23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne tenê kurd ji kiryarên çeteyan bêzar bûne

Kesek nemaye ku bi kiryarên hovane ên komên çete yên li Efrînê û deverên din ên dagirkirî ne hisyaye.  Herî dawî nerazîbûnek ji şêxê eşîreke ereb ê herêma Şêx El Hedîd a girêdayî Efrînê hat belavkirin. Şêx Ehmed El Helwî daxuyaniyek der barê çeteyê bi navê Ebû Emşa de ji raya giştî re li ser malperên dîjîtal weşand.

Şêx Ehmed El Helwî di daxuyaniyê de behsa kiryarên hovane yên serokê koma bi navê Emşat (çeteyên Suleyman Şah) kir. El Helwî got ku ev çeteyê bi navê Ebû Emşa û çeteyên di bin fermandariya wî de tiştê nemayî bi serê kurdên Şêx El Hedîdê de tînin. Mirovan direvînin, îşkenceyê li gel dikin û tecawizê wan dikin.

Şêx Ehmed El Helwî bang li kesên bi rûmet û şeref kir ku li dijî van çeteyan û kiryarên wan ê hovane derkevin. Her wiha giliyê vî çeteyî li ba qaşo  (Lijneya Vegerandin a Mafan) hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye û balkêşe ku di vê dema dawî de gelek nûçe û gilî li ser Ebû Emşa tê kirin û navê wî gelekî dikeve rojevê. Li gorî hin şîrovekarên siyasî ên ku rewşa herêmê ji nêz ve dişopînin wiha tê gotin: “Raste ku ev serçete wekî gelek komên din ên çekdarên li herêmê van kiryarên hovane dikin. Lê wiha xuyaye ku hin alî dixwazin hemû hovîtiya xwe, dagirkirin, talan, dizî û hemû kiryarên xwe yên qirêj bixin stûyê vî çeteyî.”

Dixwazin hem xwe wekî parêzvanê mafan bidin nîşandin hem jî ji ber sedemên ku em nizanin vê koma çete ji xwe re bikin qurban. Dixwazin hemû gunehê xwe û komên xwe yên çete bixin stûyê çeteyeke an jî komeke din da ku xwe paqij derxînin.