Rojnameya Heftane

‘Ne Azerbeycan ne jî Ermenistanê qezenc kir’

Hevserokê Yekitiya Rêxistinên Kurdî ya Navneteweyî ya li Rûsyayê Arif Ezmanî û Hevserokê Kurdistan Komîte ya Ermenistanê Silo Dirboyanî li ser rewşa Qerebaxê axivîn

Navenda Nûçeyan

Mijara Qerebaxê ya bûye sedema şer di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de herî dawî di 27’ê îlonê de dest pê kiribû. Piştî 44 rojan jî di 9’ê mijdarê de Ermenistan û Azerbeycan bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest îlan kirin. Ev peyman ji aliyê gelek derdoran ve wek têkçûna Ermenistanê hat şîrovekirin.

Der barê peymana Ermenistan û Azerbeycanê de, Hevserokê Yekitiya Rêxistinên Kurdî ya Navneteweyî ya li Rûsyayê Arif Ezmanî û Hevserokê Kurdistan Komîte ya Ermenistanê Silo Dirboyanî ji rojnameya me re axivîn.

Arif Ezmanî diyar kir ku mijara Qerebaxê ne pirsgirêkek nû ye, ev 30 sal in didome û wiha got: “Dema Sovyet ber bi tevliheviyê ve çû destpêkê ermenên li Qerebaxê qala serxwebûnê kirin. Di sala 92’yan de jî ermenan 7 qezayên nêzî Qerebaxê bi dest xistin. Vê salê ermenan li Qerebaxê serxwebûna xwe îlan kirin. Yanê bi kurtasî ev 30 sal in ku ev mijara di navbera her du aliyan de hat cemidandin. Di nav van 30 salan de dewletan û Yekitiya Ewropayê serxwebûna Qerebaxê qebûl nedikirin. Bi vî awayî statûya Qerebaxê bû mijara nîqaşan lê tu carî jî Ermenistanê ev yek qebûl nedikir.”

Nêzîkatiya Rûsyayê

Hevserokê Rêxistinên Kurdî Ezmanî bal kişand ser nêzîkatiya Rûsyayê ya şerê 27’ê îlonê dest pê kir û ev tişt anî ziman: “Nêzîkatiya Rûsyayê em dikarin bi du beşan bigirin dest. Yek nêzîkbûna dewlet û saziyên wê û ya duyemîn jî nêzîkatiya civakê. Li Rûsyayê kesên navdar, pispor û partiyên komunîst piştgirî didan Ermenistanê û li hemberî polîtikayên hikûmetê disekinîn û ev şer wekî yê Tirkiyeyê bi nav kirin. Em dikarin bêjin ku ev şer her çiqas hin qelsiyê Aliyev hebin û xwestibe bi vî şerî ji holê rake jî bi alîkariya Tirkiyeyê hat kirin. Li aliyê din jî serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi destê Amerîkayê hatibû ser rêveberiyê û helwesteke li dijî Rûsyayê bi aşkera Paşînyan ango hikûmeta Ermenistanê pêk dianî. Yanî berî vî şerî jî di navbera Rûsya û Ermenistanê de sarbûnek hebû.”

Xetereya mezin

Ezmanî diyar kir ku nêzîkatiya raya giştî li Rûsyayê hejmerak zêde piştgirî dane Ermenistanê û wiha got: “Hejmareke zêde ermen û azerî li Rûsyayê hene. Em dikarin bêjin li Rûsyayê raya giştî sempatiya wan ji bo ermenan hebû. Di ji sedî 80’yê tv û qenalên Rûsyayê de jî ev yek xuya dikir. Sedema vê yekê jî li vir gelek kes dibêjin ku Rûsya alîkarî nedaye Ermenistanê û ew tenê hiştin. Gelek kes nêzîkatiya Rûsyayê jî rexne kirin û bi gotinên ‘Tirkiyeyê çeteyên xwe anîn xistin nav Azerbeycanê ev yek jî dê di pêşerojê de bibe sedema pirsgirêkên herî mezin ên Rûsyayê.’ Armanca Tirkiyeyê ew e NATO’yeke tirkan ava bike û Qerebax jî tenê hincetek e. Ev yek jî ji bo pêşeroja Rûsyayê wek xetereyeke herî mezin tê dîtin.”

Nuqteyên qontrolê

Di axaftina xwe de Ezmanî got ku Rûsya, di nuqteyên kontrolê de çavdêriya Tirkiyeyê tenê li Azerbeycanê qebûl dike li Qerebaxê qebûl nake û wiha domand: “Tirkiye dixwaze navenda xwe ya nuqteyên qontrolê li bajarê Şûşayê jî ava bike û bi vî awayî ermenan aciz bike. Çawa ku Tirkiye li Sûriyeyê bi Rûsyayê re derdikeve dewriyeyên leşkerî, dixwaze heman tiştî li Qerebaxê jî bike. Hem ji bo rûsan hem jî ji bo Qafqasyayê ketina tirkan li wir xetereyeke mezin e. Herkes dibêje dê Tirkiye çeteyên xwe li wir zêde bike.Tişta balkêş ew e ku serokê hêzên aştî yên Rûsyayê ku Qerebaxê biparêzin, azerî ye û ji Daxistanê ye.”

Hevserokê Kurdistan Komîte ya Ermenistanê Silo Dirboyanî jî diyar kir ku ev 30 sal in di navbera her du aliyan de diyalog hebûye lê di encamê de şer dest pê kir û wiha got: “Diyaloga heyî jî ji gel vedişartin û her du dewletan di navbera xwe de dixwestin hin deveran biguherînin. Yanî axaftinên heyî ne zelal bûn. Wê demê navê heft qezayan derbas dibû. Cihên ku niha şer li ser wan tê kirin di şerê sala 92-94’an de Ermenistan bi şer bi dest xistibûn.”

Silo Dirboyanî di axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna Tirkiyeyê ya şer û wiha domand: “Di vê dema dawî de Tirkiye dît ku li Ermenistanê qelsî heye, xwest xeyalên xwe yên panîslamîzm û panturkîzmê pêk bîne. Bi vî awayî jî têkiliyên xwe bi Azerbeycanê re hîn xurtir kir. Helbet ne tenê Tirkiye, Brîtanya û Îsraîl jî di nav de heye. Bi kurtasî van hêzan nakokiyên di navbera Ermenistanê, Azerbeycan û Rûsyayê de dîtin û agir pêxistin.”

Nerazîbûnên hin derdoran

Dirboyanî destnîşan kir ku piştî îmzekirina peymana herî dawî li Ermenistanê protesto hatin kirin û wiha pê de çû: “Ev derdorên ku rabûn ser pêyan jî bi giştî alîgirên rêveberiya berê bûn û ji rêveberiya Paşînyan hesap dixwestin ku çima ev peyman îmze kiriye. Van derdoran jî digotin çima di serî de xwe ji Rûsyayê dûr xistiye û Paşinyan ketibû bin milê Amerikayê û hwd.”

Her wiha Silo Dirboyanî diyar kir ku ne Azerbeycan ne jî Ermenistanê qezenc nekiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku gelên li Qerebaxê bi salan e bi hevdu re dijîn, tu problemek di navbera azerî û ermenan de tune bû û îro ji bo berjewendiyên dewletan, Qerebax bû cihê şer. Yanî ev şer ne yê gelan bû yê dewletan bû. Di encamê de her du gelan jî winda kir.”