Rojnameya Heftane

Nanê tendûrê…

Wexta ez hê ciwan bûm, hemû kar û barên malê li ser pişta min bûn, ew karana min bi xwe, bi zanebûn dabûn ser pişta xwe. Ji ber ku di nav malê de xebitîn ji min re wek evînekê dihat. Niha ji min re bêjin; rabe kar û barê malê bike, ez ê pir aciz bibim, qet hez nakim karê malê bikim niha…

Lê wê demê kelecanek li ser min hebû, min dixwest, dema ez dixebitim bila hemû der û cînar pesnê min bidin. Ka aqil?… Ew dem jî di wexta xwe de xweş bû. Ez vegerim ser çîroka ciwantiya xwe. Diya min û jinapa min her dem bi hevûdu re diketin pêşbirka nanpêtinê, herdûyan jî digot nanê destê min pir xweş e, lê rastî jî nanê jinapa min xweş çêdibû, dema li ber tendûrê rûdinişt, di nav saetekê de nanê deh rojan li tendûrê dixist.

Diya min jî ji wê kêm nedima lê me ji nanê destê jinapa min petiye pir hez dikir, me bi dizî nanê wê dixwar, ger diya min bidîta wê gijika serê me bibirçikanda. Dîsa di nav wan rojan de ew rabûn hevîrê xwe hasil kirin, (bê min çiqas dixwest ez destê xwe bikim nav wî hevîrê rehn û bihasilînim, lê tu carê destê min nedikete nav) ez li ber destê diya xwe diçûm û dihatim; avê bîne, çewalê ar bîne, here hinek kerme bide kêleka tenûrê, der û dora tendûrê gêzî bike û her wekî din.

Karê min ev bû. Heta hevîr hilat, me tendûr vêdixist, agirê wê gur dikir, ji bo dîwarên wê bisincirin û nanekî baş bê lêxistin. Vir de û wê de, hê ji diya min hevîrê xwe nivî nekiribû, jinapa min li ber tendûrê radibû jî. De ka binêrin diya min çawa hêrs dibû, bi ser me de dikir qîrewîr, em li dora wê diçûn û dihatin lê feyde nedikir.

Digot, jintiya min tendûra xwe ne bi kerma, bi daran vêdixe lewma ew nanê xwe ji min zûtir dipêjîne. Îca hêrsa xwe di serê bavê min de derdixist. Ew wisa di nav wê hêrsê de bû, bavê min ji derde hat, li ber tendûrê rûnişt got, ez birçî me, ka ji min re hevrîşkekê çêke, diya min di nav xuhdanê de maye, di bin çavan de li bavê min mêze kir û rabû ser piyan û got, erê, heke dilê te hevrîşk dixwaze here bila jina birayê te ji te re çêke, nanê min ne nanê hevrîşkê ye. Rabû çû derva.

Ez û teşta hevîr li beranberî hev man. Min xwe bi xwe got, eva firsendeke, hemî hêrsa diya min wê koka me biqelîne, bila di carekê de biqelîne. Ez li ber tendûrê rûniştim, min bi eşqeke mezin ew hevîrê di teştê de mabû pet, nanê min ji yê jinapa min mezintir, xweşiktir û hem jî zer û zirav bû.

Dema diya min şerê xwe li tevî bavê min qedand û vegeriya aliyê tendûrê, dît nanê min pêtiye li ber çavên wê wek zêrê zer xuya dike. Lê min bi tirs got, heke min hevîrê mayî nepêta wê hemû tirş bibûya û bi kêrî tiştekî jî nedihat.

Diya min kelogirî bû, hêsir ji çavan bariyan, ez dam ber hembêza xwe. Lê ew dem per û baskên min hebûna ez ê bifiriyama. Mesele ne ya kerme û daran e, mesele evîna di dil de bû, li gorî fikra min. Êdî ez bûbûm kebaniya malê…