spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne fen e ev çi ben e

Zihniyeta nijadperest ku kurdan ji xwe re weke neyar dibîne, di her firsendê de êrîş dibe ser kurdan. Tu karkerekî ji rêzê bî û ji bilî nanê te haya te ji tiştekî tun be jî li bajarên wan tu dibî hedef û êrîşên nijadperestan li te tên kirin. Li bajarê Sakaryayê karkerên kurd ên ji bo berhevkirina findiqan çûbûn bajêr, bi vê aqûbetê re rû bi rû man. Xwediyên findiqan ji ber kurdbûna wan karker biçûk xistin û bi awayekî tund êrîş birin ser wan.

Karkeran bi zorê canê xwe xelas kir û vegeriyan mala xwe ya li Şemrexa Mêrdînê. Li gel ku dîmenên kêliya êrîşa li hemberî karkeran bi çapameniyê re hatin parvekirin jî Walîtiya Sakaryayê wekî bûyerên bi vî rengî yên beriya niha ket nav hewldanên nixumandinê. Walî angaşt kir ku êrîşeke bi vî rengî li bajarê wî li hemberî karkerên kurd pêk nehatiye.

Hewldanên nixumandinê

Bi heman rengî parlamenter û rayedarên desthilatê yên li bajêr jî piştgiriya Walîtiya Sakaryayê kirin û angaşt kirin ku li bajarê wan êrîşên bi vî rengî pêk nayên. Piştre ji ber ku bûyer bû sedema bertekên mezin û gelek derdorên cuda hem êrîş hem jî helwesta dewletê ya ji bo êrîşê şermezar kirin, waliyê Sakaryayê li karkeran geriya û got ku êrîşkar binçav kirine.

Piştî ku karker vegeriyan gundê xwe Kelekê, destpêkê çûn qereqola cendirmeyan a navçeyê û bi gotinên xwe Walîtiya Sakaryayê, parlamenter û rayedarên desthilatê derewandin. Bi armanca ku pêşî li piştevaniya ji bo gundiyan bê girtin gundê Kelekê hat dorpêçkirin û li gel ku tu pêketiyên vîrûsa koronayê li gund tunebûn jî bi hinceta vîrûsê gund kirin qarantînayê. Heta çend rojan nehat hiştin tu kes derbasî gund bibe û bi karkeran re hevdîtin bike.

Astengkirinên li gund

Heyeta ji HDP’ê û Partiyên Tifaqa Kurdistanê pêk dihat, li gel astengiyan jî hewl da biçe gund û bi karkeran re hevdîtin bike. Li têketina gund leşkeran pêşî li wan girt û nehişt ku derbasî nav gund bibin. Heyetê li vir bertek nîşanî leşkeran da û bi daxuyaniyekê nijadperestiya li hemberî karkerên kurd şermezar kir.

Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li karkerên êrîş li wan hatibû kirin geriyan û piştgiriya xwe ya ji bo wan aşkera kirin. Rexmî vê yekê rastiya li holê jî tu rayedarekî desthilatê li karkeran negeriya û êrîşa li hemberî wan şermezar nekir.

Heman parastin!

Êrîşa nijadperest li ser medyaya civakî jî bi rojan hat nirxandin û bi sed hezaran kes êrîş şîrove kir û bertekên xwe li dijî nijadperestiyê nîşan dan. Wezareta karên hundir, der barê van bertekên zêde de daxuyaniyeke bi sosret da û angaşt kir ku êrîş tê berovajîkirin.

Qarantînkirina gundê Kelekê yê karkerên kurd, her tiştî raxist holê. Heke êrîş pêk nehatibe gelo çima gund tê qarantînakirin? Erê nav qarantîna bû lê di rastiyê de gund hat dorpêçkirin. Bi rojan destûr nehat dayîn ku ne kes biçe gund ne jî gundî ji gundê xwe derkevin. Ev jî biwêja ‘ne fen e ev çi ben e’ tîne hişê mirov.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê