19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nanê kelê û gotinên şor

Deyndar Mendo

Dîkê qoqo Erdogan rojên borî bi minasebeta şewata li Tirkiyeyê du caran bi dengê bilind axivî û got ‘kesên ji ber şewatê hatine girtin têkiliyên malbatên wan bi PKK’ê re hene.’ Nanê kelê û gotinên şor! Erê yaw, tenê ne têkiliyên malbatên wan ên mal û binemal, heta binê binemalên malbatên wan jî bi PKK’ê re hene. Ev çi şol e yaw, ‘tu kîjan kevirî bilind dikî PKK di binî de ye!’ Bi xwedê ji aliyekî ve rast gotiye, têkiliyên her kesî bi PKK’ê re hene. Çi nepenî çi nîvpenî û çi jî pen bi penî, lê hene ez jî dizanim. Dem û dewra we jî qediya, dîkê qoqo Erdogan bi we hesiya bê hûn kî ne, çi ne û çi dikin? Niha yekê li ser twitirê binivîse û bibêje ‘kî ne em?’ û paşê… paşê serê wî/wê dê bikeve belayê! Xwedê neke, ma çi pirs kiriye…

Mirad û mexseda dîkê qoqo ew bû ku komikên xwe yên faşîst û şoven li kurdan sor bike lê weke dixwest nebû û pêk nehat. Lê wê dev ji hekûpeka xwe bernede.

Kurdistana gewre

Min got qey Nêçîrvan Barzanî tiştek girîng gotibû. Halbukî negotibû, wele belkî jî di nav toz û dumana kaosa Rojhilata Navîn de gotibe û li ber bayê ketibe. Lê gotiye ‘Herêma Kurdistanê beşek biçûk a ji Komara Îslamî ya Îranê ye.’ Dema Nêçîrvan Barzanî û şandeya xwe li Îranê bi Serokomar Îbrahîm Reîsî re hevdîtin dikir, gotin xweş û beş dikir, Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (Rojhilat) Mûsa Babaxanî li Otela Gulî Silêmanî hat qetilkirin. Dîsa hê aqûbeta endamên PYD û 3’ê gerîlayên HPG’ê ne diyar e. Çawaniya gotinê li dera hanê, Kurdistana gewre di devê Nêçîrvan de bû beşek biçûk a ji Komara Îslamî ya Îranê. Belê, dengê we tê guhê min, hûn dibêjin têkiliyên Nêçîrvan Barzanî û Tirkiyeyê di çi astê de ne? Ji kerema xwe vê pirsê ji Nêçîrvan Barzanî bikin. Lê ez dikarim texmîna xwe bibêjim. Herhal dê bibêje têkiliyên me bi Tirkiyeyê re di asta biçûk de ne! Axirê ne gotin gotin e û ne jî kirin kirin e.

Aşî bibin bi erdê re kaş nebin

Ev demeke dirêj e mirovên qedirşînas û aşîbûyî bangê li gel dikin da ku her kes derziya aşiyê li xwe bide û belaya nexweşiyê bi vî awayî bê berterefkirin. Lê yên aşîbûyî û neaşîbûyî li hev nakin.

Şaxa SES’ê û Odeya Bijîşkan a Ruhayê û 24 saziyan ji bo xelkên Ruhayê aşî bibin meşiyan. Serokê Odeya Bijîşkan a Ruhayê Osman Yuksekyayla axivî û got ‘a niha nexweşxaneyên Urfê tije nexweşên koronayê ne û tev jî yên aşînebûyî ne, ma çi heqê we li me heye? Baş e, hûn aşî nabin, lê çima hûn dijberiya aşiyê dikin, baş bizanin heta hûn aşî nebin dê mirinên ji koronayê bidomin.’ Dîsa bijîşkên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê gotin nexweşên  li nexweşxaneyê tev ên aşînebûyî ne. Camêr û canikên bijîşk mafdar in.

Min hinekî bala xwe da psîkolojiya kuçe û kolanên Kurdistanê; yek dibêje em aşî bibin zarokên me çênabin ên din dibêjin em aşî bibin piştî sê salan kit û kewt ji me namînin, hinek jî dibêjin dê dilê me bisekine, yê dî dibêje bi rêya aşiyê çîpê berdidin bedena me û hwd. Çîrçîrok û çîrokvan bi şev û roj, mal bi mal li Kurdistanê digerin.

Di serî de dema min got aşî, rehma xwedê lê be Arşîmend hat bîra min. Dema hêza ragirtina avê kifş kiriye gelek şad û bextewar bûye û lûçtazî  daketiye nava gel û gotiye mîn dît. Çi dît? Hêza ragirtina avê! Me jî got aşî peyda bûye, me negot dermanê her tiştî ye!

Weke gotinên dawî; nanê kelê nexwin û gotinên şor nekin, nebêjin Kurdistana gewre û xwe biçûk nekin, nebêjin em aşî nabin, aşî bibin û bi erdê re kaş nebin! bijî bextewarî…