spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza Amedê ji ezameta xwe tiştekî kêm nake

Newroz îsal wê bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe dibin bi ser bikevin” li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê tê pîrozkirin.

Gelê Amedê û mêvanên Amedê bi hemû amadekarî û coş û peroşa xwe ber bi qada Newrozê ve diherike.

Gel yek bi yek, kom bi kom ji kolan û kuçeyên teng ên Rêzanê derdikevin roja nû silav dikin û berê xwe didin qadê. Rêyên ku diçin qadê bi cil û bergên kurdî xemilîne. Nexş, ala û nemûşên li ser devê rêzbûne heybeta Newrozê dide xuyakirin. Esnaf û simîdfiroşan amadehiyên xwe ji zû ve kirine.

Qad bi govendan germ dibe

Dîsa gelê Newrozê li derdora qadê sifreyên taştê danîne. Amadekariyên xwe bi şev da kirine diyar e. Kî dikeve qadê xwe li govendan germ dike. Qad hêdî hêdî vediguhere, kirasê xwe yê kevn ser xwe davêje û dibe diyarê serhildaneke rengawaz. Her kes lê ye û gel bi berdewam diherike qadê. Tîlîlî û fîtînî berz dibin.

Girseya, her ku diçe qerebalix dibe, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan 115 roj in dewam dike, derdikevin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya dibin rêveberiya qeyûmê AKP’ê de ye, seferên otobusê yên diçûn Parka Newrozê îptal kirin. Ji ber vê li rawestgehên otobusan komên demek dirêj li benda otobusan dimînin, dûre bi meş û derfetên xwe ber bi qada Newrozê diçin. Lê ev astengî nikarin pêşî li herîkîna gel bigirin.

Ji bo kurdî îmze tên komkirin            

Platforma Zimanê Kurd û Tora Zimanê Kurdî, ji bo ku kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdê, di ketina qada Newrozê de, stantên kampanyeya îmzeyê danîne.

Hêlekî gel şahî ye ji ber pîrozkirina hatina biharê lê hema hema li ser rûyê hemûyan xemek jî heye. Şopên xem û kesera Kemal Kurkutê ezîz li ser rûyê her kesî heye. Kemal Kurkut di 2017’an de li Amedê hatibû kuştin. Îro gel bi giyanê Kemalan diherike qadê, dirûşmên sereke dîsa azadî ye dîsa berxwedan e.

Ji çar aliyê Amedê ve herikîna gel a ber bi Qada Newrozê ve didome.