24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ne tê kirîn û ne jî tê firotin’

Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê kûr dibe, bandora xwe li ser esnafan jî dike. Li gorî dane û îstatîstîkan, meh bi meh pêdiviyên mirovan buha dibin. Welatî û esnaf ji ber buhabûnê bi gilî û gazinc in. Dema em li nava esnafên Amedê digerin, bi piranî ji ber buhabûn û qeyrana aborî bi gazinc in. Yek ji esnafên Amedê Pelweşîn Yakişan e.

Pelweşîn Yakişan a li Amedê esnafiyê dike û bincilan (atlet û derpî) difiroşe. Malbata Pelweşin Yakişan nêzî 20 sal in esnafiyê dike û Pelweşîn jî niha li gel malbatê li dikanê dinêre.  Pelweşîn Yakişan têkildarî rewşa aborî û esnafiyê ji rojnameya me re axivî. Pelweşîn Yakişan diyar kir ku her meh ji bo buhayên bincilan lîsteyeke tê ji wan re û di lîsteyê de her meh ji sedî 10 zem tê ser cilan û wiha got: “Me berê derpêyek bi 3 lîrayî dikirî lê niha bi 6 lîrayî ji mere tê. Me atletek bi 5 lîreyî digirt niha bûye 15 lîra. Gore berê ji me re bi yek û nîvê lîrayî dihat, niha bi 5 lîrayî tê. Çend roj berê rojê 2 kolî gore ji me re bi 15 hezar lîrayî hat. Lê ew kolî 5 sal berê herî zêde 5 hezar lîrayî bû. Ev  tenê asta qeyrana aborî nîşan dide. Em ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin.”

Pelweşîn Yakişan da zanîn ku ji ber bincil buha bûne, êdî wekî berê nayên firotin û wiha axivî: “Êdî kes nikare bincilan jî bikire. Dema welatî tên û li buhayên bincilan dinêrin dibêjin ‘Êdî em ê ji xwe re parçeyan bikirin û bincilên xwe bi xwe bidirûn’ Kesên ku berê dihatin çar perçe dikirîn niha tenê dikarin perçeyekî bistînin. Ew bertekan nîşanî me didin. Lê em û kesên cilan distînin di heman rewşê de ne.”

Rewşa aboriyê bi pandemiyê re xirabtir bû

Pelweşîn Yakişan bal kişand ser zehmetiyên ku bi pandemiyê re zêde bûn û wiha axivî: “Rewşa aboriyê ji xwe xirab bû. Lê bi pandemiyê re ev rewş xirabtir bû. Me nikaribû dikanan vekin. Lê me kirê dida. Îktîdarê di daxuyaniyên xwe de digot ‘Em ê alîkariyê bidin’. Lê mixabin me ji aliyê kirê û aliyê krediyan de tu alîkarî nedît.”

Pelweşîn Yakişan bal kişand ser zehmetiyên pêvajoya pandemiyê û wiha bi dawî kir: “Hêj em nikarin xwe kom bikin. Em neçar man ku karkerên xwe ji kar derxin. Berê me 8 kes didan xebitandin. Niha ji ber ku lêçûn zêdetir in em tenê dikarin 3 kesan bidin xebitandin. Ne tenê buhayên bincilan, her tişt buha ye. Me çend sal berê 2 hezar lîra dida kire, lê niha kirêya me bûye 12 hezar lîra . Kar tune em nizanin êdî em ê çawa debara xwe bikin.”