18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê zanîn û kurdîtiyê: Kamûran Alî Bedirxan

Kurdolog, nivîskar û siyasetmedar Kamûran Alî Bedirxan yek ji rewşenbîr û pêşengên kurd ên herî girîng ên sedsala 20’an e. Ew ji malbata bedirxaniyan, kurê Emîn Alî Bedirxan (kurê Bedirxan Begê pêşengê Serhildana Bedirxaniyan), birayê Celadet Alî û Sureyya Bedirxan e.

Mîna hemû ferdên malbatê, ew jî di tevahiya jiyana xwe de ji bo bipêşxistin û belavkirina hişmendiya kurdîtî û çand û zimanê kurdî xebitiye. K. Bedirxan tevî kurdî bi zimanên erebî, fransî, almanî, îngilîzî, îtalyanî, farisî û tirkî dizanibûye û nêzî 30 berhem nivîsîne.

Kamûran Bedirxan 21’ê tebaxa 1895’an li Stenbolê hatiye dinyayê. Li Stenbolê fakulteya hiqûqê dixwîne û li Almanyayê jî diktoriya hiqûqê diqedîne. Piştî ji bo wî û birayê wî C. Bedirxan birayara darvekirinê tê dayîn, ji neçarî pêşî diçin Almanyayê paşê jî diçin li Bêyrûta Libanê bi cih dibin. K. Bedirxan li vê derê hem parêzerî dike, hem ji bo kovara Hawarê nivîsan dinivîse.

Di sala 1943’an de li Bêyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêrê derdixe. Her wiha ew yek ji avakerên rêxistina Xoybûnê bûye ku 5’ê Cotmeya 1927’an li Libnanê bi armanca avakirina Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî hatiye damezirandin. Celadet  Bedirxan, Nûrî Dêrsimî, Ekrem Cemîlpaşa, Memdûh Selîm Beg û hwd. hin avakerên vê rêxistinê ne.

Bedirxan piştî Şerê Cîhanî yê Duyem diçe Parîsa Fransayê û 6’ê Kanûna 1978’an li vê derê di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Bi boneya salgera koça wî ya dawî, ji bo agahiyên berfirehtir ên der barê jiyan û xebatên K. Bedirxan û her wiha serpêhatiya malabata Bedirxaniyan de, em bi lêkolînerê dîrokê Dr. Sedat Ulugana re axivîn.

Bedirxanî tên mişextkirin

Selhildana Bedirxaniyan yek ji serhildanên Kurdistanê yên herî bibandor e. Ev serhildana kurdan a navenda wê Cizîra Botan e, ji ber gelek sedemên cihê naçe serî û têk diçe. Serhildêrên bi pêşengiya Bedirxan Beg, di sala 1850’yî de li keleha Dihêya Sêrtê tên dorpêçkirin. Malbat tê dîlgirtin û mişextî Stenbolê dibe. Li Stenbolê çendekî dimînin û paşê jî wan mişextî girava Girîta behra Egeyê dibin.

Lêkolînerê dîrokê Dr. Ulugana diyar kir ku di arşîva Osmaniyan de, der barê Bedirxaniyan de dukumentên pir girîng hene û wiha got: “Wexta Bedirxan Beg li Sêrtê dibe hêsîr dibêje ‘em ji ber zext û zilma dewletê neçar man û me serî rakir’.”

Ulugana behsa armanca serhildanê kir û da zanîn ku Bedirxan Beg dixwest li Kurdistanê bi hişmendiya kurdîtiyê pergaleke modern ava bike, loma serî rakir û hat mişextkirin.

Nahêlin vegerin Kurdistanê

Malbata Bedirxaniyan demeke dirêj li girava Girîtê dimîne û ji bo zarokên wan bixwînin, ji dewleta Osmanî re nameyan dişînin û dixwazin ji giravê derbikevin.

Dr. Ulugana wiha behsa çûna malbatê ya Stenbolê kir: “Wê demê Abdulhamît destûrê dide wan, ew diçin Stenbolê dixwînin lê vegera li Kurdistanê her tim qedexe bûye li wan. Tenê hiştine herin Stenbolê û li vê derê dixwînin. Heta Şamîl Alî Bedirxan dibe qumandanê Qişleya Selîmiyeyê. Emîn AlÎ Bedirxan jî parezerî dixwîne û dibe parêzerekî pir baş.”

Ruhê kurdîtiyê pir xurt e

Ji ber malbat bi tu awayî dev ji kurdîtî û xwesteka vegera li Kurdistanê bernade, çavê Osmaniyan her tim li ser wan e, wan dişopîne û li ser wan raporan amade dike.  Dr. Ulugana destnîşan kir ku tevî bi dehan salan derbas dibin jî neviyên neviyên Bedirxan Beg bixwe jî her tim xwestine vegerin Kurdistanê.

Ulugana têkildarî xwestina vegera Bedirxaniyan a li Kurdistanê wiha axivî: “Di Bedirxaniyan de ruhê kurdîtiyê pir xurt bû. Her tim behsa Kurdistanê ji wan re hatibû kirin û hez dikirin vegerin Kurdistanê. Hemû krîzên dewleta Osmanî wek derfet bi kar anîne. Kengî di navbera Osmanî û dewletên din de şer derketibe, wan hewl daye vegerin Kurdistanê. Dixwestin vegerin bi cih bibin û gel dîsa rakin ser piyan li hemberî dewleta Osmanî. Ev anektodeke muhîm e.”

‘Kamûran Bedirxan entelektuelekî pir baş bû’

Dr. Ulugana yê niha li ser tefsîra quranê ya Kamûran Alî Bedirxan dixebite, der barê kesayetek û xebatên wî de axivî. Ulugana da zanîn ku K. Bedirxan entelektuelekî pir baş bû û ev tişt got: “K. Bedirxan bêhtir bandora ekola modernîteya Fransayê li ser hebû. Cara pêşî bi mîsyoneke siyasî dest bi jiyana xwe ya rewşenbîrî kiriye. Piştî peymana Sevrê, îngilîz hewl didin Kurdistaneke xweser ava bikin. Ji Kurd Tealî Cemiyetî re dibêjin hûn bi me re bibin alîkar, em li nav kurdan bigerin ji bo hestên wan ên di vê mijarê de hîn bibin. Loma jî K. Bedirxan û C. Bedirxan di 1919’an de ji Amedê heya Gurgumê (Meraş) gund bi gund digerin.”

Karê dîplomasiyê dike

Bedirxan di nav Xoybûnê de cih digire û ji ber fransiya wî pir baş e ew her tim tercûmaniya fransî dike. Ulugana der barê xebata wî ya dîplomasiyê de wiha axivî: “Peywira wî ya dîplomatîk heya salên 70’yî didome. Dema şerê Barzanî û Iraqê jî karê dîplomasiyê dike. Her tim bi Barzanî re bûye alîkar. Yê tevgera Barzanî li tevahiya cîhanê daye nasîn, K. Bedirxan e. Roleke wî ya pir girîng heye.”

Li gor agahiyên Ulugana dide, K. Bedirxan dema li Fransayê karê û xebatên xwe dike, dewletên Iraq û Tirkiyeyê hewl didin wî bikujin. Ev dewlet çend sîxur dişînin Parîsê. Haya fransizan jê çêdibe û wî nadin dest, nahêlin were kuştin. Ulugana ragihand ku jiyana wî hinekî bi feqîriyê derbas dibe.

Xebatên kurdolojiyê

Piştî şerê cîhanê yê duyem xelas dibe, fransiz xwe ji Sûriyeyê vedikişînin. K. Badirxan jî vedigere Fransayê û li wir bi cih dibe. Serê pêşîn derfet nadin wî ji bo kar û barên xwe bike. Dr. Ulugana diyar kir ku K. Bedrixan ji bo dersa zimanê kurdî bide destûrê ji fransizan dixwaze û wiha domand: “Bedirxan ji wan re dibêje ez ji we pere jî naxwazim û ez ê bêpere dersê bidin. Li ser daxwaz û hewldana wî li zanîngeha Înalco Sorbonê li Ewropayê cara pêşîn kursiyê kurdolojiyê tê damezirandin. Ew hema bêje di hemû warên kurdolojiyê de xebitiye.”

Tefsîra quranê kiriye

Di berdewama axaftina xwe de têkildarî arşîva berhemên K. Bedirxan, Dr. Ulugana agahiyên girîng bi me re parve kirin. Ulugana destnîşan kir ku arşîva wî îro li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye lê mixabin hê jî baş nehatiye tasnîfkirin û wiha pê de çû: “Di arşîva wî de her tişt heye. Helbest nivîsine, ji bo zarokan çîrok nivîsîne, li ser rêzêmana kurdî xebitiye. Tefsîra quranê kiriye. Ez bixwe jî li ser tefsîra wî dixebitim. Bi zimanekî pir zelal û hêsan wergerandiye kurdî. Hemû kesên bi kurmancî dizanin dikarin bi hêsanî ji wergera wî fêm bikin. Ew bixwe ne mirovekî oldar bû. Heta mirovekî sekuler/ateîst bû lê li ser quranê xebitiye. Taybetmendiyên kurdan baş dizanibûye.”

Arşîva Kamûran Alî Bedirxan

Dr. Sedat Ulugana destnîşan kir ku arşîva K. Bedirxan hatiye talankirin û ji ber vê jî weşanxaneya Avestayê nahêle kes li ser vê arşîvê bixebite û li ser vê mijarê wiha axivî: “Avesta dibêje telîfa Bedirxaniyan di destê min de ye lê xaleke girîng heye. Beriya K. Bedirxan bimire, laşê xwe bexşî nexweşxaneyê kiriye, ji bo xebatên zanistî li ser bên kirin. Îro gora wî jî tune ye. Wî jiyana xwe ji bo gel derbas kir, nabe mirov nehêle kurd li ser vê arşîvê bixebitin.”

Di dawiya axaftina xwe de têkildarî xebata li ser arşîva Bedirxaniyan, Dr. Ulugana diyar kir ku  wî pirtûkeke C. Bedirxan ya di arşîva dewleta Fransayê de bi dest xistiye lê ji ber Avesta dibêje telîf di destê wê de ye, ew nikare li ser bixebite û wiha got: “70 sal di ser re derbas bûye û telîf ji holê radibe. Ya din jî ev mirov jixwe ji bo kurdan hemûyan xebitiye. Nabe mirov ambargoyê deyne ser xebatên wî. Divê em li arşîva Kamûran Alî Bedirxan xwedî derkevin. Wiha bidome wê arşîva wî were talankirin.”