ji bo vê projeyê ji Ewropayê alîkarî wergirt. Dê û bavên wan jî beşdarî perwerdeyê dibin. Zarokên ji vir der diçin derbasî akademiya zarokan dibin an jî derbasî kursên Ma Muzîkê dibin.

 Heta niha çend şagirtên we li vir perwerde dîtine?

Hema bêje di 6 salan de, tenê ji bo vê xebatê dibêjim, hejmara şagirtên Ma’yê yên 2-5 salî yên tev li vê xebatê dibin, her sal bi kêmanî 200 e. Tevahî hezar û 200-hezar û 500 zarok heta niha hatine Ma’yê. Li Ma Muzîkê ji destpêka vebûye heta niha zêdetirî 3 hezar kesan serî li me daye. Piştî ku ev merhelaya zarokên 2-5 salî temam dibe, zarok tên akademiya zarokan a temenê wan ji 6 salî heta 14 saliyan e… Derdê me li vir ev e: zarok wê dikaribin giraniya perwerdeya akademîk a muzikê hilbigirin an na; têgihiştina wan a muzîkê xurt e ne xurt e; wê dikaribin di muzîkê de bi pêş bikevin an na; em hewl didin vê bibînin û şûngirên xwe ava bikin. Em hewl didin ku ew bibin muzîkjenên muzîka kurdî, notîstên muzîka kurdî, xebatkarên muzîka kurdî… Loma jî di temenekî biçûk de, akademiya zarokan heye ku 6 salan didome. Piştî 6 salan zarok û malbat heke bi hev re bixwazin, îcar dikarin derbasî akademiya me ya nav hefteyê bibin. Niha di akademiya me ya  zarokan de 140 zarok hene. Ji pola yekê heta 6’an.

Akademiya me ya mezin em dikarên bêjin, di dîroka Kurdistanê de yekem akademî ye ku li Aram Tîgranê dest pê kiriye. Di eslê xwe de akademî 10 salî ye; wek xebat, wek paşxane. Akademiya me ya nav hefteyê, li gorî bernameya hatiye danîn 4 an 5 roj in, 3 salan didome. Zimanê perwerdeyê ji sedî sed bi kurdî ye. Em hewl didin berhevkarên muzîka kurdî bigihînin ku di bin banê Ma Muzîkê de bîra muzîka kurdî wek beşekê heye. Tîmek me ya ji 12 kesan pêk tê heye ku ji gundan stranan berhev dike û notayên wan dinivîse û van tiştên hatine berhevkirin, deşîfrasyona wan dikin, notasyona wan amade dikin.  Me 2 roj berê weşanên Ma Muzikê ava kir; êdî em pirtûkên xwe bi xwe amade dikin. Li ser navê weşana Ma’yê em ê çap bikin. (Notayên stranên kurdî)

 Girtina saziyên kurdan bandoreke çawa li xebatên we kir?

Destpêkê, pêşbînî ew bû ku piştî hatina qeyûman ew ê xebatên me têk biçin, lawaz bibin û mirov bitirsin lê wisa nebû. Ev ne tenê ji bo Ma Mûzîkê, ji bo şano, sînemayê jî wisa bû; berevajiyê lawaziyê saziyên me yên çand û hunerê mezintir bûn. Dema em di bin banê şaredariyê de bûn, şagirtên me evqas tune bûn; têkiliyên me yên navneteweyî evqas ne xurt bûn. Ji ber ku her tim şaredaran û hinek heyetan hevdîtinên navneteweyî dikirin, me tenê karên pratîkî yên hunerê dikirin. Wek vîtrînekê bû, gelek caran di burokrasiyê de hinek tişt dixitimîn. Ez îdia dikim piştî qeyûman hemû xebatkarên çandê hêza xwe ya cewherî nas kir, baweriya a bi xwe zêdetir bû; dîtin ku dikarin çi bikin. Ji bo vê jî Ma Muzîk li gor 4 sal berê, li gor 10 sal berê pir mezintir, xurtir û berfirehtir e. Kalîteyek jî ava bû; êdî bila bi kurdî be, bila ji kevir be na lê êdî bi kurdî be lê bikalîte be.

 Zarokên bi ziman, çand û hunera xwe hînî muzîkê dibin, çi cudahiya wan ji zarokên bi zimanekî din hîn dibin heye?

Dema mirov ji dayik dibe pêşî dibihîze, paşê diaxive. Mirovên bi zimanê xwe perwerde dibin, jixwebawerî, xweîfadekirin û aîdiyeta wan a çandê gelekî zêde ye. Îca heman tişt di muzîkê de jî heye. Heta girêdayî vê di felsefeya perwerdeyê de hinek metodên muzîkê derketine. Mesela Suzuki û Kodali hene; niha metodên wan tên bikaranîn. Ew jî wekî me dibêjin ‘her giha li ser koka xwe şîn tê’, gerek her zarok bi muzîka xwe ya gelêrî dest bi perwerdeya muzîkê bike; bi zimanê xwe yê zikmakî. Ji ber ku zimanê miletekî û zimanê muzîka miletekî heye. Ji bo vê jî dema ku zarok ji çanda xwe û bi zimanê xwe, bi kod û referansên çanda xwe, fêrî hunerê dibin, deriyê aîdiyetê li wan vedibin; teqez dema ku bi zimanê xwe perwerde dibin xwe aîd hîs dikin, xwe biyanî hîs nakin. Ji bo vê bi israr em bi zimanê zikmakî perwerdeya hunerê esas dibînin. Îcar girêdayî vê di kursan de em pirzimaniyê esas digirin. Bi zimanê erebî, îngilizî jî heye lê ji sedî 85-90 bi kurdî em dersê didin.

 Tu wek mamosteyekî bi çi hestan dersê didî şagirtên xwe?

Ez mamostetiyê ji zarokan fêr bûm; zarok mamosteyên min in. Ji ber ku her zarokek cihaneke pir cuda ye.  Xebata min a yekem a zarokan bi 100 zarokan dest pê kir. 100 zarok, 100 cîhan, 200 heb çavên cuda li te dinêrin, 200 heb guhên cuda li te guhdarî dikin, tu mecbûrî ji hemûyan re yek bi yek bibî bersiv. Kelecana wê heye, tirsa wê heye; tu dibî bersiv an na? Piştî ku diqede dema tu hîs dikî vaye te xwe gihandiye giyanên wan zarokan, westandin nayê bîra te. Ez 10 saetan dikevim dersê. Dema ez derdikevim derve ji hêla fizîkî ve bi qasî serê derziyê westandinê hîs nakim. Ji ber ku ji hêla giyanî ve têr dibim. Perwerdeya min a bi taybetî bi zarokan re, ji hêla rûhî  û fikrî ve min ewqasî têr dike wê kêliyê bi rastî jî ez nikarim bi gotinan pênase bikim.

 Tu dikarî ji kerema xwe re hinekî behsa xebatên we yên orkestrayê bikî?

Slogana me ya esasî ‘li her derê muzîk, ji bo her kesî muzîk’ e. Divê muzîk li her derê be; dinya jî xera bibe, kevir li ser kevir nemîne jî divê muzîk li her derê hebe. Divê muzîk karibe xwe bigihîne her kesî. Li Ma Muzîkê 4 orkestra hene. 2 orkestrayên zarokan hene. Yek jê orkestraya rîtmên xwezayî ye ku ji alav û amûrên xwezayî pêk tê. Heta niha li Amedê, bi qasî 15 hezar zarok di vê orkestrayê cih girtine. Niha jî 140 zarokên Ma Muzikê di vê orkestrayê de ne. Îca orkestraya zarokan a profesyonel a akademîk heye. Zarokên akademiya zarokan di heman demê de li keman, sentûr, tar, sêtar, sêtêl, defê û hwd. dixin û distrên. Orkestraya zarokên Ma Muzîkê heye û orkestraya jinan heye ya tenê ji hevalên jin pêk tê. Navê wê jî orkestraya JinMa ye. Orkestraya JinMa ji aliyê hevalên jin ve tên birêvebirin. Her wiha orkestraya me ya mezin heye ya niha ji 25 kesan pêk tê. Orkestraya Ma Mûzîkê heye ya ji hemû endamên Ma Muzîkê yên muzîkjen pêk tê. Di repertuara orkestrayê de bi zaraveyên kurdî (kurmancî, kirmanckî, soranî) stranan hene.

Ji roja Ma Muzîk vebûye heya niha, em serî li projeyên Ewropayê didin ku piştgiriyê bidin me. Sala yekem ji Amsterdamê, mamoste hatin  û li ser rêbazên perwerdeya fêrkirina muzîkê ji bo zarokan rawestiyan. Sala dinê, dîsa di asteke bilind de ji bo perwerdekarên me atolye hatin çêkirin. Projeya me ya sêyem jî me ji stranan pirek çêkir, bi kurdî (kurmancî, kirmanckî, soranî) ermenî û tirkî me ji her ziman û zaraveyekê 5 stranên zarokan ji nû ve çêkirin. Ev jî hatin ber çapê. Me hemû stranên wan qeyd kirin û me ew belav kirine. Projeya me ya îsal a niha didome ‘ji lorîkan ber bi senfoniya rêwitiya newayan’ di dawiya meha 11’an de pirtûka kemanê û pirtûka piyanoyê cara yekem di dîroka kurdî û cîhanê de ew ê hem melodiyên wan bi kurdî hem jî zimanê wan bi kurdî be û dê were çapkirin. Em metodan amade dikin. Enstîtuya Goethe ya Almanyayê, konsolosxaneyên Fransa, Swêd û Holandayê piştgiriyê didin vê projeyê.

 Şêrko Kanîwar kî ye?

Şêrko Kanîwar di sala 1981’ê de li gundê Girbelê yê Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Di sala 2005’an de mamostetiya matematîkê qedandiye. Ji sala 2003’yan û vir ve, li Navenda Çand û Hunera Dîcle Firatê, Konservatuara Aram Tîgran wekî muzîkjen û perwerdekar xebitiye û niha li Ma Muzîk Centerê xebatên xwe didomîne