spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nakokiya NY’yê

Çend roj berê  Meclisa Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî, Îran wek endam di Komîteya NY`yê ya têkildarî rewşa jinan de ji bo 4 salan, hilbijart. Endamtiya îranê dê di civîna yekemîn a gera 67`an a sala 2022`yan de dest pê bike.

Komîteya NY’yê ya ku ji bo pêşxistina jinan û ji bo xurtkirina wekheviyê ya di navbera her du zayendan de xebatan xwe dimeşîne, komiteya desteya navneteweyî ya sereke ye.

Rêxistinên jinan ên Îranê yên li Fransa, Swêd û Îtalyayê bijartina Îranê wek endam di komîteyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî rewşa jinan de, şermezar kir û got ev endamtiya ku dê 4 salan berdewam bike, ji hemû jinên Îranê re îxanet e.

Komeleyên rêxistinên  Komeleya Jinên Îranê ya Fransayê, Komeleya Jinên Îranê ya li Swêdê û Komeleya Jinan a Demokratîk ên Îranê ya li Îtalyayê daxuyaniyeke hevbeş dan û wiha gotin: “Em komeleyên jinan, hilbijartina rejîma Îranê ya ji bo endamtiya di komîteya NY’yê ya têkildarî rewşa jinan de rexne dikin. Ev yek ji bo hemû jinên Îranî wek îxanetek e ku di dirêjahiya 40 salî de bûn qurbaniyên sereke yên vê pergalê.”