Saturday, Mijdar 27, 2021

Nakokiyên Rûsya û Tirkiyeyê zêde dibin

Hêzên rejîma Sûriyeyê bi fûzeyan êrîşî çend nuqteyên leşkerên tirk û çekdarên girêdayî wê yên li gundewarê Til Temirê kirin. Balkêş e ku ji sala 2019’an ve ev cara pêşî ye ku artêşa rejîmê li vê herêmê êrîşî xalên artêşa tirk dike.

Li gorî çavkaniyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê artêşa Sûriyeyê bi çend fûzeyan êrîşî çend xalên artêşa tirk û çekdarên alîgirê wê yên li Qasimiyê û gundewarên Til Temirê kiriye. Li gorî heman çavkaniyê ev êrîşên artêşa Sûriyeyê bi fermana Rûsyayê pêk hatine, piştî hewldana xistina helîkoptereke Rûsyayê li herêma Til Temirê.

Di van rojên dawiyê de çekdarên girêdayî artêşa tirk bi top û fûzeyan gundê Derdara yê Til Temirê ji xwe re dikin hedef. Dema ku helîkoptereke Rûsyayê li ser gundê Derdara yê Til Temirê digeriya ew bi fûzeyeke dijî balafiran hatiye hedefgirtin lê helîkopterê xwe jê xelas kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî de û bi taybetî piştî bombebarankirina balafirên Rûsyayê bi taybetî li dijî çeteyên li Idlibê, têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ber bi xerabûnê ve diçe.

Heta niha di navbera herdu aliyan de gelek peyman hatine imzekirin û der barê gelek mijaran de lihevkirin û peymanên cuda hatin çêkirin.

Wiha xuya ye ku êdî her aliyekî tiştên dixwest bi aliyê din bide qebûlkirin zêde nemane. Rûsyayê bi riya wan peymanan hemû deverên derdora Şamê, Humusê, Hemayê û hin deverên Helebê ji çeteyan paqij kir û bi alîkariya Tirkiyeyê ew tev li Idlibê civandin.

Artêşa tirk jî bi riya wan peymanan dikaribû gelek deverên Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe û bi taybetî jî deverên wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Li gorî tevger û daxuyaniyên dawî ên rayedarên Rûsyayê wiha xuya dike êdî zêde tiştên bazarê li ser wan bike bi Tirkiyeyê re nemane û dem hatiye ku zextê li wan bike da ku leşkerên xwe ji axa Sûriyeyê vekişîne.

Hêjayî bibîrxistnê ye ku dê di 29 îlonê de hevdîtinek di navbera Erdogan û Putin de pêk were. Dema mirov bala xwe dide daxuyaniyên Erdogan ên beriya çûna DYA’yê û piştî ku bêhîvî ji wir vegeriya, guhertineke mezin di navbera daxuyaniyên wî de derketin holê.

Beriya ku biçe DYA’yê hin peyamên nerazîbûnê li dijî Rûsyayê dan lê piştî ku sefera DYA’yê ne li gorî dilê wî çû serî û rayedarên wî welatî hevdîtin pê re nekirin gotinên xwe 180 derece guhertin.

Erdogan êdî li şûna rexneyên li Putîn dikirin pesnê wî dide û hêviyên xwe yên ji vê hevdîtinê rêz dike. Lewre jî mijarên bazirganiyê derdixe pêş û dibêje em ê hinek din fûzeyên S-400 ji Rûsyayê bikirin.

Êdî muxalefet jî jê re dibêje ji xwe yên berê te kiriye di depoyan de ne û destûra bikaranîna wan tune ye êdî tu çima hinekên din dikirî.

Bi her halî wekî dibêjin hertim ba li gorî dilê melevanan hilnayê. Êdî em ê tev bi hev re bibînin gelo dê ev hevdîtin çi bazarên nû di navbera herdu welatan de derxîne holê û gelo dê helwesta DYA’yê çi be.