25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê te çi ye?

Zilamek di rê de dimeşe dibîne zarokekî biçûk li ber deriyê hewşa xwe ye. Mêrik li zarok dinêre zarokekî biçûk yê 4-5 salî ye, zarokekî gelekî xwînşêrîn û rû li ken e. Mêrik jê re dibêje: Navê te çi ye zarokê delal. Beriya ku zarok bersivê bide wî dibêje ka bisekine ez ê navê te texmîn bikim. Ka tenê tu herfa pêşî ya ji navê xwe bêje û ez ê navê te texmîn bikim. Zarok dibêje Y. Zilam dibêje wê gavê navê te Yusif e. Zarok dibêje na. Mêrik dibêje Yunis e, Yahya ye, Yilmaz e û hema bêje çi navên bi Y’yê dest pê dikin dijmêre her bersiva kurik dîsa na ye. Dawî mêrik êdî aciz dibe û dibêje tamam min tê dernexist ka tu bêje navê te çi ye. Lawik dibêje navê min Yemezan e. Tu nabêjî hîna zarok nizane herfa R’yê bi lêv bike û li şûna R’yê dibêje Y. Lê henek li aliyekî min behsa çîroka navê Remezan kir meha remezanê hat bîra min. Bi xêr û xweşî be vaye rojiya meha remezanê jî dest pê kir. Îca em mane heyirî doktor ji bo parastina ji koronayê dibêjin gerek her kêliyekê hûn avê vexwin ji bo gewriya we zuha nebe îca em ê çawa rojî bigirin û çawa qewriya xwe şil bihêlin. Îca nizanim dê saziya oldariyê çi biryarê di vê der barê de bide. Hûn çi dibêjin gelo ez rojî bigirim an negirim?