24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne 44 roj 44 sal derbas bibin jî em ê vê têkoşînê bidomînin

Nobeda Edaletê li Amed û Wanê berdewam dike. Li Amedê di roja 44’an de û li Wanê jî di roja 18’an de berdewam kir.

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir. Yek ji xizmê girtiyan Hakki Boltan, destnîşan kir ku heta encamekê bigirin wê nobeda xwe bidomînin û wiha got: “Armanca me ya ewil, berdana girtiyên nexweş ên giran e. Ya duyemîn jî berdana girtiyên ku 30 sal in tevî cezayên wan qediyaye jî nayên berdan e.”

Dayika girtî Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan jî bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Ne 44 roj 44 sal jî derbas bibin em ê vê têkoşîna xwe bidomînin.”

Temel: Ev nobeda wîcdanê e

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ya li Baroya Wanê di roja 21’an de berdewam kir. Îro Parlamenterê Wanê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayip Temel û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, serdana malbatan kir. Parlamenterê HDP’ê Tayip Temel, anî ziman ku li Tirkiyeyê li dijî kurd û hemû nirxên kurdan êrîşek pir dijwar heye û wiha got “Rejîma faşîzm a AKP-MHP’ê wekî her qadê zindan jî kirine qada zulmê. Gelek girtî li zindanan şehît ketin. Ev ne mirinên ji rêzê ne. Ev her yek cînayet û komkujî ne. Ev şehîdên gel in. Wan ji bo azadiya gel li ber xwe dan. Dayik li dijî vê zilmê nobedê digirin. Ev nobeda wîcdanê ye. Em wekî HDP li cem wan in.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir jî anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP’ê dijminantiya gelê kurd dike û wiha got: “AKP û MHP îro li ser dijminantiya kurdan polîtîka pêş dixe. Demek dirêje li Kurdistanê li dijî hemû nirxên kurdan polîtîkayên dijminantiyê pêş dixe.”