16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Navberdanîna civakî’ ya hişmendiyê

Peyvên wek ‘îzolasyon’ an jî ‘karantîna’ di bîranînên me yên mirovî de ne peyvên erênî ne. Heta ji bo me kurdan serpêhatiyên me yên bi van peyvan hîn xerabtir û tarîtir in. Her çiqas ev peyv van rojan ji hêla derûnnas û civaknasan ve li gorî dema koronayê bên guncavkirin û wek pêdivî naveroka wan bên guhertin jî ji bo me gotinên tahl in.

Fêmkirin, bandorbûn û destgirtina rewşan (di rewşa niha ya koronayê de) li gorî şert û mercên mirovan diguherin. Mînaka herî balkêş di mijara destşûştinê de mirov dikare bide. Dema ku li bakurê cîhanê li dijî vîrusa koronayê ‘herî kêm 20 kêlî bi sabûnê destşûştin’ şîret tên kirin, li başûrê cîhanê, gelek mirov ne sabûn, derfeta wan a bikaranîna ava paqij tune ye. Ev rewşa heyî ji carekê ve rastiyên çewt ên cîhanê derxist pêşberî me. Me dît ku bandora koronayê li ser mirovan ne wekhev e û li gorî kategoriyên çîn, netewe, ‘race’, zayendê diguhere. Lê hin tişt jî hene ku di vê demê de rastiya xwe ya gerdûnî tenê binxêz dikin.

Me got ev demên koronayî bi giranî bi peyvên neyînî tên şîrovekirin. Hîn ev keraset li ser rûyê cîhanê wisa belav nebibû, pispor behsa xetereya bilindbûna tundiya li nav malê kiribû. ‘Îzolasyon’ û ‘karantîna’ dê bandorê, destpêkê li ser jinê bikira. Ji ber ku tê dizanin, her tim di demên betlane û cejnan de tundiya li ser jin û zarokan zêde dibe. Li Wuhanê tundiya li ser jinê sê qat zêdetir bibû. Heta hat gotin, piştî rabûna karantînayê li Çînê bi hezaran hevser ji bo veqetandinê serî li mercên fermî dane. Piştî ku vîrus xwe li hemî dinyayê belav kir, tundiya li nav malbatê jî bi heman lezgîniyê belav bû.

Peyvên ‘îzolasyon’ û ‘karantîna’ yê ji bo jinan di demên koronayê de bûn amûrên tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî û aborî. Ne jiyan lê tundî bi her awayê xwe ket nav çar dîwaran. Ji ber ku ev tundî di nav çar dîwaran de dimîne û dikare xwe veşêre ev awayê şerê cîhanê yê li hemberî jinê her tim didome.

‘Navberdanîna civakî’ yek ji peyvên demê ye. Bi vê gotinê li seranserê cîhanê tê hewldayîn ku mirov zêde nêzî hevudû nebin da ku vîrus xwe belav neke. Lê ligel vê, gotinên ‘piştgirî’, ‘alîkarî’ jî ji bo hevgirtina demê tên bikaranîn. Bi vî awayî rayedar dixwazin bi gotinên ‘piştgirî’ û ‘alîkarî’yê vê navberdanînê relatîve bikin. Lê belê navberdanîna civakî ji zû ve ye bi taybetî ji hêla hişmendî ve di nav civakên modernîteyê de rûniştiye. Mirov ji hev dûr ketine. Asta takekesiyê (îndîvîdualîzm) bi taybetî di kirînên mirovan de xwe da der. Li welatên rojavayî ligel hemî hişyariyan mirov bê serûçav tiştan kirîn û li mala xwe dan ser hev. Vê yekê mirov nikare bi tenê bi psîkolojiya tirsê yan jî bi trawmaya Şerê Cîhanê yê Duyemîn pênase bike. Ev taybetiya kesayeta modernîteyê ye ku dibêje ‘bila piştî min tofan be’.

Lê rastiya ku ‘navberdanîna civakî’ herî zêde li ser jiyana jinê bandora xwe dike, wekî li jor jî hat gotin, di mijara tundiyê de xwe yekser aşkera dike. Tundî ji bêhêzî, acîzî û ji necivakbûyîna zilam derdikeve holê. Li beramberî vê qutkirina jinê ji civakê jî ji tundiyê re rê vedike. Lewre jî ‘navberdanîna civakî’ di hêla hişmendiyê de kuştina jinê ye. Jin çiqas civakî be, dê tundî ewqas dûrî wê be. Lewma jî gelek pêwîst e ku jin di vê pêvajoyê de taybetî bi hevzayendên xwe re tim di nav danûstandinê de bin. Parvekirinên xwe, piştgirî û alîkariya xwe bi hev re xurt bikin. Pirsgirêk û çareseriyên xwe bi hev re parve bikin û ji bîr nekin: hem ‘tiştên taybet’ û hem jî ‘tundiya li jinê’ mijarên polîtîk in. Tiştên ku di nav çar dîwaran de diqewimin, ne mijarên taybet û malbatî ne. Em hemû jin bi encamên bûyerên nav çar dîwaran re rûbirû ne. Lewre jî divê em bi hev re hewl bidin ku ev çar dîwar ji me re nebin dojeh.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê