23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz: Provaya yekitiyê

Li hemû welêt bi milyonan kurd li qadên Newrozê bûn. Li Amedê bi sedhezaran kes ji bo Newrozê civiyan. Çapemeniya kurdî jî siyaseta kurdî jî bi her awayî bi van dîmenan serbilind bûn. Gelê kurd egala partî û pêşengên xwe xwar nekir. Lê bele ji xeynî vana, kombûna bi sedhezaran mirovan îşareta çi ye?

“Newroz e cejn e, helbet ew ê tev lê bibin”. Naxêr, bersiv ne ev e. Konserên belaş jî vê meseleyê venabêjin. Helbet li hemberî zordariyê weke helwestek e lê mixabin xuya ye mitîng û civînên wekî din evqas xurt derbas nabin. Ji ber wê jî ji xeynî helwestê, hin dînamîkên din jî hene.

Bi min motîvasyona sereke ya tevlîbûnê ew e ku Newroz bûye sembola netewbûna kurdan. Ji ber wê jî tevlîbûna qada Newrozê tevlîbûna rihê neteweyekê bû. Têkiliyek giyanî bi kurdên ku newrozê li hemû cîhanê pîroz dikirin re çêdibû.

B. Anderson netewbûnê wekî avakirina cemeatek xeyalî şîrove dikir. Sembola mezin a vê cemeatê jî ziman e. Lê ji bo kurdan ev sembol (ziman) bi erîşên bişaftinê derb xwariye. Bi min di çarçoveya netewbûnê de Newroz xwe digihîne hewara kurdî û di avakirina vê cemeata xeyalî de rola xwe dilîze. Ji ber wê jî biyaniyekî li zimanê xwe jî Newrozê pîroz bike, wekî ku kurdî bipeyve egoya me ya neteweyî tê diqdiqandin. Bi kurt û kurmancî kurd bi tevlîbûna li Newrozê  îşaretê li kurdbûna xwe kir. Loma ciwanekî piştî kontrola polîsan derbas kir, wiha dipeyîvî li ser telefonê: “Lao polês çekmaq û qelemên min gişî ji min stendin… na na wele eynî min şilûtazî jî bikin ez ê bikevim qadê.”

Helbet Newroz ji her aliyan re jî peyamên xwe dişand. Ji dinyayê re got: “Ez heme û bi hêz im.” Ji dagirker û mêtingeran re got: “Va meydan.” Peyameke dualî bû Newroz: bi qasî peyama berxwedanê bû ewqas jî banga yekitiyê bû. Ji partî û pêşengên xwe re got: “Va ji bo yekitiyê em hazir in, kerem bikin.” Kombûna bi sed hezaran kurdan îşareta hêzê ye. Loma çend ciwan dikaribûn henekên xwe bi polîsan bikin: “Polês, polês maskên xwe baş girêdin.” Polîsên ku ji bo êrîş bikin timî bahaneyan digeriyan, deng ji wan bilîya, xwe ker kirin. Dîsa polîsek li ser ciwanekî qîr kir, bi dehan pêçî bi hev re bûn. Polîs kor û poşman xwe  vekişand. Werhasil ji bo dagirker bela xwe ji me vekin yekitî divê. Çimkî yekitî hêz e û Newroz provaya vê yekitîyê bû. Prova ev be bifikirin rastiya wê ew ê çawa be.

Ji xeynî vana çend dîtinên xwe jî bi xalan dixwazim binivîsim:

-Siyasetmedarên ku axivîn weke berê piştî bi hevoka “hûn bi xêr hatin” dest bi tirkî nekirin û bi qasî ji wan hat bi kurdî peyivîn.

-Dîsa kesên diaxivin li Newrozê çima ewqas diqîrîn, fêm nakim. Ewqas hoparlor û mesref belheq nîne. Hewce nake hûn biqîrin, bi vî awayî dengê wan xera dibe û bi min guhdarkirina vê tona dengê jî ne xweş e.

-Min dît li meydanê  rojnameger Azîz Oruç weşana zindî dike. Li hemberî zilma ku li wî kirin bersiveke baş bû ev dîmen.

-Ciwanên 18-20 salî gelek bûn. Enerjiya wan xweş bû. Dîsa tevlîbûna extiyaran  jî baş bû. Di vê serdemê de di navbera nifşan de dinyayên paralel ava dibin û li cihên ciwan hebin extiyar, li cihên extiyar hebin ciwan tune ne lê ji bo kurdan Newroz ji bo hemû nifşan zemîna xweîfadekirinê ye.

Newroz pîroz be!