Sunday, December 5, 2021

Navê Azadiyê ye Bêrîtan

Gerîla; erê gerîla. Ev peyva bi şîroveyan dagirtî. Her yek ji me vê gotina gerîla gelek bikar aniye, çi di rojaneyên xwe de, çi di bîranînên xwe de, çi jî bi devokî aniye ziman… Gerîla tê bilêvkirin lê ya herî rast dikare gerîla bi lêv bike ancax gerîla bi xwe be. Ji ber ê ku hemû kêliyên vê jiyanê dijîn, hîs dikin û pêk tînin ew bi xwe ne.

Gerîla peyva ku nayê bilêvkirin, ancax bi jiyînê bê hîs kirin. Bayê azadiyê ya bi serbestî di bedena her gerîlayekî de diherike, ancax bi kişandina hilmeke çiyayî di nav gerîla de bê hîskirin. Di gerîla de parvekirina pariyeke nan tê çi wateyê, ancax bi jiyandinê dê were fêmkirin. Di gerîla de dayîna îskana avê ji hevalê xwe re di kela germa havînê de tê çi wateyê, dîsa ancax bi jiyandinê dê bê hîskirin. Her wiha piştî westana meşa şîverêyên (patîka) dûr, di kela germê de, di seqema sermê de vexwarina îskaneke çayekê çi hestan digerîne, ancax bi vexwarina wê avê ya di nava koma gerîlan de were hîskirin.

Belê, di roja me ya îro de dagirkerî li ser civakan ewqas xwe qayîm kiriye ku encax bi têkoşîn û berxwedanek xurt mirov dikare bibe xwediyê îrade û jiyanek azad. Ji bo vê Mazlûman gotine, ‘Berxwedan Jiyan e.’ Mixabin, bê berxwedanî û bêbedel azadî û birûmetî jiyîn di pergala cîhanî ya vê demê de ne mimkun e. Xweşikbûn jî bi azadiyê ve girêdayî ye. Rêber Apo tim ev ji me re digot: “Ê şer bike azad dibe, yê azad dibe xweşik dibe û yê xweşik dibe tê hezkirin.” Ev hişmendî ronahiya li pêşiya azadî, xweşikbûn û hezkirinê ye. Ev ronahiye ku ji bo gelan bûye hêviya azadî û wekheviyê. Di pêşengiya tevgera Apoyî de tenê ne ji bo civaka Kurdistanê, ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêviya jiyanek nû û azad. Ji ber vê desthilatdarî û dagirkerî yên cîhanî bi hev re êrîşên xwe yên hovane li dijî tevgera Apoyî pêş dixin.

Mezopotamya dayiktî ji mirovatiyê re kiriye û di hembêza xwe de xwedî kiriye. Li derdora ava Firat û Dîcleyê bi xuliqkarî û pêşengiya dayika xwedavend berhema jiyanê hatiye xûliqandin û bûne çavkaniya jiyana mirovahiyê. Îro ev ji aliyên her kesan ve tên zanîn û hatine pejirandin. Herêma Rojhilata Navîn bi çar demsalên xwe, bi baran û tava xwe berhemên pir dewlemend derdixe û bala mirovan dikişînê ser xwe. Dagirkerên cîhanî û ya herêmî tim çavên xwe berdane van berhemên dewlemend û êrîşên hovane li ser pêş dixin. Bi hezar salan ev herêm di bin êrîş û berxwedanê de bûye qada şer. Ev hêzên dagirker û desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe yên demkî, gelek qirkirin li ser gelên herêmê meşandine û bi vî awayî gelek netew ji holê hatine rakirin. Gelên herêmê tim li hemberî êrîşên dagirkeran mirin qebûl kirine. Lê koletî û bêrûmetiyê jî qebûl nekirine.

Her kes xwedî dil e lê her kes nabe xwedî dilekê dildar ji bo doz û azadiya xwe. Em di nava gelek serpêhatiyên rast û rastiyên ku me nêzî roja me ya pîroz dike, bi rojane dijîn. Belê ger ku hestên me ewqasî bi wate û bi hêz bin ev jî, bi hêzbûn, bedewiya jiyan, raborî, dahatu û nirxê ku em têde dijîn ve girêdayî ye. Em her roj bi rastiyên nû re dijîn, hest û dilê me jî şahidiya gelek mirovên jîr, leheng û vegotina wan tu peyv nikare bike dibihîzin û dixwazin rast bijîn. Gava mirov van hevalên xwe nas dike û dibîhîze wê demê mirov çiqasî şanaz û bextewar dibe ku rêhevalê wan rêhevalên ewqasî pîroz in. Mirov her ku wan hevalan dibihîze û wan kêlî bi kêlî dijîn ew dem dibêje, bedel çi dibe bila bibe dê doza me ya azadiyê bi serkeftinê re tacîdar bibe.

Yên ku çûn … Çavkaniyên rastîn ên hebûna me, afirînerên têkoşîna me, xewnên şîn ên pêşeroja me, dilopên baranê di dilê me de… Ew kes bûn ku xewn û kenên xwe bi ezman ve daliqandin, da ku em nefesê bigirin. Her yek ji wan destanek e, welatek e, perçeyek axê ye, şehrezayek e… Ji ber vê yekê em dibêjin bila her kes wan nas bike. Pêdivî ye ku herkes bizanibe da ku bikaribin di xewnên xwe de nefes bigirin, têkoşînên wan fam bikin, evîna wan hîs bikin…

Yek ji wan hevalan a ku wek destaneke, hevala Gulnaz Karataş bi navê kod Bêrîtan e. Îro li welatê rojê dilê her zarokekê/î bûye Bêrîtan û bi henaseya wê ya ku ew ji bo azadiyê digirt di nava hênaseya zarokên welatê me de li her kuçekê lê dide. Navê Bêrîtan sembola wan kesan e ku bi berxwedaneke destanî, li axa Kurdistanê serxwebûn û azadî afirandine ku êş bi şerekî mezin veguheriye hêz û biryara jiyanê. Navê Bêrîtan têgihîştina hesreta jiyanê ya jinekê ye ku serê wê her dem berjêrkirî ye û wekî ‘gunehkar’ tê hesibandin ku bi hezaran sal e her tişt li dijî wê ye. Navê Bêrîtan ku mînaka herî şênber a rast jiyîn û hêza biryardanê, vîn û pratîka jiyanê ye, navê ‘helwesta mirovî’ ya li dijî xiyanet, koletî û pergala ku jin ji çavkaniya xwe dûr dixe ye.

Heger şoreş maratonek be, gavên destpêkê yên vê maratonê herî baş ew beziyan. Weke ku helbestvanekî gotiye; “heger şoreş maratonek be, sed metroyên destpêkê herî baş tu beziyayî.” Tevahiya şehîdên me jî derizgehê vê maratonê ne. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku, ew ala wan dewrî me kirî em vê alê bigirin û pêşdetir bibin. Ev jî ancax bi şayanbûna şehîdan pêkan e.

Dengê Bêrîtan, dengê azadî û serxwebûnê hîn jî li Geliyê Azadî deng vedide. Ew deng bû artêşek mezin a jinan. Ew deng partiya jinan bû ku hêza jinan ku ji dayik bû anî û îro jîn da vê axê. Ew deng wekî nûnera berxwedana li dijî teslîmiyetê, israra jinan a di azadiyê de li pêşberî her dijwariyê dimeşe.