Rojnameya Heftane

Wekî berxê li ber maka xwe

Veysî Varli

Nêçîrvanên dengên kurdî vê carê jî li pey dengbêjê ciwan Murat Akbaşli ketine. Murat wekî berxikê li ber maka xwe li gund xwe diparêze. Ew jî li bendê…

Furûxa tenha

“We în menem zerî tenha der astaneyî felî serd derîptîdayî derki hestî alûdeyî zemîn weyesî sadewu xemnakî asîman we natewaniyî în desthayî…

Nasnavê edebiyatê ziman e

Rizoyê Xerzî

Nivîsandina bi kurdî bi serê xwe, li dijî siyaseta asîmîlasyonê ye

Nivîskar û rojnamevan Firat Cewerî, cara pêşî bi riya kovara Nûdemê ku li Swêdê dihate çapkirin, min navê wî bihîst. Nûdem di nav 10 salan de 40 hejmarên xwe gihandin ber destê xwendevanan. Heta niha derdora 40 berhemên wî hatine çapkirin. Me xwest ku di çilsaliya nivîskariya wî de , bi çend pirsan, em serbûriya van 40 salên bi liv û tevger ji Firat Cewerî bipirsin û bi xwendevanên rojnameya Xwebûnê re parvebikin.

Qedera gelek kedkarên zimanê kurdî û berhemên wan li mişextî û xerîbiyê dest pê kiriye. Tu dikarî ji kerema xwe, di vî warî de hinekî behsa çîroka xwe bikî?

Ez di salên xwe yên naşîtiyê de ketim nav siyasetê. Piştî ez ketim nav siyasetê, digel xwendina kitêbên îdeolojîk, min dest bi xwendina şairên mîna Mayakovskî, Lorca, Nerûda û hwd kir. Min hew dît qelem di destê min de ye û ez dinivîsim. Min bi tirkî dixwend lê min bi kurdî dinivîsand. Ya min wek protestoyekê bû, li dijî neheqî û siyaseta înkarê serîhildanek bû.

Min di hijdehsaliya xwe de defterek helbest nivîsandibû. Lê ji ber ku qedexe bû, min ew deftera xwe di deverên cihê de vedişart. Devera herî ewle paşila diya min bû. Gava esker û polîsan ji nişkê ve digirtin ser taxê, an sermalê, min ew defter divirvirand ser diya xwe, wê jî hema dadidayê û di paşila xwe de vedişart. Min rebena diya xwe jî kiribû şirîka tirsa xwe. Gava salan xwe nêzîkî 1980’yî kir û dengê teperepa postalên leşkeran hat, ez li riyekê geriyam ku welêt biterikînim.Temenê min jî gihiştibû nozdehan. Min di ser sînoran re xwe bi hezar zehmetiyan gihand Swêdê. Lê, berî ez derkevim, ji bo ez bikaribim helbestên xwe jî bi xwe re derxim, min hemû deftera xwe ji ber kir, sernavên helbestan di binê piziya xwe de veşart û xwe gihand Swêdê. Hema ku ez gihiştim Swêdê min tavilê ji xwe re deqtîloyek kirî û ez rûniştim, min hemû helbestên xwe nivîsandin û di eynî salê de bi navê ‘Êrîş Dikin’ da çapê. Ew sal ev sal e ez di wê rêwîtiyê de dimeşim.

Xewn û xeyalên Cewerî der barê xebatên zimanê kurdî de çi bûn û kîjan xewnên te çûn serî kîjan nîvco man?

Gava ez niha li salên xwe yên buhurî vedigerim, ez dibînim ji roja ku min gava xwe avêtiye Swêdê ez vala nesekinîme. Min her nivîsandiye. Di warê kovargerî, çapemenî û nivîskariyê de çi ji min hatiye min kiriye. Ya rastî, bila nebe wek pesnekî, min heta niha çi dabe ber xwe, min li gora taqeta xwe biriye serî. Lê xewn û xeyala min ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û kurd êdî ne ji ber zimanê xwe şerm bikin, lê ji ber serbilind bibin.

Di salên dawî de nivîskarên kurd ji helbest û çîrokan bêtir berê xwe dane romanê, li gorî, we romana kurdî di kîjan ast û qonaxê de ye?

Di gelek kultur û zimanan de, ji bo gelek nivîskaran helbest destpêka nivîsê ye. Ew bi helbestê dest pê dikin û paşê derbasî şaxên din ên edebiyatê dibin. Ev yek li ba me jî welê ye. Ez bala xwe didimê ku gelek keç û xortên me dixwazin di cîhana romanê de bilivin. Ew bi islûb û awayên cihê dinivîsin. Lê serwext in. Haya wan ji edebiyata dinyayê heye. Ew bi zimanekî qedexe, dixwazin edebiyateke ku sînoran gav dike û ber bi gerdûnîbûnê ve dikeve rê biafirînin.

Piştî 40 salan kedkariya di xebatên zimanê kurdî de çi xwezî û hêviyên te hene, yanî heke Firat Cewerî niha vegeriya salên 90’î wê çi kiriba, wê çi nekiriba?

Min di salên salên 90’î de dest bi derxistina kovareke edebî Nûdemê kir. Min xwest ez nivîskarên kurd ên seranserî dinyayê di binê sîwanekê de bicivînim û pê hewl bidim ji bingeha edebiyata kurdî ya modern re du keviran deynim ser hev. Ez dibêjim, heke ez îro li salên 90’î vegeriyama min ê dîsa bixwesta kovareke bi rengê Nûdemê derxista. Min ê bixwesta jiyana xwe têxim oxira ziman û edebiyata kurdî. Her ku min du gotin li kurdî zêde kirine ez ew çend pê dilşa bûme. Mijûlbûna min a bi kurdî bûye bingeha jiyana min û çavkaniya dil  şahiya min.

Te kar û xebatên ziman di warên cuda de kirine tu bêtir xwe di kîjan berhemên xwe de dibînî, an jî bi gotineke din te kela xwe di kîjan berhemê de hênik kir?

Roman bû rawestgeha min a dawî. Loma ez bêtir xwe di romanê de dibînim. Her romanek ji bo min dibe destpêka jiyaneke nû. Ez ji bo avakirina romanekê, cîhanekê jî ava dikim. Ez mirovên nû derdixim, nav li wan dikim, qederekê li wan bar dikim û wan dixim tevgerê. Ez carina dibim yek ji karakterên romanên xwe û bi wan re tevdigerim. Ez bi wan re didim û distînim, bi wan re dipeyivim, bi wan re radizêm, bi wan re radibim. Ew dibin kesên min ên herî nêzîk. Loma, gava ez romanekê diqedînim û ji weşanxanê re dişînim, êdî ew karakter jî ji min bi dûr dikevin, ji jiyana min derdikevin, difirin û diçin. Bawer bike ez gelek caran hizna wan dikişînim. Lê, piştî demekê ez dest bi avakirina hin karakterên nû dikim û hêdî hêdî hogirî wan dibim. Piştî tam bi wan re dibim yek û roman ber bi weşanxaneyê dikeve rê, ew jî ji jiyana min derdikevin. Jiyan bi vî awayî berdewam dike…

Çend berhemên we yên bi zimanê tirkî jî hene, çima te hewcedarî dît bi zimanekî din binivîsî?

Min tu carî edebiyat bi tirkî nenivîsandiye. Gava zimanê kurdî bi her awayî qedexe bû, min nedixwest û destûr nedida ku berhemên min wergerin tirkî jî. Piştî ew qedexeya li ser zimanê kurdî hinekî sivik bû, min jî destûr da û heta niha heft kitêbên min wergeriyane tirkî.

Li gorî nêrîna min nivîskarên kurd ên ku berhemên xwe bi zimanekî din dinivîsin ew tu sûdê nadin pirtûkxaneya kurdî û ew berhem dibin malê zimanê ku pê hatiye nivîsandin, hûn çawa şîrove dikin gelo?

Nasnavê edebiyatê ziman e, kî bi kîjan zimanî binivîse, edebiyata wan daxilî wî zimanî ye. Hejmarek mezin ji kurdan bi tirkî dinivîsin. Ez nabêjim ew mirovên xerab in an ne nivîskrên baş in, lê di kategorîzekirina edebiyata wan de ez nikarim edebiyata wan têxim nav edebiyata kurdî. Îro, gelek kurd êdî ne tenê bi tirkî, ew bi gelek zimanên dinyayê dinivîsin. Reaksiyona me ya li hemberî tirkî ew e ku zimanekî serdestî li me û zimanê me kiriye, bi zorê bûye zimanê me, loma em li hemberî wî dilşikestî ne.

Di demên dawîn de ji bo parastina ziman û çandê platform tên avakirin. Hejmara ragihandinên ku bi kurdî weşanê dikin zêde ne û di qada civakî de xwe gihandina kesan rihetir bûye. Li gorî te astengiya li hemberî zimanê kurdî ya herî mezin çi ye?

Bêguman ev platformên ku ji bo parastina zimanê kurdî tên avakirin pir hêja û hewce ne. Yek jê, ew dîwarê neyartiyê ji nav kurdan radibe, kurdên ku di warê siyasî de mîna hev nafikirin tên ba hev û hêviyekê dide civata me ya ku di nav bêhêvîtiyê de fetisî ye. Ev gav hemû baş in. Lê divê ev gav berfirehtir bibin, bi awayekî dîplomatîk têkeve qada navneteweyî jî û di doza perwerdeya bi zimanê kurdî de bi cih bibe. Astengiya li ber zimanê kurdî ew e ku statuyeke zimanê kurdî tune. Zimanê kurdî hê jî tenê zimanê malê ye, heta li gelek malan jî cih lê teng bûye. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanekî fermî. Li hemû saziyan, li hemû dezgehan kurdî wek zimanekî fermî hebe…

Ji bo pêşîgirtina li windabûna zimanê kurdî divê çi were kirin di vî warî de çi dikeve ser milê nivîskarên kurd û her wiha hemû kurdan?

Berî her tiştî divê nivîskar û siyasetvanên kurdan li hemberî hev bi tolerans bin, neyartiyê ji nav xwe rakin û bi dostanî nêzîkî hev bibin. Bila wek hev nefikirin, lê ji bo bidestxistina mafên xwe divê bi hev re tevbigerin. Ev yek hem ji bo pêşîgirtina li wendabûna zimanê kurdî, hem jî ji bo bidestxistina mafên perwerdeya bi zimanê kurdî. Herçî nivîskarên kurd e, ji xwe tiştê ketiye ser milên wan dikin, digel hemû zehmetiyan bi zimanê xwe dinivîsin. Nivîsandina bi kurdî bi serê xwe li dijî siyaseta asîmîlasyonê berxwedan e. Lê nivîskarên kurd dikarin ji bo bidestxistina mafên perwerdeya bi zimanê kurdî lobiyan ava bikin. Em carinan hin lobiyan ava dikin, lê cihoka me riya gola xwe nabîne û heta ku rê dibîne dimiçiqe. Loma, divê siyasetvanên kurdan, bi awayekî pir cidî li ser girîngiya zimanê kurdî rawestin. Divê siyasetvanên kurdan daxwaza zimanê kurdî tenê di sloganan de nehêlin û bikin yek ji armancên xwe yên sereke. Nêrîn û îdeolojiyên wan çi dibin bila bibin, divê ew bikaribin ji bo kurdî werin ba hev û li dor kurdiyê bicivin.

Wek rojname me nû dest bi weşana heftane kir. Ger ji bo me pêşniyarên te hebin dikarî bikî û em peyamên te dawîn werbigirin?

Mixabin min hê rojnameya we nedîtiye, min tenê nûçeya wê bihîstiye. Nûçeya wê mîna mizgîniyeke mezin gihişt bin. Ez ji mêj ve li benda nûçeyeke weha bûm. Bi hêviya ku wê temenekî dirêj bijî.

Ji bo hevpevyînê em spas dikin.