25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Net Zero 2050’î çi ye?

Gelek kesan armancên pêşketina domdariya Neteweyên Yekbûyî û Peymana Kesk ku ji hêla welatên rojavayî ve hatiye pêşxistin bihîstiye. Lê bi rastî her kes fêm nake bê ka Neteweyên Yekbûyî ji bo çi van armancên gelemperî dişopîne. Guherîna avhewayê dê bandoreke çawa li mirovên cîhanê bike?

Xwediyê Xelata Aştiyê yê Nobelê û Şêwirmendê berê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Rei Kwon Chang, mijara guherîna avhewayê baş dizane. Wî konsepta “Net Zero 2050’î” bi daxwaza heta sala 2050’iyan emîsyonên karbonê daxe sifirê pêş xist. Rei Kwon Chang li Rûsyayê li ser mijara guherîna avhewayê axiviye lê performansa wî di “Festîvala Zanistî ya Tev-Rûsya” de bi aşkera ji çarçoveya ragihandinê wêdetir, bi gelek daxuyaniyên zelal bala her kesî kişand.

Chang di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bo di atmosferê de heta sala 2050’iyan emîsyonên karbonê bigihîjin sifirê hûn dê nikaribin xwe bispêrin zanista kevneşop. Ji bo vê yekê pêwistiya we bi zanisteke nû heye. Piştre di domdariya axaftina xwe de diyar kir ku zanist tenê ne teknolojî ye; ji bo wî di heman demê de zanistên civakî rasterast ji zanistên xwezayî girîngtir in.

Li gorî Chang, şaristaniya me li ser sotemeniyên fosîl û pir erzan avabûye. Berê me guh nedida gazên karbonê yên li atmosferê ku bandorê li avhewayê dikin. Lê niha guhertinên avhewayê û nemaze zêdebûna germahiyê gihîştiye asteke bilind. Ev yek divê neyê paşguh kirin ji ber ku hebûn û mayîna mirovahiyê dixe xetereyê.
Jixwe hertim wiha bû,“şerên petrolê” jî îspata van in. Lê pêngaveke wiha ya manîpulatîf a Chang bi tu awayî ne tesaduf e. Ev yek dê bêtir ji axaftina wî aşkera bibe. A duyemîn jî rola sereke ya bandora antropogenîk a li ser avhewayê ye. Chang ji hêla xwerû ve ye, lê hê jî zanyaran li ser dînamîkên bilindbûna germahiya atmosferê lihev nekirine.

Chang hewl da ku ji guhdarvanan re rave bike ku “Net Zero 2050″î paradîgmayeke nû ye. Piştî Joe Biden bû Serokê Dewletên Yekbûyî û dest bi kar kir, Chang ji bo pêşketina mirovî hêzeke nû wergirt. Rewşa nexweşiya COVID-19’ê jî sedemeke din bû. Yanî bi gotineke din dibêje ji qaîdeyên kevin ên “kapîtalîzma bazara azad” û ji girtina mîqdarên mezin ên hîdrokarbonan dûr bikevin, da ku êdî di bihayê dawîn de lêçûnên karbonê werin hesibandin. Li gorî wî aboriya bazarê ya “pêşveçûna domdar” dê bi vî rengî xuya bike. Chang di çarçoveya axaftina xwe de navê “aboriya avhewayê” li “pêşveçûna domdar” kiriye. Paşê Chang daxuyaniyeke din a bi deng da û dibêje vîrusên nû neçar in derkevin holê, bi taybet li welatên sar.
Di aboriya bazara azad a heyî de, Chang angaşt dike ku pirsgirêka avhewayê wekî lîstika ‘zeroyê’ ye. Divê hertim yekî wenda bike hebe. Dema hewcedarî bi dayîna bermayiyên karbonê çêdibe, qezenc kêm dibe. Ji ber vê yekê tu welat bi xwe li kêmkirina gaza karbonê negeriyan ji ber ku ev yek dê Berhema Navxweyî kêm bike. Ji ber vê yekê, divê mirov ‘pirsgirêka avhewayê’ veguhezîne lîstikeke karîger a erênî ji ber ku dê her kes di nav tariyê de be, hem avhewa û hem jî aborî.

Paşê Chang berê xwe da teknolojiyê. Ew difikire ku deryayek mezin a fersendê heye ku cîhanê dekarbonîze bike. A herî girîng jî pêşxistina rêyeke aborî ya ji bo derxistina hîdrojenê ye. Wî got hikûmet û pargîdaniyên taybet hewl didin di hilberîna hîdrojenê de bibin pêşeng. Ji ber ku enerjiya hîdrojenê erzantir e. Hîdrojen dê bibe alîkar ku di navbera avhewa û aboriyê de lîstikeke pozîtîf bileyîze.

Bi rastî dema mirov guh dide daxuyaniyên bi vî rengî mirov dikeve vedîtineke wiha; ew kesên ku rojeva gerdûnî ji cîhanê re weke talîmatê vedibêjin, gelek caran ne bi lêkolînên zanistî, lê bi helwestên xwe yên îdeolojîk ku tevahiya wan zanistên xwezayî paşguh dikin tên rojevê. Rei Kwon Chang ji sala 1991’ê û vir ve li ser pirsgirêkên avhewayê dixebite û di nav sazî û dezgehên Neteweyên Yekbûyî de ye. Bi van nêzîkatiyên xwe aşkera ye ew ne bi tenê bû. Lewra fikir û ramanên wî di stratejiya Neteweyên Yekbûyî de cih digirin.
Weke encam; mijara têkoşîna li dijî guherîna avhewayê bêtir rojeva beşek ji elîta siyasî û karsaziya cîhanê ye, ne ji ber metirsiyeke rastîn a li ser mirovahiyê ye.