spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nasname û vîna xwedayî

Meha remezanê di çanda îslamê de wekî meheke pîroz tê pênasekirin. Bi wateyeke din meha xwe paqijkirina ji guneh û heramiyan e. Ango bi wateya rast qonaxa empatiyê, hewla fêmkirina kesên beramber, li beramber afirînerê mezin û pîroz platformeke rexnedayînê ye ji bo hemû bawermendan.

Hemû rêûresmên wekî rojî, nimêj, fitir, zekat û hecê bi vê armancê tên kirin. Ango xeletî û nebesiyên xwe bi rêya başiyan xwestina lêborîn û xwe di warê manewî de pak û paqijkirin, armanca van rêûresman e. Li gorî baweriya ola îslamê, tu mirov ji ber nijad û neteweya xwe, reng û zayenda xwe, ziman û çanda xwe û cudahiya xwe ne tawanbar e û afirînerê hemû zindeweriyê xweda ye.

Bi zanîna van xalên jor, em dikarin hinekî li nasnameya xwe binêrin. Wekî zindî em xwedî nasnameyeke hevpar in; mirovbûn. Zayend, nijad, reng û çermê me rastiya me ya ku em hemû ji hiş û giyan pêk tên naguherîne. Di hemû mirovan de zagona pêkhatina hiş û giyan hema wekî hev dixebite û li gorî hemû baweriyên olî ev berhema afirîneriya xwedayî ye.
Di roja me ya îroyîn de, yek ji xalên herî girîng û li ser tê sekinandin nasname ye. Ji ber li gorî pisporên mijarê, nasname taybetmendî û çawaniya kesî nîşan dide. Di heman demê de ferq û cudahiya kesî datîne holê. Bi wateya giştî hemû taybetmendiyên kesî di nav xwe de dihewîne. Bêguman, ev mijarek dorfireh e û dîsa li gorî kesên bi vê mijarê re eleqeder dibin, gelek nasnameyên mirovan hene. Mirov bi rêya nasnameyê bi civaka derdorê re têkiliyan saz dike û ahengekê pêk tîne.

Yek ji van nasnameyan nasnameya mirov a genetîk, nijadî ye. Ev bi serê xwe û li derveyî îradeya mirov pêk tê. Her wiha nasnameyeke mirov a çandî jî heye. Di nasnameya çandî de faktora herî girîng ol e. Ol ne tenê cîhana baweriya mirovan, bandor li jiyana civakî û çandî ya mirovan jî kiriye. Ji komika herî biçûk malbatê bigire heta hiqûq, siyaset û têgihiştina aboriyê jî bi awayekî berfireh bandor li wan kiriye û teşe daye wan.

Di ser van nasnameyan re jî nasnameya neteweyî heye. Wekî tê dîtin di ser nasnameya me ya mirovî re gelek nasnameyên xwedestî hatine barkirin. Di avakirina van nasnameyan de rola sereke ya çandê ye.

Her wiha di serdema me de ku serdema modernîteya kapîtalîst e, nasnameyeke di ser van nasnameyan hemûyan re jî heye; nasnameya mirov a aborî. Di vê pergalê de hema bêje pere rola pîroziya xwedayî girtiye ser xwe û nirxa mirovbûnê bi asta aborî tê pîvan. Bêguman, ev tiştên me li jor destnîşan kirin hemû jî vîna xwedayî ya di çêbûna van tiştan de paşguh nake li gorî baweriyên olî. Ji ber li gorî hemû baweriyên olî, zilikek biçûk jî bêyî vîna xweda nalive û her tişt bi vîna xweda pêk tê.

Ger mirov bi vê rastiyê bawer be, wê demê nabe kes ji ber tu nasnameyek xwe bê tewanbarkirin. Tawanbarkirina mirovan ji ber nasnameya wî/wê redkirina vîna xwedayî lidijderketina wê vînê ye. Wekî mînak, îro bi hezaran kurd ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê di girtîgehan de ne. Ji ber heman nasnameyê zilm û zorî li me kurdan tê kirin; girtin, îşkence, kuştin, derbederkirin û hemû kiryarên li dijî pîvanên mirovatiyê yên li ser civaka kurd tên meşandin di bingehê de xwe dispêrin dijberiya li hember vê nasnameyê. Gelo ger kurd ji aliyê xweda ve hatibin afirandin, ne mafê kurdan e ku heyîna xwe azad bijîn? Çand û ziman, civak û nirx, bi kurtî înkarkirina hebûna kurdan nayê wateya lidijderketina vîna xwedayî? Di cihekî de te haşayî li afirîneriya xwedayî anî û te qebûl nekir ku yên ji aliyê xweda ve hatin afirandin bi orjîna xwe bijîn, ev nabe destkariya li vîna xwedayî?

Ji ber tu mirov beriya ji dayik bibe nikare bêje divê ez bi vê zayendê, ji vê nijadê, endamê vê civakê, çand û neteweyê, vê çîn û baweriyê ji dayik bibim. Wê demê ji ber van nasnameyan tawanbarkirin, mezintirîn guneh û tawan e li beramber baweriya bi xweda. Ji ber van nasnameyên kes, kom û civakan zilm, zorî, girtin, kuştin, asîmîlasyon, derbederkirin an jî mecbûrî haşayî anîna li nasnameya xwe ya hiştin jî haşayî anîna li heyîna xweda ye. Nasnameya mirovekî her çi dibe bila bibe wekî sedema tawanbarkirin û çewisandinê dîtin, haşayî li heyîna xweda anîn e. Di heman demê de, ji ber daxwaza hinekî din xwe înkarkirin jî tê wateya înkara xweda. Ango bi qasî yên zilmê li ser van nasnameyan pêk tînin gunehbar in, di heman demê de yên li ber vê zilmê serî ditewînin, vê zilmê erê dikin, haşayiyê li nasnmaya xwe tînin jî ji rêya xweda derdikevin, dibin şirîkên tawanbaran û gunehan dikin. Ji bo kesên wisa tu mehên pîroz, rêûresmên olî nikarin tawan û gunehên wan paqij bikin.

Parastina rûmeta xwe ya mirovbûnê, bawermendiya rast, di serî de rêzdayîna cudahiyên xwe, xwedîderketina li hebûn û nasnameya xwe, cudahî wekî fermana xwedayî dîtin û pîrozbûna wê parastinê ve gengaz e. Nexwe zayenda xwe, nijada xwe, çanda xwe, zimanê xwe, baweriya xweînkarkirinê, di rastiyê de radestbûna evdan û înkarkirina xweda ye. Bi zanebûn an bi nezanî haşayî li xweda anîn, heyîna xweda bi cudahiyan ve afirandî red kirin, hewla guhertina vîna xwedayî, tê wateya nepejirandina vîna xweda û destwerdana li vîna xwedayî. Bi vê wateyê, zayendperestî, olperestî, nijadperestî, dijberiya ekolojîk, dagirkerî û mêtingerî, înkar û faşîzm hemû destwerdana li vê vîna xwedayî ye. Li dijî van bêdeng mayîn û pejirandin, serî tewandin û ji ber berjewendiyên cuda erêkirin jî bi heman wateyê ye. Lewma wekî pêdiviya bawermendiya rast, divê di bin her şertî de mirov li hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameya xwe xwedî derkeve. Di heman demê de rêz bide cudahiyan, cudahiyan ji ber vîna xwedayî wek dewlemendî bipejirîne û azadiyê wekî pîvana sereke ya baweriyê bibîne. Wekî encam bawermendiya rast, li hember her awayê zilmê û zaliman têkoşîn û raberkirina helwestê ye.