Friday, October 22, 2021

NÇM di 30 saliya xwe de li ber xwe dide

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), di 27’ê îlona 1991’an de ji aliyê Mûsa Anter û komekî ve li Cadeya Îstîklalê ya navçeya Beyogluya Stenbolê hat vekirin. Şano, sînema, muzîk, reqs û hwd hemû beşên hunerê di NÇM’ê cih girtin. NÇM bi helwesta xwe bû deng û rengê gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê û bi zimanê kurdî derket rê. Di nav 30 salan de di hêla şano, sînema, muzîk, wêne û reqsa gel de gelek atolyeyên taybet organîze kir. Her wiha xebatên ku bi zimanê kurdî kir li cîhanê deng da.

NÇM Li gel xebatên xwe yên bi nav û deng di nav 30 salan de bi dehan caran rastî êrîşên polîsan hatin, gelek hunermendên NÇM’ê hatin binçavkirin, hatin girtin û kar û barê wan hatin astengkirin, bernameyên wan hatin betalkirin û hedef hatin nîşandan. Di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) de NÇM hat girtin û dest danîn ser avahiya wê. Xebatkarên NÇM’ê li gel zor, zehmetî û zextan dev ji rêwitiya xwe berneda.

Hunermend Nurcan Degirmencî û Sînemager Adar Taş 25 salan di nav xebatên NÇM’ê de cih digirin û der barê 30’yemîn salvegera avakirina NÇM’ê de nêrînên xwe anîn ziman.

NÇM dibistana jiyanê ye

Hunermend Nurcan Degirmencî ya ku ji sala 1996’an di NÇM’yê de xebatên xwe yê mûzîkê didomîne der barê perwerdeya ku bi salane li NÇM’ê dîtî wiha got: “Ez salekî ketim dersên lêxistina tembûr, şan û solfej ê. Wê demê me bi kursiyerên ku heyî re komek ava kir û me xwest ev kom stranên dimilkî bêje. Ez bi eslê xwe Hêniya Amedê me û ez bi çanda dimilkî mezin nebûme û bêtir bandora kurmanci li ser min hebû. Hevalên ku ji Gimgim, Sêwas û Dêrsimê gotin em dikarin bi dimilkî bêjin û me koma xwe ava kir. Di sala 1998’an de jî bi 11 jinan re me Koma Asmîn ava kir. NÇM ji bo min gelek watedar e. Bi perwerdehiya NÇM’ê min xwe ji takekesiyê rizgar kir. Min her tim ji xebatên kollektîf hez kir. NÇM ji bo min bû dibistana jiyanê.”

Jinan ji komên NÇM’ê hêz girtin

Hunermend Degîrmencî da zanîn ku wê demê ew cara yekem bû saziyeke bi vî rengî vedibû û ev tişt anî ziman: “Cara yekem navendeke çandê ya kurdan hatibû vekirin. Gelek kes di bin bandorê vê saziyê de mabûn û bêtir bi wêrek tev li xebatên NÇMê dibûn. Bi hev re hîn dibûn, bi hev re hîn dikirin û ev tiş ji bo pêşketinê gelek girîng bû. Koma ku me ava kir piştî demekî ji bo jinan bû derfetên kar. Gelek jin ji vê komê sûd wergirtin. Min perkusyon lêdixist û ev tişt jî hinkî tişteke nû bû. Ji ber vê yekê jî ez bûm pêşeng di lêxistina perkusyonê de.”

Gelek caran arşîvên wê hatin talankirin

Nurcan Degîrmencî wiha bal kişand ser zext û zordariya li ser NÇM’ê û axaftina xwe wiha domand: “Ji roja avakirinê heta niha her tim NÇM bi zext û zordariyê re rû bi rû ma. Gelek caran arşîvên NÇM’ê hatin talankirin û dest danîn ser avahiya navendê. Ji ber ku tevlibûna ji NÇM’ê bi zanebûn pêk hatibû û me dizanî dê zext û zordarî jî pêk bê. Li dijî hunera alternatîf her kes li vir bi dildarî dixebitî. Her wiha di têkoşîna 30 salan de MKM’ê rol û mîsyona jinan girîng bû û her tim temsîliyeta jinan dikir. Mîsyoneke NÇM’ê yê dîrokî hebû û niha jî ji bo domandina xebatên çand û hunerê ya ji bo zarok û ciwanan hê jî berpirsiyariyeke navendê heye.”

Li hember hemû zextên li ber xwe dide

Nurcan, da zanîn ku ji ber zext û zordariyan gelek caran nikarin xwe bêtir îfade bikin û wiha bi lêv kir: “Bi salan salonên me tunebûn û li salonên cuda em derketin ser dikê. Li gel her rêbazên zextê NÇM’ê tu carî ji holê ranebû, hunermendên ku piştî me hatin jî kevneşopiya NÇM’ê domandin. Ji bo min 30 saliya MKM’ê dê bi saya nifşê nû dê derkeve asta herî girîng. Divê ciwan xwedî li mîrateya 30 salan derkevin û ji bo çand û hunera xwe bixebitin. Her wiha bi minasebeta 30’yemîn salvegera avakirina NÇM’ê dê di 16’ê cotmehê de bernameyek bê organîzekirin. Em banga tevlîbûnê li welatiyan dikin.”

Dengê hunera bi kurdî

Xebatkara sînemayê Adar Taş jî di axaftina xwe de da zanîn ku di bin banê MKM’ê de xebatên xweser ên sînemeyê hatin meşandin û wiha got: “NÇM li Stenbolê 30 salan xebat da meşandin û xwedî tecrubeyên yekem û girîng e. Di nav xebatan de kurdî esas bû. Ji ber ku li Stenbolê jiyan her bi tirkî bû. NÇM bi hewldana xwe bubû muxalîf û alternatîf. Hunermendên li NÇM’ê Stran û mûzîka xwe bi kurdî dikirin û şanoyên bi kurdî pêş dixistin.”

Çavkanî: JINNEWS