25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî hilbijartinên Iraqê

Li bajarê Nasiriyeyê yê Iraqê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî hilbijartinan berdewam dikin.  Li Nasiriyê ku piraniya niştecihên wê şîî ne bi taybetî di nava ciwanan de nerazîbûnên li dijî hilbijartinên pêşwext û berendamên wê zêde dibin. Ciwanan li şûna wêneyê berendaman wêneyên kesên di xwepêşandan û destwerdanên sala 2019’an de hatibûn kuştin, li kolanên xwe daleqandin.

Ev bajarê ku piraniya niştecihên wî şîî ne 350 kîlometre dûrî Bexdayê ye û ciwanên wê dixwazin ku hilbijartinan boykot bikin. Li seranserî bajêr û li cihên navendî li şûna wêneyên berbijêran wêneyên ciwanên ku ji alî hêzên dewletê ve hatibûn kuştin, hatine bicihkirin.  Li gorî agahiyên ajansa Frans Pressê  ev hilbijartinên pêşwext dê nebin bersiva daxwazên ciwanên vî bajarî.

Di sala 2019’an de gelê Iraqê li dijî hikûmeta serokwezîr Adil Abdulmehdî rabûbû ser piyan. Di encama destwerdana hêzên dewletê de bi hezaran kes hatibûn kuştin û birîndarkirin. Bi hezara ciwan hatibûn girtin. Lê di encama xwepêşandan û nerazîbûnên gel de dawî li hikûmetê hatibû û biryara hilbijartinên pêşwext hatibû girtin.