spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetiya Qedafî û 24 kesên din hate betalkirin

Doh Saziya Bilind a Hilbijartinan diyar kir ku wan namzetiya Seyfulislam Qedafî û 24 kesan a ji bo serokomariyê betal kiriye. Saziyê li ser malpera xwe ya fermî navê kesên ku endamtiya wan hatiye pejirandin aşkera kir.

Saziya Bilind ya Hilbijartinan bi biryara hejmar 79 biryara betalkirina 25 namzetan daye. Di nava lîsteya ku navê wan hatiye redkirin Seyfulislam Qedafî jî heye û li gorî saziya Hilbijartinan astengiyên qanûnî li pêşiya namzetiya wî hene. Lê li gorî parêzerên Qedafî ew biryareke siyasî ye û dozên ku der barê Qedafî de hatine vekirin hîna yek ji wan bidawî nebûye.

Parêzerên Qedafî dibêjin ku ew ê ji bo betalkirina vê biryara Saziya Hilbijartinan serî li rê û rêbazên qanûnî bidin.

Ji aliyekî din ve navên ku namzetiya wan hatiye pejirandin û di rêza serî de cihê xwe digirin ev in: Serfermandarê Artêşa Lîbayayê Xelîfe Hefter, Endamê berê yê konseya serokatiyê Ehmed Miêtîq, Wezîrê karên hundir yê berê Fethî Başaga, serokê parlamentoyê Eqîla Salih, serokê hikûmeta demî Abdulhemîd Dubeybe û serokê hikûmeta demî ya berê Xelîfe Xuwêl.

Hêjayî gotinê ye ku heta roja dawî ya serîlêdanan 98 kesan ji bo namzetiya serokomariyê serîdan kiribû, doh Saziya Bilind a Hibijartinan serîlêdana 25 kesan ji wan red kiribû.