Rojnameya Heftane

Divê kurd xwe ji mêtingêriyê rizgar bikin

Di dîroka tevger û têkoşînên şoreşger û her weha yên neteweyî de yên paradigmaya  xwe di asta destpêkê de li ser bingeha azadiya jinê sazî kirine, ez bawer im ne zêde ne. Dîtina azadiya jinê wek temînata azadiya civakê û vê yekê him di asta…

Hişyariya pêla duyemîn

Li cîhanê vîrusa koronayê (Covid-19) hê jî belav dibe. Her çend heta niha dermanê vîrusê nehatibe dîtin û çareserî peyda nebûbe jî, gelek welat gav bi gav derbasî pêvajoyeke asayî dibin û…

Nameyek derengmayî bo Kurdîyê*

Mîrza Metîn**

Zimanê min, çiyayê min, diya kurê xwe, min nebibexşîne!

Ez im, ev ê ku ji te sirgûnkirî û bi zimanê biyanîyan perwerdekirî.

Ez im, ev ê ku jiber pişaftin û xwepişaftinê şerm dike û şerma xwe vedişêre li ber neynika te. Ez im; bêbîn im; bêwelat û bê te bêaqil im.

Û ez bi mîlyonan im. Min nebexşîne!

Ez im, ev ê ku gava biyanîyekê/î tê civatê, dev ji te berdide û yekser dest bi elifbaya bîyanîyan dike. Bîyanîyê te me!

Ez im, ev ê ku bi te xwenebawer e, bi hînbûn û bi zanîna zimanê bîyanîyan xwebawer e. Bawerî tu yî!

Ez im, ev ê ku ji te bêhtir, kêfê digire bi axaftina zimanê bîyanîyan. Kêf tu yî!

Ez im, ev ê ku bi zimanê bîyanîyan diqîre û mafên xwe dîsa bi zimanê bîyanîyan dixwaze biparêze. Deng tu yî, qîr di te de ye!

Ez im dîsa, ev ê ku di nav bîyanîyan de bûye hunermendekî navdar lê bi serê neynûkekê jî  qîmetê nade te. Navdar tu yî, qîmet di te de ye!

Ez im, ev ê ku têra xwe bi elifbaya te napeyive, naxwîne û nanivîsîne. “Na” ez im, “erê” tu yî!

Ez im, ev ê ku ji te zêdetir; ji partîyan re, ji îdeolojîyan re, ji sînoran re, ji alan re, ji olan re, ji serokan re, ji rêxistinan re, ji panotan re û ji xwe re qîmetê dide. Bêguman, bêyî te qet yek jî nabe!

Ez im, ev ê ku deng û zarê te hînî zarokên xwe nake û kêmzarokan mezin dike.

Dîsa ez im, ev ê ku te fam dike, lê nikare bi te bipeyîve.

Ev jî ez im, ev ê ku qet nikare te fam bike, tevî ku ji qewmê te ye.

Ev jî ez im, ev ê ku te ji bîr kiriye.

Ez im, ev ê ku dixwaze hînî te bibe, lê bi salan e nikare gavekê jî bavêje.

Ez im, ev ê ku ji karkerên te yên xwedî fikren cuda re dîsa bi rîya te dibêje xayîn.

Dîsa ez im, ev ê ku te bin pê dike û dibêje ti ne tu zimanî, ti ne zimanê min î.

Heta ev jî ez im, ev ê ku bi saya te bûye rewşenbîr û nivîskar û hunermend û sîyasetmedar, lê  bi ser de, dîsa zimanê bîyanîyan ji xwe re dike qur’an.

Ez im, ev ê ku bi salan e ji bo te tekoşîna sîyasî dimeşîne û xwe diêşîne û dişewitîne, lê belê peyvek jî ji te nagire û nake derman ji êş û birînên xwe re.

Ez im dîsa, ev ê ku ji bo xwendina lorîkekê destûrê dixwaze ji serdestan.

Belê ez im, ev ê ku nikare bi te tîcaretê bike.

Belê ez im, ev ê ku nikare bi te perwerdehî bike.

Dîsa ez im, ev ê ku hewl dide ku tenê bi zimanê bîyanîyan xwe û hebûna xwe û xwebûna xwe fam bike. Bes fam di te de ye.

Ez im, ev ê ku tenê bi zimanê bîyanîyan dîroka te dixwîne. Bes dîrok di te de ye.

Ez im, ev ê ku şabûn û hezkirinên xwe bi te bilêv nake. Bes şabûn di te de ye.

Ez im, ev ê ku hêrs û azarên xwe bi te nîşan nade. Bes hêrs û azar di te de…

Ez im, ev ê ku nikare te bike zimaneke hevçax û gerdûnî. Bes tu hevçax î, gerdûn tu yî. Ez im, ev ê ku bi gotin û peyvên te li ber xwe nade.

Û ez im, ev ê ku (tu lê zêde bike)……………………………………….……..

Zimanê min, pişt û hêza min, maka cûcikên xwe, min nebexşîne!

Daristana dara xwe; aqilê min, welatê min, min nebibexşîne!

Divê ez bi rêzdarî kelpîçekî daynim ser kirin û gotinên wan, ên ku canê xwe bona te kirine şûr û mertal li hemberî zordestan û bi qewlê berxwedêrên berê bibêjim “berxwedan jîyane” û lê zêde bikim bibêjim: berxwedan tu yî. Û erê, divê ez fam bikim ku şûr jî tu yî mertal jî… Çi çare, li dinyayê bi qasî kelpîçekî jî mal û milk û warê min tune ye; ji xeynî deng û rengên te ku ji kelpîçan saxlemtir in. Helbet mal û milk û war tu yî…

Bi hezaran peyv û deng û rengên te hene û her yek jî dibiriqin wek stêrkên te. Roj tu yî.

Ez bi xwe piştî 14 salîya xwe hay ji te bûm û hatim ber baxçeya te,

Di 21 salîya xwe de bi zimanekê şikestî bi rê ketim ber bi cîhana te,

Hatim 40 salîya xwe lê hîn nehatim ber serê deryaya te.

Ruhê min, deryaya masîya xwe, min nebexşîne!

Dîsa jî bextewarim, ku îro qels be jî, dikarim bi te bixwînim, binivîsim û bipeyîvim.

Na, qurbana şa’irên te yên xewnazad, dîsa jî min nebexşîne, min pir xeletî kiriye li hemberî te!

Jiber ku xewn û xeyal û hizrên min bi temamî hîn ne bi Kurdî ne.

Heta ku ez dengê te yê şêrîn nekim welatê xwe,

Heta ku xewn û xeyal û hizrên min bi temamî nebe Kurdî li welatê te, min nebexşîne! Zimanê min, bîr û hafizeya min, hebûn û xwebûna min, asîmana teyrê xwe;

Heyho, ez ne yek im ne dudo, ne sed im ne hezar,

Bi mîlyonan im û bê te bûme bê ruh û bêzar.

Ku ez bi xwe nikaribim, bi zordestîyê re jî nikarim.

Ho zemano! Ho rastîyo!

Ziman berxwedan e, “berxwedan jîyan e”!

Roja Zimanê Kurdî li me pîroz be!


* Ev name di 20ê Rêbendanê 2020an de li Kolnê hatîye nivîsandin.

**Şanonûs