16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muzîk xilasbûn e!

Sozdar Koçer

Di jiyana me ya rojane de li her dever û  di her riyê de, rêhevalê me yê herî nêz muzîk e. Di her kêliyên xweş, nexweş û tenêtiyê de em muzîkê dikin şirîkên hest û bîranînên xwe. Ew bîranîn û hestên erênî û neyînî xurtir dike – an em di xemginî, tenêtî û qahrê de dixeniqin an jî di kêfxweşî, hezkirin û coşa jiyanê de bi bask dibin. Lê em tik û tenê vêya derbas nakin, lewre her bi muzîkê re, ji ber ku ew şêwazeke mirov bikaribe bêyî xwe îfade û hevokan bi lêv bike, xwe têde bibîne û hîsa fêmkirinê hebe. Mirov dikare bi riya muzîkê xwe ji fikran, cîhanên takekesî û çerxa derdorê qut bike û pê re xwe ji kêliyên jiyanê û fikran xilas bike.

Xilas bike? Kê ji çi!? Van pirsan ji xwe dikim, dema çîroka muzîsyena cihû dixwînim, çîroka Esther Bejerano.

Esther Bejerano di sala 1924’an de li Saarlouis a Almanyayê ji dayik dibe. Keça malbatek cihû ye ku li Almanyayê dijîn. Mîna gelek mînakên din ên malbatên cihûyan, ew jî dibin qurbaniyê guherînên li Almanyayê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de. Malbat tu pêşerojek ronî êdî li Almanyaya naziyan nabîne û plansaziya xwe dikin ji bo sirguniya Filistînê. Di sala 1941’an de rewş çiqas diçe dijwartir û qirkirin zêdetir dibe ku sirguniya wan pêk nayê. Di wê salê de Estherê 17 salî ye. Di heman salê de dê û bavê wê ji aliyê naziyan ve tên kuştin, piştî salek  xwişka wê jî li Auschwitzê tê kuştin û Estherê di kampên kar ên naziyan de tê bicihkirin. Di sala 1943’an de êdî Estherê jî dibin kampa tunekirinê ya Auschwitzê. Li kampa tunekirinê nazî di hewldana avakirina orkestrayekê de ne ku ji keçên cihû yên kampê pêk tê.

Estherê ji ber ku bi piyanoyê dizanibû xwe li orkestraya keçan qeyd kir û dest bi leyistina akordyonê kir. Tevî 40 keçên cihûyan naziyan orkestrayek li kampê ava kir. Dema girtiyên cihû ji kampê bi darê zorê li pey hev diçûn cihên kar, vagonên trênê bi cihûyên ji Ewropayê digihiştin Auschwitzê, cihûyan bibirina daristanên bêveger an jî derbasî cihên gazê – mirinê bikirina, ev orkestra mîna muzîka di ber dîmênekî film an belgefilmî de, dileyist. Ev keçên cihû demek dirêj bûn şahidê qirkirina mirovên xwe. Çi dîmenek sosret e ne wisa, enstrumanek di destê te de be û tu di ber kuştina mirov, xizm, cînar, heval û hezkiriyê xwe de muzikê lê bixî û tu nikarî tu tiştek bikî, nikarî dev ji lêdana muzîkê berdî, ji ber ku leşkerên naziyan bi sîlehên gule li ber, li pişt te rawestiya ne. Ji bo tu neyê kuştin, tu bênavber li muzîkê dixî û hewl didî xwe ji mirinê xilas bikî.

Muzîk ji aliyekî ve Estherê bi fizikî ji mirinê xilas kir, bi ruhî û derûnî ji dîmenên li ber çavan xilas kir û cihûyên kampê bi muzîkê çûn mirinê. Dîsa dipirsim, muzîk kê ji çi xilas kir?

Di heman salê de Esthera nexweş dikeve û nikare êdî di orkestrayê de cihê xwe bigire. Nazî wê dişînin kampa jinan a Ravensbrückê û li wê derê 2 salan di kampa kar de dimîne. Di bihara 1945’an de nazî ber bi têkçûyînê ve diçin, Esther û hevalê xwe ji kampê direvin û amerîkî wê herêmê ji naziyan xilas kirin. Piştî têkçûyîna giştî ya naziyan, êdî gelek cihû berê xwe dan Amerîka û Filistînê. Li wê derê Estherê bi cih bû û piştî du salan tev li orkestraya xebatkaran a Israilê dibe û dizewice. Piştî 15 salan ew tevî malbata xwe dîsa vedigere Hamburga Almanyayê û li Almanyayê di gelek grub û orkestrayan de muzîka xwe berdewam dike û tev li rêxistina antîfaşîst dibe. Ew li her dibistan, panel, qad û saziyên civakî û siyasî, behsa serpêhatiyên xwe dike û nifûsên nû ji bo tiştên bûyî hişyar dike û her ji ciwanan re dibêje: “Hûn ne berpirsiyarê tiştên bûyî ne. Lê hûn xwe sûcdar dikin, dema hûn di der barê vê demê de naxwazin tiştekî bizanibin.“

Ev jina têkoşer ku bi muzîka xwe bênavber li ber xwe da di 10’ê tîrmeha 2021’ê de çû ser dilovaniya xwe. Jina ku ji xwe re soz dabû û digot: “Ez ê bistrêm, heta di cîhanê de naziyek nemîne” koça dawî kir. Êdî divê em bi berdewamî bistrên heta naziyek, faşîstek û nijadperestek li cîhanê nemîne.