20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nehiştin dayika 65 salî bi kurdî biaxive

Di çend salên dawîn de, li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çendê carekê em bi bûyerên cihêkar ên li dijî ziman, çand û hunera kurdî dihesin an jî em bixwe rastî wan tên. An saziyên kurdan tên girtin, an ji ber axaftina bi zimanê kurdî û guhdarîkirina li muzîka kurdî heqaret li wan tên kirin û  her wiha tên kuştin jî.

Ji serê sala 2020’an heta niha çend pêkanînên li dijî zimanê kurdî:

  • Ciwanê bi navê Bariş Çakan li Enqereyê ji ber li muzîka kurdî guhdarî kir, ji aliyê sê nijadperestên tirk ve bi kêran hat kuştin.
  • Qeyûmê li ser şaredariya Sêrtê pirtûkxaneya bi navê Celadet Elî Bedirxan xera kir.
  • Kêlên goran ên nivîsa kurdî li ser wan hatin xerakirin.
  • Qeyûmê li ser şaredariya Êlihê nivîsa bi kurdî ya li ser rêya wesayîtan a ji bo peyeyan jê bir.
  • Gelek qeyûmên li ser şaredariyên bakurê Kurdistanê, xebatên ziman, çand û hunera kurdî yên bi destên şaredariyan dihatin kirin bi dawî kirin; tabelayên bi kurdî ji şaredariyan daxistin û navên kolanên bi kurdî guhertin.
  • Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî teza bi zimanê kurdî hat qedexekirin û li xwendekaran nivîsîna teza bi zimanê tirkî hat ferzkirin.
  • Li navendeke danûstandinê ya li Cizîrê axaftina bi kurdî li xebatkarên navendê hat qedexekirin.

Bêguman sedema van pêkanînan, polîtîkayên dewleta tirk ên yekperest û asîmilasyonîst ên li hemberî kurdan e. Çi sazî û dezgehên dewletê û yên taybet, çi jî kes û komên nijadperest ên tirk, li hemberî kurdan, çand û zimanê wan li gorî polîtîkayên dewletê tevdigerin. Mînaka vê ya herî dawîn, şîrketa xeta telefonê Turk Telekom e.

Hefteya borî, ciwanê bi navê Omer Başaran ê ji Êlihê, li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî (twîtter) der barê helwest û nêzîkatiya cihêkar a li dijî zimanê kurdî ya xeta telefonê Turk Telekomê de rêzetwîtek (flood) parve kir.

Başaran li ser hesabê xwe diyar kir ku wî xwestiye xeta telefonê ya li ser navê dayika xwe ya 65 salî betal bike lê xizmeta mişteriyan a Turk Telekomê ev yek qebûl nekiriye û gotiye ku divê dayika wî bixwe biaxive.

Başaran got ku ew û dayika xwe li ser telefonê bi Turk Telokomê re axivîne. Wî bi tirkî gotiye, dayika wî jî tiştên wî gotine dubare kirine lê vê carê jî kesê pê re axiviye ev yek qebûl nekiriye û jê re gotiye ku dayika wî bi vîna xwe ya azad naaxive, divê dayik bixwe bi tirkî biaxive.

Kampanyaya boykotê

Ev agahî tavilê li ser medyaya civakî belav bû û di nav mijarên sereke yên rojevê de cihê xwe girt. Bi dehhezaran kesan bi hastaga #TurkTelekomBoykot bertek nîşanî vê kiryara Turk Telekomê da û ew şermezar kir. Her wiha gelek kesan ev kiryar bi cihêkarî û nîjadperestiya li dijî kurdan penase kir û li ser hesabên xwe diyar kirin ku ew ê xetên xwe yên Turk Telekomê betal bikin. Li aliyê din gelek kesên nijadperest jî li ser hesabên xwe, bertekên nijadperest nîşanî vê agahiya Omer Başaran dan.

‘An bi erebî yan jî bi tirkî’

Piştî bûyer deng veda, Omer Başaran bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Başaran da zanîn ku wî ji kesê xizmeta mişteriyan a Turk telekomê re gotiye dayika wî bi tirkî nizane û ji vê pê ve jî dayika wî nikare fêrî tirkî bibe û wiha got; “Ji min re gotin ‘zimanê dayikê yê Tirkiyeyê tirkî ye. Em bi tirkî diaxivin û bi tirkî ji hev fêm dikin’. Min pirsî got, ‘anonsa we ya bi erebî heye çima ya bi kurdî tune ye? Ji min re gotin ‘diya te bixwaze dikare bi erebî biaxive’ û prosedura wan a kurdî tune ye. Xet negirtin û alikarî jî nedan min.”

Di berdewama axaftina xwe de Başaran diyar dike ku piştî dengvedana bûyerê, Turk Telekom telefonê wî kiriye û jê lêborîn xwestiye û wî ji wan re gotiye; “Min ji wan pirsî ‘kesên mîna diya min ên bi tirkî nizanin telefonê we bikin hûn ê çi bikin?’ Wan ji min re got, ‘dibe em di vê mijarê de prosedurek amade bikin.’ Bi rastî min ji wan bawer nekir. Heta niha tune bûye, wê ji niha pê de hebe?”

Turk Telekom jî piştî bertekan neçar ma, der barê vê bûyerê de daxuyaniyekê bide. Turk Telekom di daxuyaniyê de diyar dike ku îdiayên tên kirin ne rast in û tu nêzîkatiyeke wan a hemwelatiyên wan biêşîne çênebûye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew bêyî cihêkariya ol, ziman û nijadî xizmetê didin.

Komeleyên kurdî daxuyanî da

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çand û Hunerê yên kar û xebatên çand, huner û zimanê kurdî dikin, bi daxuyaniyeke hevpar nêzîkatiya Turk Telekomê ya cihêkar a li dijî zimanê kurdî şermezar kir. Di daxuyaniyê tê gotin, ev bûyer nîşan dide ku polîtîkayên astengkirin, qedexekirin û kirîmînlîzekirina zimanê kurdî berdewam e û ji ber vê jî ew vê helwesta kiret şermezar dikin. Komele di dawiya daxuyaniya xwe de, ji saziyên bazirganiyê û fermî dixwazin ku xizmeta bi kurdî jî peşkeş bikin û li gorî rastiya pirzimaniya gel tevbigerin.

‘Cihêkariya etnîkî ye’

Tora Ziman û Çanda Kurdî jî bertek nîşanî helwesta Turk Telekomê ya li dijî zimanê kurdî da û diyar kir  ku rasterast an jî nerasterast sansûrkirina zimanê dayikê yê civakekê, astengiya li ber xizmeta bi zimanê wî gelî cihêkariya etnîkî ye. Torê da zanîn ku Turk Telekomê di daxuyaniya xwe de peyvên kurd-kurdî bi kar neaniye û ev bi serê xwe bûyer piştrast dike.

Bi giştî ji van pêkanînan xuya dibe ku bi awayekî sîstematîk li dijî ziman, çand û hunera kurdî polîtîkaya qedexe, bişaftin û tunekirinê di meriyetê de ye. Her çiqas gelê kurd tevî sazî, partî û dezgehên xwe, li hemberî vê polîtîkayê bertekên xwe bi awayên cur bi cur nîşan bide jî hîn ne di wê astê de ne ku dewlet dev ji vê polîtîkayê berde. Loma jî em dikarin bi rehetî bêjin ku wê çarenûsa hebûn û pêşvebirina ziman, çand û hunera kurdî bi xwedîderketin û xebata gelê kurd bê diyarkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê