spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NATO û Amerîka hêzên xwe ji Afganistanê vedikişînin

Amerîka û NATO’yê biryar dan ku leşkerên xwe ji Afganistanê vekişînin. Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku heta 11’ê Îlonê wê leşkerên xwe vekişînin û got, “Arerîkatê armanca xwe pêk anî û wê di dema xwe de vekişe.”

Biden got, “Bi dîtina min hebûna me ya li Afganistanê divê li gorî sedema me ya destpêkê be. Ev yek jî ew bû ku Afganistan ji bo êrişa li ser welatê me weke baregehekê neyê bikaranîn. Me ev yek kir. Me ev armanca xwe pêk anî.”
Biden anî ziman ku ji 1’ê gulanê û pê ve wê vekişîn dest pê bike û ev yek wê nebe “cihêbûnek bi lez.”
Biden destnîşa kir ku hêzên DYA û NATO’yê beriya salvegera êrişên 11’ê Îlona 2001’ê wê ji herêmê derketibin.

Wê NATO jî hêza xwe vekişîne

Di çarçoveya biryareke doh a civîna NATO’yê de, hêzên biyanî yên ser bi NATO’yê wê hemû beriya 11’ê Îlonê ji Afganistanê hatibin vekişandin.

Niha li Afganistanê derdora 7 hezar leşker hene ku ne DYA’yî ne. Ji bilî welatên endamên NATO’yê her wiha leşkerên ji Awûstralya û Zelanda Nû jî li Afganistanê hene. Hate ragihandin ku hejmara leşkerên Amerîkayê 2500 kes in.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re hevdîtin kir û got, “Biryar bi zor û zehmetî hatiye wergirtin.”

Amerîka hêzên xwe li Iraqê jî kêm dike

Washingtonê ragihand ew ê hejmarek leşkerên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne. Bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Iraqê Fuad Hisên, tora sêyemîn a diyaloga stratejîk a Iraqê pêk hat.

Washingot û Bexdayê bi daxuyaniyeke hevbeş piştrast kirin ku dê li hember serweriya Iraq û aştiya xaka wê rêzdar bin.
Li gorî daxuyaniyê, Amerîka li ser vekişîna hêzên xwe yên li Iraqê mayî erê kiriye. Lê, berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kir ku der barê vekişandinê de, ti dîrok nehatiye diyarkirin.

Washingotinê ragihand ku ew ê piştevaniya giştî ji Iraqê re di dabînkirina çareseriyên mayînde ji koçberan re, berdewam bike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê yên li Iraqê mane, bi banga ji Bexdayê ji bo piştevaniya ewlehiya Iraqê hatine.

Iraqê diyar kir ku ew pabendî parastina hêzên Koalîsyona Navneteweyî û avahiyên wê ne. Washingtonê jî aşkera kir ku ew tenê ji bo piştevaniya Iraqê ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de li wî welatî ye.