19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne ‘dawiya dîrokê’ lê dibe ku destpêk be

Em di dem û dewranekê de ne ku li cîhanê hem hêzên mezin ên hikûmraniyê dikin û hem jî hêzên ku bi rêya nêrîna çepgiriyê dixwazin dawî li hikûmraniyê bînin xitimîne. Di nav herka dîrokê de gelek caran hikûmran ji ber rabûnaserpêyan a gelan bi ‘restorasyonên vîtrînî’ xwe ji têkçûnê parastine. Ligel bi milyonan qurbaniyan jî bi gelan re ev restorasyon weke serkeftineke nîhanî rewşeke xapînok derxistiye pêş. Pêre pêre rehawet jî çêbûye ku ev jî ji hikûmranan re bûye keys û derfet da ku dîsa rabin ser pêyan. Ev weke paradoksekê heta roja me ya îro jî sed mixabin hatiye. Îro li cîhanê ji Şîliyê bigre heta bi Lubnanê ji Kolombiyayê heta bi Iraq, Fransa, û Îranê gel li qadan in û dewa mafên xwe dikin. Helbet li Kurdistanê ev şiyarbûn ev zêdetirî 40 salan e dewam û li dar e. Di vir de rol û rista mezin a tevgera kurdî heye. Îro ro ev berxwedana ku bi vê şiyarbûnê dest pê kiriye bandora xwe li Rojhilata Navîn, bakurê Afrîkayê heta li cîhanê giştî dike. Hevsengiyên li cîhanê îro ro bêyî kurdan nayên danîn. Kurd denkleman xera dikin. Bêstatubûna Kurdistanê ne tenê ji ber dagirkeriya çar dewletên herêmî ne. Naxêr li pey vêya hêzên hikûmran ên cîhanî hene ku ew jî îro di qeyranekê de ne. Ji ber wê jî proseya berxwedanê wisa xuya dike ku wê bi salên dirêj dewam bike. Lê heke em kurd dixwazin mexsed di zûtirîn demê de hasil bibe wê demê tekane derman yekitî ye.

Di çarçoveya van agahiyan de dema mirov li rewşa dawîn a li Rojhilata Navîn dinihêre; li herêmê şerekî giran û rûxîner heye. Hêza ku xwedî qabîlyeta guherîn û veguherînê be, bikaribe tifaqan bi pêş bixe wê bikaribe li ser pêyan bibîme. Yan na vî şerî bêrehm wê li pey xwe felaketeke mezin ji bo gelan bihêle.

Îcar di nav vî şerî de dema em li manevrayên tatkîkî û stratejîk ên hevparên tevgera kurdî dinihêrin; yên kevneperest bûne avkêşê hêzên mêtinger ên herêmî û hikûmranên cîhanî. Yên li gorî şert û mercan, konjonktura siyasî dikarin manevrayê bikin û tifaqan bi pêş jî dixin helbet zêdetir êriş li wan tê kirin. Dewleta tirk ji bo bikaribe qira kurdan bîne ji Idlibê heta bi Lîbyayê li dû hisabên qirêj e. Bi Rûsyayê re têkiliyên xwe li ser vê yekê ye. Bi Amerîka û Ewropayê re di vê çarçovê de dide û distîne. Heta bi rejîma Şamê re jî li rêyekê lihevkirinê digere da ku bikaribe mexseda xwe bibe serî.

Lê ew siyaseta îxwanî û selefî ya dewleta tirk êdî li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê weke guloka berfê çiqas çû mezin bû û îro weke wesîqayeke reş li her derê derdikeve pêşiya wî. Tayyîp Erdogan ku di sala 2007’an de weke hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hat mezinkirin îro xwe û dewleta tirk kiriye maşikek di destê hêzên mezin ên cîhanî de bi bedêla neyê darizandin û li ser postê desthilatê bimîne ew çi dixwazin li gorî wan tevdigere.

 Reçeteya çareseriyê

Di tabloyeke bi vî awayî de helbet hebûna kurdî bi her halî di talûkeyeke mezin de ye. Ji ber ku di destê wan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û azadiyê proje heye.  Ev projeya ‘Neteweya Demokratîk’ di vê serdema em tê de ne, ji bo çareseriya meseleya Kurdistanê, ya Lîbyayê, ya Keşmîrê, ya Uyguran, ya welatên kendavê, ya kêmarên li Ewropayê, ya koçberan, ya jinan, ya ciwan û zarokan reçeteya herî bi kêrhatî ye.