Duşem, Mijdar 29, 2021

‘NÇM mala me û huner jî çeka me ye’

Agirîn Cûdî

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), piştî stran û şahiyên wan hatin qedexekirin, li Stenbol û Amedê şahiyên xwe li kolanan berdewam kirin. Hunermendên NÇM’ê Talat Yeşîl anî ziman ku dê li her derê hunera xwe berdewam bikin û her maleke wan ji bo çand û hunera wan dibistanek e.”
Di 16’ê cotmehê de Qeymeqamiya Kadikoyê şahiya NÇM’ê qedexe kiribû. Dîsa di heman rojê de Walîtiya Amedê strana Devrîm Demîr a “Tu kî yî” qedexe kiribû. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi minasibeta 30’emîn salvegera damezirandina xwe li dijî qedexeyan çalakî û şahiyên xwe li kolanan berdewam kirin. Hunermendê NÇM’ê Talat Şahîn anî ziman ku polîtîkaya înkar û îmhayê ya li dijî çand û ziman ji avakirina komarê ve didome û niha derketiye asta jor.
Talat Yeşîl da zanîn ku di salên 1990’î de ji ber bişaftina li ser ziman û çanda kurdî di asta herî jor de bû, NÇM hat avakirin û wiha got: “Wê demê pergalê gelek stran û berhemên kurdî wergerî tirkî kirin û di arşîvên TRT’yê de qeyd kirin. Di salên 1990’î de çend zanyar û rûsipiyên kurd ên wekî Mûsa Anter, ji bo rê li pêş bişaftin û asîmîlasyona çand û ziman rawestînin NÇM ava kirin.”
Yeşîl bal kişand ser pêvajoya salên 90’î û wiha axivî: “Wê demê gel li çand li saziyên xwe xwedî derketin. Çiqas xwe gîhand gel û girseya wê mezin bû, pergalê jî ew qas êrîşên xwe zêde kir û xwest tune bike. Di vê pêvajoyê de bi sedan hevalên me hatin girtin û hinek ji wan hatin qetilkirin. Gelek hevalên me neçar man biçin Ewropa. Hinek ji wan çûn qadên azad. Şehît Hogir û Şehît Serhat hinek ji wan bûn. Heta îro jî girtin û binçavkirin didome.”

Astengiyên li ser çand û ziman
Hunermend Yeşîl, li ser astengiyên li pêş hunerê rawestiya û wiha got: “Astengî didomin. Ger ku îro jî derfetên wan hebin destûr nadin stranên kurdî bên strîn û gotinek kurdî bê gotin. Îro jî çend ciwanên kurd dixwazin li kolana Îstîklalê bi estrumanên xwe stranan bêjin. Lê polîs an jî zabita tên enstrûmanên wan dibin û dişkînin. Konserên me têne astengkirin. Ji sed konserên me 10 konserên me tên astengkirin. Dema destûr didin jî gelek astengiyên fîzikî derdixin. Ger ku stran ne li gorî wan be dozê li me vedikin. Ji ber vê yekê her hevalekî/e NÇM’ê gelek doz li wan hatine vekirin.”

Wekî ya xwe nîşan didin
Yeşîl li ser polîtîkayên bişaftinê jî rawestiya û wiha berdewam kir. “Hin êrîş û astengî hene ji bo wan xebatek demdirêj dixwaze. Gelek stran, helbest, pirtûk, destan û dengbêjî bi şiklekî hatine dizîn. Pergalê wan wekî malên tirkî nîşan dane di arşîvên TRT’yê de cih digirin. NÇM bi xebata ‘Şahiyên Stranan’ çend rêzepirtûk stranên ku ji kurdî wergerî tirkî kiribûn, dîsa ew stran li ser reseniya wan vegerandin. Xebatên li dijî van bişaftinan didomînin.”

Em ê li qadê bistrin
Hunermend Yeşîl bal kişand ser qedexe û astengiya Qeymeqamiya Kadikoyê û wiha dirêj kir: “Trajedîkomîk e. Dema mirov kûr binêre, polîtîkayên taybet hene. Qebûlnekirina çand û siyaseta kurdî heye. Di bin vê astengiyê de nijadperestî heye. Ev encama înkara salan e. Ev qedexe asta herî jor a înkar û imhaya çand û zimanê kurdî ye. Ev ne ji bo berjewendiyên gelan e. Ev ne ji bo ewlehiya civakê ye. Bi salan in em li dijî vê nijadperetiyê rû bir û dimînin. Ev ne surprîz bû. Ew vê salonê qedexe bikin, têkoşîna me dê li salonek din bidome. Duh me stranên xwe li meclîsê gotin. Ew kolanê li me qedexe bikin em ê li kolanê starên xwe bibêjin. Ew kolanê qedexe bikin em ê li daristanan bistrên. Em ê li malan stranan bistrên. Gelê me li ku be em ê têkoşîna xwe li wir berdewam bikin. Her maleke me ji bo çand û hunera me dibistanek e. “

Çeka me hunera me ye
Talat Yeşîl, helwesta pergalê bibîr xist û wiha got: “Pergalê li her derê em dorpêç kirine. Dijmin hatiye ku me bifetisîne. Çeka me ya herî xurt amûrên me ne. Tembûra me ye. Stran û şanoya me ye. Em dixwazin amûr û hunera xwe wekî çeka herî mezin bikar bînin. Bi vî awayî em konseran çêdikin. Em şahiyan çêdikin. Em bi vî awayî li ser piyan dimînin. Wekî NÇM’ê bi sedan hunermendên me yên nû hene di nava gel de. Em bi projeyan, bi album û klîban dixwazin van astengiyan vala derxin.”

Xetereyên li ser çandê
Yeşîl, xetereyên li ser çand, huner û ziman jî bibîr xist û wiha bilêv kir: “Pergal bi xalên çand, huner û ziman hewl dide civakê ker, kor û lal bihêle. Ji bo civak bê reng bimîne, dixwaze bê çand, huner û ziman bimîne. Nirxên herî pîroz ên gelan dayik û jin in. Jina kurd êdî têkoşîna vîna azad di asta jor de li her derê pêş dixe. Ji bo pergal vê yekê qebûl nake li her derê êrîşî vîna jina azad dike. Ji ber ku jin bingeha çand, ziman û hunerê ye, êrîşî jinê dike. Jin koka çand û ziman in. Yek ji êrîşa din jî êrîşa li dijî ziman e. Yek ji çeka herî mezin ku huner û wêje pê tê afirandin ziman e. Xala sêyemîn jî hunerê asteng dikin. Konseran qedexe dikin. Gelek caran bi destê pergalê qedexe dikin. Gelek caran jî bi destê hişmendiya para xwe ji sîstemê girtiye tê qedexekirin. Dîsa ciwanên kurd ên ne di ferqa hunera kurdî de ne, ji bo populer bibin li ser medya dijîtal, hunera kurdî li gorî xwe derdixin pêş. Ev jî qetilkirina çand û hunera kurd a bi destê ciwanên kurd ên hişmendiya hunerî bi wan re kêm e. Ev jî polîtîkayên pergalê ne. Li dijî vê yekê têkoşînek yekpare lazim e.”

Dema hunerê biafirîne hunermend e
Yeşîl, herî dawî li ser afirîneriya hunermendan jî rawestiya û got: “Pirsgirêka herî mezin a huner û hunermendên kurd dijîn neafirandin e û xwedubarekirin e. Hunermend dema hunerê diafirîne hunermend e. Dema huner afirand dikare pêşengiya gel bike. Dema hunermend neafirîne xwe dubare dike. Ji bo hunermendek pêşengiya gel bike divê xwe dubare neke û biafirîne. Îro gelek lehengiyên mezin derdikevin pêş. Eger hunermend nikaribe lehengî û têkoşîna pêş dikeve bîne ziman û biafirîne, wê demê lingê wê hunerê û şoreşê lawaz dimîne. Divê hunermendê kurd li dijî vê polîtîkaya bişaftinê raweste. Divê stran, helbest, pirtûk û gelek berhemên din biafirîne. Di tekoşîna azadiyê de pêşketinek mezin heye. Divê hunermend jî li gorî vê yekê biafirîne. Îro hunermendên kurd ji xwe dûr ketine. Ji nirxên xwe dûrbûnek heye. Ev jî xeteriyek e. Ji ber vê yekê gel rexneyek mezin dike.”