20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî diziya daran zêde dibin

Dewleta Tirkiyeyê di 23’yê nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê operasyonek berfireh da destpêkirin. Hat zanîn ku artêşa Tirkiyeyê li herêmê daran dibire û rojane bi sedan dar dişîne Tirkiyeyê. Nerazîbûnên li dijî operasyonê û diziya daran zêde dibin.

Têkildarî van  kiryarên dewleta Tirkiyeyê parlamenterên Herêma Federal Kurdistanê bang li serokatiya parlamentoya Herêma Federal Kurdistanê kirin da ku li ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê, birîna daran û avakirina helwestek nîştimanî ya li dijî vê dagirkeriyê di demek zû de bicive. Ji bo ku parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê li ser vê mijarê bicive di nava parlamenteran de îmze hatin komkirin. Ji bo vê daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê hatiye kirin û heya niha 36 parlamenteran daxwaznameyê îmze kirine.

Divê parlemento demildest bicive

Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih li ser hesabê xwe yê facebookê ev tişt ragihand: “Heya niha ji bo parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê, dar birîn, talankirina daristanên başûrê Kurdistanê û avakirina helwestek nîştimanî ya dijî dagirkeriyê bicive, îmzeya 36 parlamenteran hatiye komkirin.”

Di daxwaznameya parlementeran de ku pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê hatiye kirin ev tişt hatine gotin: “Li gorî madeya 48’an ya dema çarem a madeya 66’an ya dema yekem a peywira parlamentoya Kurdistanê, em weke komek endamên parlamentoyê, bang li serokatiya parlamentoyê dikin; divê li ser dagirkeriya dewleta tirk, şewitandina daristanên başûrê Kurdistanê, birîna daran û birîna daran ya ji bo Tirkiyeyê û avakirina helwestek nîştimanî ya ji bo rawestandina vî karî, di demek nêzîk de bicive û mijarê bixe bernameya parlamentoyê.”