25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne tenê qirkirina çandî ye, ji qirkirina çandî wêdetir e

Nêrgiz Ismayil

Li welatekî faşîzim li ser piyan be, qirkirin armanc be, tunekirin bi hemû ziraviyên wê pê were, gelo mirov dikare behsa demokrasî, biratiya gelan û edaleta civakî bike? Ne mumkun e. Bi hemû rêbazên qirêj desthilatariya dewleta tirk serweriya xwe belav dike û dijberiya gelan dike. Her çiqas di serî de gelê kurd be, ji xwe bêguman ev bi salan e tê zanîn, lê belê niha li beramberî hemû gelan meydanê dixwîne. Ev hişmendî yek derfetê nade civakê ji bo azadiya xwe bijî, dagirkeriyê bi hemû şêwazên wê bi kar tîne. Ne tenê fîzîkî, erdnîgarî hetanî mudaxeleya çand û aqilê civakê jî dike, li gorî xwe xaçerêkek nexişandiye.

Polîtîkaya sereke “qirkirina çanda gelan” e. Di vê mijarê de qada rojavayê Kurdistanê bi tekoşîna salan dikarîbû xwe bigihîne astekê ku xwe biparêze, çanda xwe biparêze û taybetmendiya herî bingehîn jî ku hemû gelên vê herêmê bi salan e di nav çanda biratiya gelan de dijîn parastiye. Li ser vê xaka weke welatê BUHUŞTA SER ZEMÎNÊ tê zanîn bi rastî jî xwedî mozayîkekê ye ku çiqas cudahî hebin ewqas civak pê mezin dibe û jiyana bi hev re hîna bi wate dibe.

Qirikirina bi hevkariya çeteyan tê meşandin, heta niha di  dîroka ti gelan de nehatiye dîtin. Gelo daran, şînahiyê, avê, axê çi kiriye ku ewqas bi hovitî tunekirin û talankirinê dikin. Hemû bîranînên bi salan ên temamê malbatan di malên wan de hilweşandin. Kiryarên li Efrînê pêk anîn hetanî vê kêliyê jî berdewam in û ji rêzdayîna mirovî dûr û dûr in. Û niha li Serê Kaniyê û Girê Spî, kiriyarên aqilê tu kesekî nikare fam bike diqewimin. Erjenge polîtîkaya qirkirinê hetanî li ser gelê ereb jî pêk tînin, dibistanên taybet avakirine û tê ferizkirin ku fêrî zimanê tirkî bibin. Malên me xerab kirin, kolanên me guhertin, hafiza civakê tevlihev kirin, armanca serke ji kokê qirkirina çanda gelan e û di serî de jî çanda kurdan e.

Pirsa yekser tê hişê mirovan; gelo piştî çanda civakê ji cewhera xwe derket, warên dîrokî weha bi hêsanî têne destavêtin û xerabkirin, guherînên demografîk ên bi şêwazên seyr tên guhertin, piştî evqas hilweşandin, gelo wê zar û zêçên me li ser kîjan hêmanên dîrokî û çandî mezin bibin? Xeteriya herî bi êş ev e. Eger tas şikest gelo wê av bi ku derê de biçelqe?

Em nikarin mîna hin kesan hizir bikin û bibêjin; “Rewşa heyî çarenûs e, em çi bikin jî şensê me yê jiyanê tune ye.” Miletên li ber xwe nadin, di wan de zemîna qirkirinê hîna li pêş e. Bi sedan sal in gelê kurd li ber xwe dide û wê li ber xwe jî bide. Berxwedanî ne tenê fedayîtiya fîzîkî; parastina çand, ziman û dîroka xwe ya resen e jî. Di vê mijarê de berpirsiyariya dîrokî dikeve ser milê gelê kurd. Xwedîderketina kurdan li çanda xwe, tê  wateya xwedîderketina li reseniya Rojhilata Navîn. Lewra eger kurd bi xwe nebin”XWE” nikarin vê pêşnegiyê serkeftî pêk bînin. “XWE” ya me, nasnameya me ya gerdûnî ye. Lewra divê gelê me vê erka xwe bizanibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê