23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navenda Metro: 4 rojnameger li Silêmaniyê hatin binçavkirin

Şevê din nûçegihanên Ajansa Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed li gel du rojnamegerên din dema ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin hatin binçavkirin û tu agahî ji wan nayê girtin

Îro Sekrterê Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Silêmaniyê Karwan Enwer û Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb der barê mijarê de agahî dan Rojnewsê û diyar kirin ku her du nûçegihanên wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamegeran, aşkera kir ji bilî her du nûçegihanên Rojnewsê, nûçegihanê kanala Bexdadiye yê bi navê Ebas Mihemed û nûçegihanê kanala El Şerqiya Erebî Rajan Macid jî hatine binçavkirin.

Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb da zanîn her çar rojnameger duh piştî windabûn, wan lêkolîn kir û piştre derket ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.

Rêveberê Navenda Metro da zanîn ew li bendê ne her çar rojnameger îro werin berdan.

Sekrterê Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Silêmaniyê Karwan Enwer jî diyar kir ku ji bo berdana rojnamegerên girtî ew li gel aliyên peywendîdar di nava danûstandinan de ne.

Edîtoriya beşa soranî ya Rojnewsê Şina Fayêq jî diyar kir ku Berhem Letîf û Birwa Eshed ji bo ragihandina rastiyê çûn cihê xwepêşendana xwendekaran û wiha got: “Li wir, gule li xwepêşandêr û nûçegihanan hatin reşandin. Em ji duh ve agahî ji wan nagirin.”