18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê îşkenceyê kirin mudaxaleya bikontrol

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn, roja ku bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi ser mala wê de jî hatibû girtin. Polîsan, li malê bi kûçikan îşkenceyeke giran li Çetîn kiribûn û ew binçav kiribûn. Îşkenceya ku li Çetîn hatibû kirin, ji aliyê parêzerên wê ve hatibû belgekirin.

Ji bo ku şopên îşkenceya li Çetîn hatibû kirin bên windakirin, 3 caran dema binçavkirina wê hat dirêjkirin û 12 rojan di bin çavan de ma. Piştî binçavkirina 12 rojan di nav hefteyê de Çetîn derket dadgehê û bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Îşkence û girtina Çetîn di nav civakê de bû sedema bertekan. Gelek saziyên jinan bi daxuyaniyan bertek nîşanî girtina Çetîn da.

Li gel bertekên ku hatin nîşandan jî rayedarên AKP’ê îşkenceya ku ji aliyê polîsan ve li Çetîn hatibû kirin parastin. Rayedarên AKP’ê angaşt kirin ku Çetîn li dijî polisan derketiye û ji ber vê yekê bi awayekî bikontrol mudaxaleyî wê hatiye kirin. Mudaxaleya bikontrol a rayedarên AKP’ê qal dikin, di wêneyan de baş diyar e ku îşkence ye. AMED