spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî encamên hilbijartinên Iraqê didom in

Piştî têkçûna alîgirên Îranê ya di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, encamên hilbijartinê red kirin û dest bi gefan kir.  Xuya dike ku dê encamên van hilbijartinan li şûna ewlehî û aramiyê bi xwe re aloziyan bîne û rewşa Iraqê aloztir bibe.

Li gorî daxuyaniyên alîgirên Îranê yên ku pişta xwe didin çekdar û milîsên xwe dê vê têkçûna xwe ya di hilbijartinan de qebûl nekin.

Koma bi navê (Yekîneyên Ewliya El Dem) ku girêdayî Îranê ye gef li nûnertiya Neteweyên Yekbûyî xwarin û ew sazî wekî (Pîra Nehs) bi nav kirin. Her wiha milîsan gef li berpisyara saziya navnetewî xwarin û gotin ku ew ê dan û standinên xwe yên pê re li ser bingeha ku ew piştgiriya lojîstîk dide dagirkeriyê, bikin.

Di heman demê de serokê Şepêla El Sedir, Muqteda El Sedir ku di hilbijartinan de bûbûn hêza yekemîn, banga xwe dubare kir û bang li hemû aliyên siyasî kir ku berjewendiyên Iraqê ên giştî di ser berjewendiyên xwe yên tekakesî û hizbî re bibînin. Sedir bang li wan aliyan kir ku nerazîbûnên xwe yên der barê encamên hilbijartinan re li şûna tundî û gefan bi rê û rêbazên qanûnî bikin.