spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li ser encamên hilbijartinên Iraqê didomin

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî encamên hilbijartinên Iraqê de serokê şepêla ‘El Hikme’ Amar El Hekîm daxuyaniyek da. El Hekîm piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyin re hişyarî da aliyên siyasî ên Iraqê û wiha got: “Heke rewş ber bi aloziyeke siyasî ve biçe dê her kes winda bike.” EL Hekîm ji Huseyin xwest ku ew bi rê û rêbazên qanûnî nêzî nerazîbûnên li dijî encaman bibin û wêneyekî zelal bidin demokrasiya Iraqê.

El Hekîm bang li Saziya Bilind a Hilbijartinan û dozgeriyê kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û bi cidiyet li ser rexne û nerazîbûnên li dijî encamên hilbijartinan rawest in.

El Hekîm di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha pê de çû û got: “Heke rewş ber bi xitimîneke siyasî de biçe dê hemû alî zirarê bibînin û bang li hemû aliyên siyasî dikin ku ji bo berjewendiyên Iraqê bi dilsozî û li gorî daxwza gelê Iraqê yê ku guhertinê dixwaze tevbigerin.”

Der barê mijarê de Saziya Bilind a Hilbijartinan jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku heta niha pejirandiye ku bersiva 234 îtîrazan bide û li wan deran deng ji nû ve bi destan werin jimartin. Her wiha gelek îtîrazên din jî red kirine.

Wekî tê zanîn Şepêla El Sedir a bi serokatiya Muqteda El Sedir zêdeyî 70 kursiyan bidest xistiye û bûye partiya yekemîn di hilbijartinan.

Ji aliyekî din ve ji derveyî van îtîrazên ku tên kirin gelek aliyên din ên siyasî encamên hilbijartinan qebûl nakin û bi riya hêzên xwe yên çekdar gefan dixun.