25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newaya Jin bi manşeta ‘Nexşeya şoreşê jin xêz dikin’ derket

Hejmara Tîrmehê ya Newaya Jin, bi manşeta, “Nexşeya şoreşê jin xêz dikin” derket pêşberî xwendekarên xwe. Têkildarî têkoşîna jinê, berxwedana grevên birçîbûnê, Şoreşa Rojava, Peymana Stenbolê, êrişên dagirkeriyê, tevnên piştevaniyê yên jinan gelek nivîs û nûçe di hejmara 196’an a rojnameyê de cih digirin.

Di vê hejmarê de Medya Doz salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê nirxand û destnîşan kir ku YPJ’ê li tevahiya cîhanê ruhê jinê rakir ser piyan. Medya Doz destnîşan kir ku şoreşa gel a li Rojava vejîna jinê ye û li nava atmosfereke tundiyê, şoreşa jinê pêk tê ku nexşeya hest, xewn û xeyalên gelekî diyar dike.

Rojnamevan Hêvîdar Xalid jî 10 salên pêvajoya avabûnê vegot.

Rabîa Tamer jî Peymana Stenbolê, nêzîkatiya desthilatdariya heyî ku 20 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe, feraseta desthilatdariyê ya li jinê û malbatê nirxand.

Zerya Gul jî destnîşan kir ku şêwe û rêbaza êrişan a pergala şaristaniya dewletê li tevgerên jinan ferz dike ku fikra xweparastinê, rêbaz û çalakiyên wê bi her awayî bi pêş ve bixe.

Rojeva greva birçîbûnê jî ji aliyê Ronahî Serxwebûn ve hate nivîsandin.

Ji nivîskarên Kurdî yên rojnameyê Bêrîtan Zagros û Roza Metîna jî bal kişandin ser êrişên ên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê. Nivîskaran pozîsyona PDK û YNK’ê ya li pêşberî dagirkeriyê nixandin.

Tevna RETE Jin a ku sala 2018’an li Îtalyayê ava bû û niha li gelek herêmên welêt kar dike, ji aliyê aktîvîst Camîlla Z. ve hate vegotin. Camîlla Z. qala esasên rêxistinbûn, rêbazên kar û armancên tevnê kir.

Di beşa Jineolojiyê de Delal Emîlîo karên li Nîvgirava Îberê tê meşandin da nasandin.

Di hejmara nû ya rojnameyê de Radyoya ‘Dengê Welat’ hate nasandin ku radyo sala 2013’an hate avakirin û bi zaravayên cuda yên kurdî weşanê dike. Têkoşîn Mêrdîn qala polîtîkaya weşanê ya radyoya ‘Dengê Welat’ kir.

Têkildarî Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ku 29’ê Gulana 2021’ê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist, Rojîn Agir bersiv da pirsên rojnameyê.

Di hejmara Tîrmehê ya rojnameyê de nivîsên bîranînê yên li ser Şevîn Bîngol (Hulya Kul) a 22’ê Tîrmeha 2019’an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû û Sarya Diyar a ku 3’ê Gulana 2021’ê de jiyana xwe ji dest dabû weşandin.

Hejmara nû ya rojnameyê li ser navnîşana înternetê ya newayajin.net dikare bê peydakirin.