20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ne hikûmet e, DAIŞ e’

Sîbel Sutpak / Emrullah Acar

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn, 147 roj in têdikoşin. Emîne Şenyaşar, anî ziman ku bi serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî gelek hêzê digire û wiha got: “Heta kurê min neyê berdan û kujer neyên cezakirin ez dest ji vê nobetê bernadim. Ev ne hikûmet e. Ev DAIŞ e. DAIŞ ji wan çêtir e.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de di 14’ê hezîranê de xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeha Malbata Şenyaşar û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê êrîşî ferdên malbatê kiribû. Di êrîşê de ji heman malbatê Hacî Esvet Şenyaşar û lawên wî Celal û Adil qetil kirin. Di bûyerê de birayê Yildiz ê AKP’yî jî hat kuştin. Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û sê sal in girtî ye. Zêdeyî 3 sal di ser êrîşa li dijî Malbata Şenyaşar re derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine darizandin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji bo edalet pêk bê 146 roj in li ber Dadgeha Rihayê “Nobeta Edaletê” digirin. Di van 5 mehan de gelek caran polîsan ew binçav kirin û dîsa serbest berdan.
Heta niha Malbata Şenyaşar serî li gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî da. Dîsa heta niha gelek partî, rêxistin û saziyên civakî çûn Rihayê û piştgirî dan malbata Şenyaşar. Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbata Şenyaşar didomin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît, li gel hewaya germ a havînê û nexweşiyên xwe têkoşîn û lêgerîna edaletê didomînin. Emîne Şenyaşar têkildarî têkoşîna “Nobeta edaletê” ya 5 meh in li ber deriyê Dadgeha Rihayê didomîne ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Kujer li Rihayê serbest digerin

Emîne Şenyaşar anî ziman ku ji bo kurê wê yê girtî serbest bê berdan û hesab ji kujerên malbatê bê pirsîn dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û wiha got: “Malbata min tev xelas kirin. Kurekî min jî girtî ye. Em dixwazin kurê min bê berdan. Kesên zarok û hevjînê min kuştin serbest li Riha û Pirsûsê digerin. Kurê min kirine odeyekê. Nêzî 4 sal in bi tenê di odeyekê de girtî ye. Edalet tune ye. Em bi pey şopa edaletê ketine. Hundirê avahiya edaletê li me qedexe kirine. Dozger me di qewitîne. Em li hundirê avahiya edliyê rûniştin, polîsan hatin li me dan û em ji hundir derxistin. Îşkence li kurê min kirin. Dest xistin qirika Ferît. Xwestin Ferît li hundirê edliyê bikujin.”

Dozger deriye xwe li me venakin

Emîne Şenyaşar anî ziman ku ew qas li bajaran geriyan, lê hêj mîna berê di edaletê de tiştek nehatiye guhertin û wiha axivî: “Zarokên min di erefata cejnê de li dikana xwe bûn. Hatin li hundir dikanê zarokên min dan ber guleyan. Serokkomar Erdogan jî Suleyman Soylu jî û hikûmet tev vê rastiyê dizanin. Gelê Pirsûsê jî tev dizanin ku zilmê li me dikin. Dozger derî li me venake. Naxwazin em biçin cem wan. Heta niha 8 dozger hatin guhertin.”

Erdogan dizan nabîne

Şenyaşar, anî ziman ku dê rojek bê ev dozger cezayê xwe bibînin û wiha berdewam kir: “Bila nebêjin em îro wiha dikin. Ev ji wan re namîne.” Şenyaşar da zanîn ku li gelek partî û rêxistinan geriyan û wiha pêde çû: “Em heta şûna Erdogan jî çûn. Lê ji bo edaletê pêk bê tu piştgirî nedan me. Em li hin cihan qewitandin. Em pir geriyan. Lê kurê min bernedan. Erdogan bi şopa kurê min ketiye. Lê ew qas kesên dizî kirine û mirov qetil kirine bi şopa wan nakeve.

Saziyan em tenê nehiştin

Emîne Şenyaşar, bal kişand ser serdanên ji bo piştgiriya wan û wiha berdewam kir: “Ji her derê hatin. Gelek kes hatin. Em bi tenê nehiştin. Bi hatina wan em hêzê digirin. Em pê kêfxweş dibin. Mala wan ava be. Hiqûqnas û nûnerên saziyan bi me re ne. Em edaletê dixwazin. Yên me ziyaret dikin jî dixwazin edalet pêk bê. Dixwazin kurê min ê girtî bê berdan.

Gotin ‘Edaleta me tune ye’

Heta niha 8 dozger hatin guhertin. Edalet tune ye. Hejmara kesên tên me ziyaret dikin zêdetir bûya baştir bû. Hêj edalet pêk nehatiye. Ez çûm li Enqereyê bi şopa edaletê ketim. Gotin ‘Here edaleta me tune ye’ Ez dixwazim bêtir bên ziyaret bikin. Ez dixwazim min bi tenê nehêlin. Ez bi wan bi hêz dibim. Em dixwazin biçin dozger jî ziyaret bikin û zorê li dozger jî bikin. Ez dixwazim kurê min bê berdan û ên zarokên min kuştine bêne girtin.”
Şenyaşar, bal kişand ser yekitî û hevkariya malbatên ku mafê wan ê edaletê hatiye binpêkirin jî û wiha got: “Niha edalet tune ye. Kurê min hêj girtî ye. Parêzer nikarin biçin cem. Em nikarin wî ziyaret bikin. Em dixwazin hemû malbat bên vir û em bi hev re li edaletê bigerin. Em hemû destê xwe bidin hev û bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ev hikûmeta zilmê ye. Tenê zilmê li millet dike û milet dikuje. Şenyaşar bang li partiyên siyasî yên wekî CHP, ÎYÎ Partî, Gelecek Partî yên ku ew ziyaret kirin jî kir û wiha got: “Em dixwazin ev partî û rêxistin guh bidin banga me. Em dixwazin ji bo edaletê têbikoşin. Lê niha tiştek dest wan de tune ye. Her tişt di destê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Îbrahîm Halîl Yildiz de ye.

Hikûmet pir zalim e

Şenyaşar bal kişand ser şertên zor ên germa havînê û biryara têkoşîna xwe ya bi israr da û wiha got: “Kurê min girtî ye. Îbrahîm Halîl Yildiz malbata min tar û mar kir. Ez nikarim li mala xwe rûnêm. Hikûmetek pir zalim e.”
Şenyaşar, bi bîr xist ku nexweşiya pî û çavê wê heye û divê ji çavê xwe ve emeliyat bibe û wiha bi dawî kir: “Heta Fadilê min neyê berdan ez ê nobeta edaletê bidomînim. Ez naçim çavên xwe emeliyat nakim. Piştî Fadil hat berdan ez ê biçim bijîjk emeliyat bibim. Heta ez sax bim ez ê li vir nobetê bigirim. Halîl Îbrahîm Yildiz, diz e. Berê 2 kesên din jî kuştibûn. Îmana wan tune ye. Em dixwazin Fadil bê berdan.

‘Milet tû rûyê Halîl Yildiz dikin’

Em vê dewletê qebûl nakin. Dewleta ku delîlan veşêre, dîwarên bi xwîn boyax bike û qatilan biparêze em wê qebûl nakin. Vaya ne hikûmet e. Vaya DAIŞ e. Vaya ne hikûmet e IŞID e. IŞID jî wisa nake.
Îro Îbrahîm Halîl diçe ku milet tû rûyê wî dikin. Êdî rayên ku Îbrahîm Halîl ji Erdogan re bistîne tune ye. Heta Fadilê min neyê berdan ez ji vir ranabim. Ez dixwazim kujer bên girtin. Ez dixwazim serbest li bajar negerin.