20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz hat bi awirên xwe yên Medyayî!

Berê dema ku dewleta tirk û hevkarên wê kurd nas nedikirin, mînak dema ku di pêşbaziyan de Dêrûl Zehferan dihat pirsîn digotin; “Li Artvînê ye” li zora min diçû lê niha li xweşa min diçe û dibêm; “Eynî wiha! Nizanibin! Lew ev der ne welatê we ye, hezar sal jî derbas bibin, hûn ê xerîb û nezan bin li ser vê axê, vî welatê.”

Îja niha mesele befr e. Heta li Stenbolê befir nebare zivistan nayê û befir “ewqas nabe befir” qedirbilind nabe, nayê pîrozkirin lê welatê Celadet û Zerîfeyan zûde di bin befrê de ye, spîtahiya tevî gerdûnê li xwe pêçaye. Îja ev jî li xweşa min diçe, dibêm; “Rast e, befra we, zivistana we nû tê! A welatê çiyayan ne ya we ye!”

Lê niha mijar Newroz e û awirên Newrozîn! Dixwazim îsal Newrozê bi awirên Newrozîn ên ji hezaran salan berê pîroz bikim. Çawa! Mixabin em nikarin (an jî em hêj nikarin) xwe wek gulokek berfrê bigindirînin û biçin ba Kawayên Hesinkar û jinên li wê heyamê (her çiqas dîroka fermî qet behsa jinan neke jî di her heyamê de jin hebûne ku nebûna dê Kawayê Hesinkar jî çênebûya ne jî mezin bûbûya) lê em nikarin bi awirên wan ên Newrozîn ku bûne agirê azadiyê dîroka berî Hz. Îsa 640’î hîs bikin an jî xeyal bikin. Mînak; niha Kawayê Hesinkar û gelê xwe li ser bircên ku êdî ne yên zordestiyê ne, digel agirê geş li me mêze dikin. Em çawa dixwiyên? Ji wir û vir çawa diweze vejen (enerjî) çavên me çi dibêjin ji wan re? Rûyê me, dengê me, dilê me, meşa me, zimanê me?

Tiştên ku guherîne çi ne, yên mane çi ne. Yan jî çi ji me çûye, çi maye? Wekî gelek; welatek, yeko yeko kurdek em çiqas Newrozîn in êdî, çiqas belengaz, biyan asîmîlebûyî û dûrhez. Ferqa di navbeyan Dehaqên niha û yên hingê de çi ne? Wan çawa xwe rizgar kir, em çima hê jî nikarin dawî li her cureyên Dehaqan bînin û bibin Newroz! Jixwe wayê Mazlûm, Zekiye û Ronahî li wir in lew wan xwe gihand wê heyamê jî. Mifteya demê agir bû, wan ew mifte ji canê xwe çêkir û hem deriyê pêşerojê hem jî yê paşerojê ji xwe re vekir.

Agir jî li me dinêre niha, li wir her tişt agir e her agir bi çav û awir e! Em wekî kulîlkên li nav kavilan, serikên xwe bilind dikin carna gelo hûn me çawa dibînin ey awirên li 640’î? Em kî ne, dişibin we yan na? Hûn me wekî pêşerojek layiqê xwe dibînin an na?

Vê heyamê dagirkeriya bi hezar cureyî, vê Asûra dirinde dike borebor helbet û deng diçe Kawayan, Mazlûm, Zekiye û Ronahiyan. Em wekî çivîkên şermende difirin gurmegurma dilê me ye ji şerman. Xwezî ne wiha bûya. Xwezî qet ne wiha bûya! Awirên me jî her tiştên me jî Newrozîn bûna em welê çar –pênc, an jî sed parçe nebûna. Welatek bi agirşûştû, azadî yek ku li xeml û rewşa me dihat bûya.

Li me dinihêrin, ji serî heta binî, ji dil heta mêjî. Awirên me şikestî ne gelo yan behozî? Xeyalên me kedîkirî, rastiyên me hêsîrbûyî ne yan na? Kelecan, hêvî û serfiraziya Medyaya azad çiqas heye bi me re çiqas nîn e?

Newroz hat. Bi awirên xwe yên Medyayî li tevî malan digere, li tevî kolan û bajaran çirûskek datîne dilê me, kurdîtiyek ronî û dilşad…

Gotinek me dibêje “sal bi sal xwezî bi par” em bêjin Newroz bi Newroz, xwezî bi îsal? Em ê karibin bêjin? Lew baş bijîn jî nejîn jî Newroz, cil û bergên me yê yekane, rajena me ya jiyanî ye. Ger em ji Medyayê ve Newrozîn bixwiyên dê agir îsal helbestan bixwîne di guhên me tevan de.

Ka em destên xwe bihejînin ji wan re û bi serê xwe yê berz, azadiya xwe bigihînin heta ba wan. Jixwe digel strana “Newroz tê, li sûka Mahabadê” Qadî jî awirên xwe digihîjîne me. Em dibêjin “Newroz agir be ey Qadî! Werîsê berxwedana te bû qolye li stûyê me, em ê bi vê qolyeyê wiha li asîmanê serxwebûnê bihejin, heta bi hetayê.” Newroz Pîroz be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê