25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nasnameya niştimanî biparêzin’

Li gel êrîşên ku li Rojava pêk tên jî gel xebatên siyasî, aborî, çandî, hiqûqî didin meşandin. Her wiha hewldanên ku bi pekhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin mohra xwe li xebatên siyasî dide. Herî dawiyê bi navê “Qirkirina nijadî û guhertina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” komxebatek hat lidarxistin û nîqaşên berfireh hatin kirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) bi navê “Qirkirina nijadî û guhertina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” komxebatek li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Kantona Qamişloyê hat lidarxistin. Siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, saziyên mafên mirovan, akademîsyen û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li komxebatê bûn. Komxebat di 18’ê kanûnê de pêk hat û rojek dom kir.

Belge hatin komkirin

Encamnameya komxebatê  hat aşkerakirin. Ji encamnameya Komxebatê çend xalên girîng: “Mal û milkên ku hatin talankirin, kuştina sivîlan, rewşa koçberan hatin belgekirin. Divê sûcdar bên cezakirin û dozgeriya navneteweyî û rêxistinên parastina mafên mirovan li gorî berpirsyariya xwe tevbigerin.

 Bila koçber vegerin

Ji saziyên civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku stratejî û çalakiyên siyasî û mafnasiyeke wekhev pêk bînin. Her wiha ji dewletên ku misogeriya rêkeftinên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine hat xwestin ku divê êrîşên li ser herêmê rawestînin û bila koçber vegerin herêmên xwe.

Berxwedana xwe bilind bikin

Divê civaka navneteweyî komên wekî Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê di lîsteya terorê de binirxîne. Saziyên NY’ê bi erka xwe tevbigerin û vîna siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hemû xebat û kongreyên girêdayî qeyrana Sûriyeyê bikin. Divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin ku sûcdar bên darizandin. Asta piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên QSD’ê zêde bikin, berxwedanê bilind bikin û nasnameya niştimanî biparêzin.”

Li dijî kiryaran yekitî

Endama Meclîsa Kantona Efrînê Nûrşan Husên tevlî komxebatê bibû qala qirkirina nijadî û guhertina demografiyê kir û wiha got: “Çareseriya herî sereke ji bo kiryaran divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiyek ava bikin.”

Husên, di axaftina xwe de bal kişand ser mijarên komxebatê û wiha dom kir: “Li dijî qirkirina nijadî, çandî û fizîkî komxebatek hat lidarxistin û di komxebatê de li ser çareseriya pirsgirêkan jî nîqaş hatin kirin. Gelê Sûriyeyê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wekheviya gelan ava bikin her tim têkoşîn dane.”

Nûrşan Husên diyar kir ku guhertina demografîk a Efrînê, bi belgeyan pêşkêşî komxebatê kirine û wiha got: “Me belgeyên guhertina demografiya Efrînê pêşkêşî komxebatê kirin. Di belgeyan de kiryarên li ser gel hatine meşandin, binpêkirina mafên mirovan û hejmara kesên ku hatine qetilkirin, revandin û îşkencekirin hemû nivîsandine.” Husên, da zanîn ku bi yekitiyê dê li dijî kiryaran derkevin û mafê xwe biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel çiqas bibin yek û ronakbiriyekê avabikin ewqas wê bi ser kevin. Bila sazî û rêxistinên navneteweyî ji bo guhertina demografiyê bê deng nemînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê