16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz qutbûna ji pergalê ye | Adar Şaman

Adar Şaman

Newroz, heqîqeta kurdan û  agirê jiyana azad e. Vejîn û berxwedana gelê bindest e. Newroz qutbûna ji hemû pergal û hişmêndiya koledariyê ye. Qutbûn, hêza têgihîştina zanist û bîrdoziya jiyana azad e. Hêrs û keyfxweşî ji bo avakirina cîhaneke nû bingehîn in. Heger hêrs tune be, pêşketinên nû jî çênabin. Li hember metingeriyê pêwîst e hêrs hebe. Wendakirina heqîqetê, nîşaneya dûrketina ji nirxên civak û xwezayê ye. Hêzgirtina ji nirxên azadiyê, ji bedewbûna hestan e. Ji bo tevlibûneke rast a ji bo têkoşîna heqîqet û azadiyê, pêwîst e  pergala pênc hezar salan were mehkûmkirin.

Wek pêxember Zerdeşt qutbûna ji pergalê girîng e. Zerdeşt di serdemeke wisa de li dijî zilma desthilatdariya asûran têdikoşe û zîhniyeta şaristinê red dike ku li hemû dinyayê deng vedaye. Bi bîr û baweriyeke xurt û li hember pergalê disekine. Hovîtiya jiyana şaristaniyê napejirîne. Bi vê helwestê Zerdeşt, gava xwe ya yekemîn bê kêmasî diaveje.

Pêxember Zerdeşt, piştî redkirina pergala şaristaniyê, diçe çiyayên ku dergûşa şoreşa neolîtîkê ya civaka ehlaqî-polîtîk bûn. Li çiyayê Sekbanê dikeve înziwayê. Ev tê wateya reva ji pergala koletiyê. Bi înziwayê re dikeve lêgerîna vegera li cewher û rehên xwe û çareserî di zîhniyeta şoreşa neolîtîkê de dibîne. Zîhniyet û felsefeyeke nû diafirîne.

Xwedîbûna ji çirava pergala serwer, çewsandin û rebenî ye. Tişta herî baş, qutbûna ji pergala modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyê ye. Ê civaka xwezayî parçe kiriye û rengîniya civakê tune dike desthilatdariya modernîteya kapîtalîst e. Civak, ne tenê ji hêla aborî ve hatiye xizankirin; xizaniya herî mezin çandî, ramyarî û afirînerî ye. Êdî, mirov ketine rewşeke welê ku ji dîrok û çanda xwe, ji hebûn û kesayetiya xwe jî dûr dijîn. Diyalektîka xweza û civakê di qaosê de ye, xitimiye û naherike. Nexweşiya mejî li tevahiya bedenê belav bûye. Nexweşî û vîrusên ji rizîbûna pergala heyî difûrin. Der û dora xwe qirêj dikin û civakê nexweş dikin. Qeyrana herî mezin, zîhniyeta desthilatdariya nexweş e.

Pênaseya wateya rastiyê pir girîng e. Dewlet rastiyek e. Lê rastiyeke wisa ye ku heqîqeta wê hatiye wendakirin. Lewma bingeha dewletê li ser berhem û keda civakê hatiye danîn. Li ser kolekirina mejiyê mirovan xwe saz kiriye û bûye amûra tundî, zilm, koledarî, şer, kuştin, qirkirin, talankirin, dagirkirin û zayendperestiyê. Qutbûna ji vê pergala mêtinger ji aliyê zîhnî ve pêwîstiyek e. Azadî ji zîhniyetê dest pê dike.

Mirov ji pergalekê hêrs nebe, jê neqehire nikare xwe jê qut bike. Em rewşa kurdên ku penaberê Ewropayê bûne dibînîn ku ji welat û çanda xwe, ji ziman û axa xwe qut bûne. Ev jî dibe sedem ku mirov bikevin valahiyê.

Newroz, di dîroka gelê kurd de, li hember pergala koletiyê qutbûna herî mezin e. Li gor efsaneya peşiyên kurdan gûtiyan, roja 21’ê Adarê keleha zilmê Agad rûxandiye û kevir li ser kevir nehiştine. Gûtiyan, roja hilweşandina keleha zilmê ya Agadê weke roja cejnê (ZAG-MUK) yanî roja nû pîroz kiriye. Dîsa li gor efsaneya Medan, 21’ê Adarê bi rêberiya Kawayê Hesinkar, paytexta zilmê bajarê Nînovayê hatiye xerakirin û ev roj weke roja nû ya Newrozê hatiye pîrozkirin.

Agirê Newrozê ji bo gelê kurd, roja vejîn û berxwedanê ye. Dê nexweşî û vîrusên hene, di agirê Newrozê de biqijilin!