Rojnameya Heftane

Neheqî li vî zarê zêrîn bûne

Zekî Gurur

Zimanên nefermî hatine lawazkirin û gelek jê ketine rewşeke kembax û heta ber sekeratê jî. Tirsa nemana temamî ya li ser hewramî û zazakî ciddî ye. Kurdî û heta belûcî jî bi  hejmara axiverên xwe ji gelek zimanên resmî yên gelek dewletan mezintir in

Mêvanê Xwebûnê yê vê hejmarê zimannasê kurd Husein Muhammed e. Me ji bo xwendevanên xwe yê hêja ev hevpeyvîn der barê pirsa zimanê kurdî de amade kir. Fermo em bi hev re li bersivên rêzdar Muhammed binihêrin.

Tu wek zimannesekî, ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çi difikirî? Ev roj di halê heyî de li gel paşxaneya xwe ya tarîxî di meseleya aktûela zimanî de tê çi maneyê?

Cejn û rojên taybet helbet giring in. Tiştekî ne bêwate ye ku rojek bo zimanê dayikê jî hatiye diyarkirin. Divê em rojên wiha bo geşkirina mijarê wek derfet bi kar bînin. Lê tiştê giring ew e ku em tenê di çarçoveya van rojan de nemînin. Kurdî yan ti zimanekî din nikare bijî eger em tenê wan di rojên wiha de bi bîr bînin û wek din li mala xwe bêdeng rûnin. Divê em seranserî salê bo zimanê xwe bixebitin û di rojeke wiha de encamên wê xebata xwe ya tevahiya salê pîroz bikin, ne vê rojê tenê wek slogan bi kar bînin.

Ziman îro ji bo serdest û bindestan li gorî kîjan refleks û reftaran ji hevdu cuda dibe? Bo nimûne Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji bo erebek, farisek, tirkek an îngilîz û rûsek belkî çi girîngiya xwe tune, lê ji bo kurd an belûcek ev yek cuda ye.

Zimanê ku tevahiya dewletekê pê bixebite, wek tirkî, yan jî heta bi dehan dewletan pê bişuxilin, wek îngilîzî, bêguman ti gef û metirsiyên cidî li ser nemana wan zimanan di asoyê de nîne. Loma tirkek an îngilîzek ne hewce ye ji nemana pareke xwe anku ji nemana zimanê xwe bitirse. Madem ku tirseke wiha ji wan re tine ye, mijara pîrozkirina salane jî ji wan re ne giring e.

Rojeke wiha zêdetir bo wan zimanan giring e ku hewcedarî baldarî û xemjêxwarinê ne. Kurdî û heta belûcî jî bi hejmara axiverên xwe ji gelek zimanên resmî yên gelek dewletan mezintir in jî (bo nimûne ji zimanên bakurê Ewropayê) lê ew di meydana giştî de lawaz in ji ber ku dewlet bi wan nayên birêvebirin (eger em başûrê Kurdistanê wek dewleteke de facto nehesibînin.).

Anku giringiya rojeke wiha bo qisekerên zimanekî ji pêwîstiya parastin û pûtekirina bi zimanê wan tê.

Ji ber ku ciwanên bengalî doza mafê zimanê xwe dikirin ji aliyê polîsên bangladeşî ve hatin kuştin û ev roj ji aliyê UNESCO’yê ve wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat îlankirin. Lê çend meh berê li Rûsyayê kalekî 79 salî Albert Razîn ê Ûdmûrtiyî got; “Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me” û xwe şewitand û kuşt. Dema mirov herdu bûyeran dide berhev gelo ji wê demê heta niha çi guheriye?

Berê gelek ziman hatine serkutkirin anku bi darê zorê û şidetê rê li wan hatiye girtin. Li dinyayê gelek nimûne hene lê bawer nakim ku ti zimanekî din bi qasî ku, bi taybetî li Bakur, wiha ketibe ber zimankujiyê (linguicide).

Van salên dawiyê hem li Kurdistanê û hem jî li welatên din êdî ji rêgirtina yekcarî û şidetî zêdetir bi rêya paşguhkirin û tinehesibandinê muamele li gel zimanên nefermî hatiye kirin. Eger bi temamî neqediyabe jî, êdî qedexekirin û şireta demên borî dijî zimanên nefermî bi awayekî vekirî û bi qanûnan kêmtir bûye. Lê ji ber kiryarên raboriyê, zimanên nefermî hatine lawazkirin û gelek jê ketine rewşeke kembax û heta ber sekeratê jî.

Bo ku tezmînata neheqiya raboriyê bi awayekî rewa û adilane were dayîn, divê bo zimanên wek kurdî ji aliyê dewletê ve bernameyên taybet yên pêşvebirin û geşkirinê werin danîn da ku zimanê lawazkirî bikare bi ser xwe ve were û dîsa bihêz bibe.

Hin kes ji bo kurdî û nemaze hin zaravayên kurdî pênaseyeke wiha dikin û dibêjin “kurdî ber bi tunebûnê ve diçe”. Di vê çarçoveyê de tu rewşa kurdî di nav zimanên cîhanê de çawa dibînî? Ev rastiyek e yan îluzyonek e? Tu dikarî nirxandineke giştî bo kurdî bikî?

Mirov nikare bo kurdî bi tevayî tenê bersivekê bide. Rewşa soranî û heta ya kurmancî jî bi temamî ji ya hewramî û zazakî cuda ye. Hewramî ji ber hejmara kêm an kêmbûyî ya axiverên xwe bi rastî jî li ber nemanê ye. Mana wê heta sedsala 22’an dê mucîzeyeke mezin be. Hejmara qisekerên zazakî ne kêm e lê pêleke zimanveguhastinê (language change) ji zazakî bo tirkî di nav peyiverên zazakî de mixabin xurt e. Tek rêgirtina li ber windabûna temamî ya zazakî ew e ku di demeke ne dûr de perwerdeya bingehîn ya axiverên zazakî ji tirkî bibe zazakî yan jî zazakî û tirkî.

Herçi kurmancî û soranî ne, bo wan nemaneke temamî di asoyê de nabînim.

Li aliyekî, hem kurmancî û hem jî bi taybetî soranî li başûrê Kurdistanê zimanê rojane yê danûstandinên bi her awayî yên xelkê ne û herdu zarava di her warê jiyanê de tên bikaranîn (kurmancî li parêzgeha Dihokê û Soranî li parêzgehên Hewlêrê û Silêmaniyê). Herwiha li rojavayê Kurdistanê jî kurmancî ji xwe re hinek derfetên baş afirandine tevî ku siberoja Rojava hê şêlû ye.

Li aliyekî din, mixabin mimkin e ku hejmara qisekerên herdu kurmancî jî û soranî jî di demeke nêzîk de ji niha gelek kêmtir bibe.

Rewşa zimanveguhastinê ji kurmancî bo tirkî di nav hejmareke mezin ya kurdan de li bakurê Kurdistanê baş tê zanîn. Ji ber ku kurdî û tirkî du zimanên bi temamî ji hev cuda ne, zimanveguhastina ji kurdî bo tirkî, gava ku dibe, zelal e. Lê kêmtir behsa wê yekê hatiye kirin ku li rojhilatê Kurdistanê jî hem kurmancî û hem jî soranî mixabin di proseyeke hêdî ya zimanveguhastina ji kurdî bo farisî de ne. Ji ber ku kurdî û farisî zimanên lêzim in, ev prose ne wek ya ji kurdî bo tirkî zelal e lê mixabin her heye. Roj bi roj bêje û biwêjên kurdî di axiftina xelkê de cih didin yên farisî û wiha hêdî-hêdî kurdiya wan vediguhere farisî.

Li Başûr û Rojava jî li deverên ku ne di bin kontrola kurdan de, bo nimûne li Efrînê, Kerkûkê û Xaneqînê tirsa guherandina demografyayê heye û pê re jî nemana zimanê kurdî li wan deveran.

Eger kurt bikim: Tirsa nemana temamî ya li ser hewramî û zazakî ciddî ye. Tirsa li ser kurmancî û soranî ew e ku bergehê wan teng bibe û ji gelek deverên kurdnişîn winda yan lawaz bibin.

Îro ji ber gelek sedeman, profîlên zimanî yên curbicur ji bo zimanê kurdî derketine meydanê. Kurd bi giştî êdî cotziman/pirziman in û ev rewş bandoreke çawa li ser rewşa zimanê kurdî dike?

Li dinyaya niha duzimanîtî yan pirzimanîtî ne tiştekî ecêb e lê gelekî normal e. Ji niha pêve yekzimanîtî hêdî-hêdî dibe tiştekî nadir. Ya giring ew e ku derfet û delîve hebin ku her kurdek bibe xwedî bingeheke xurt yê kurdîzanînê. Ev jî tenê û tenê bi rêya perwerdeya bi zimanê kurdî mimkin e. Lê heta ku em bigihin rojeke wisa, divê ku hemû derfetên heyî bo xwehînkirina kurdî hem bi nivîskî û hem jî bi axiftinê bên bikaranîn.

Wek ziman jî, helbet tesîra vê yekê li kurdî dibe. Bo nimûne gelek fraz yekser ji zimanekî din li kurdî tên wergerandin. Eger frazeke li cihê wê di kurdî de tine be, wergerandina frazan jî ne xirab e. Vê dawiyê piraniya zimanên mezin jî frazên nû ji inglîzî werdigerînin zimanê xwe û bi kar tînin. Lê eger li cihê wê di kurdî de yek an hinek fraz hebin, divê yên heyî bên tercîhkirin. Loma em hewceyî ferhengên baş yên frazeolojiyê ne.

Di rewşa kurdî de divê mirov di wergerandina frazan de hişyar û baldar be. Çunkî eger mirov bo nimûne frazekê ji tirkî wergerîne, dibe ku ew fraz di erebî û farisî de ne wisa be û bikaranîna wê fraza wergerandî ji kurdên ne-bakurî re dikare tiştekî nefehmbar be. Wek mînak, bakuriyan “aramak” ya bi wateya “telefon kirin”ê yekser wek “lê gerîn” wergerandiye kurdî. Lê li Başûr, Rojhilat û Rojava mirov “lê gerîn”ê bi wateya “telefon kirin”ê fehm nake. Tiştên wiha hevfehmkirina kurdên ji parçeyên cuda dijwartir dike.

Kurdî li gorî 100 sal berê zêdetir tê xwendin/nivîsîn lê kêmtir tê axaftin. Ev yek li dor çarçoveya asîmîlasyonê, tesîreke çawa li kurdî dike?

Berê bo jîndariya zimanekî tenê axaftin jî bes bû. Niha nivîsîn û xwendin jî beşeke zerûrî ya zindîtiya her zimanî ye. Lê ti ziman demeke dirêj tenê bi xwendin û nivîsînê nikare bijî. Loma divê em bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin jî.

Ji bo parastin, pêşvebirin û geşkirina zimanê kurdî şîret, pêşniyaz û tesbîtên te çi ne gelo?

Di raboriyê de neheqiyên mezin li vî zarê zêrîn bûne. Lê nabe ku em wê ji xwe re bikin hêcet û bihêlin ku kurdî lawaz bibe. Belkî derfetên dewletan di destê me de nînin lê di dinyaya îroyîn de gelek derfet bi destê şexsên xîretdar û komên dilxwaz jî tên afirandin. Divê em herdem hem mafên xwe yên rewa bixwazin û hem jî heta wergirtina wan mafan her derfeta heyî bi kar bînin.

Gelek caran nivîskar û zimannasên kurd gilî û gazinan dikin û dibêjin ku kurd berhemên wan naxwînin û giringiyê nadin wan. Lê ez dixwazim berê meselê bizivirînim û ji nivîskar û zimannasên me re bibêjim: Tiştên hêja biafirînin, kurd dê bixwînin û dê qedir û qîmeta we jî bizanin!

Husein Muhammed sala 1980’yî li Zaxoyê hatiye dinyayê, di navbera salên 1988-93’an de li Bakur jiyaye û ji sala 1994’an ve li Fînlandayê dijî. Wî li zanîngehê hiqûq, wergerandina îngilîzî û zimannasiya giştî xwendiye. Niha li Enstîtuya Zimanan a  Fînlandayê dixebite.